Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Nirxên neftê da dikevin di demekê de ku Siûdîyê dixwaze çareserîyeke ne serbazî ji qeyrana Îranê re bibîne

AFP

Mîrê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman civînekê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê li Cedayê roja 18ê Îlonê li dar dixe. [Mandel Ngan/POOL/AFP]

Mîrê Erebistana Siûdî Muhemed bin Selman civînekê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê li Cedayê roja 18ê Îlonê li dar dixe. [Mandel Ngan/POOL/AFP]

Nirxên neftê bi bêhtir ji 1% Duşemê (30ê Îlonê) daketin piştî ku Mîrê Siûdî Muhemed bin Selman got ku şer bi Îranê re dê aborîya cîhanê wêran bike û li şûna wê wî amaje bi çareserîyeke neserbazî kir.

Waşinton, Riyad, Berlîn, London û Parîs gazin ji Îranê kirin ji ber êrîşên ku sektorê neftê yê Siûdî di dîroka 14ê Îlonê de wêran kir û wan mezintirîn hinardekerê nefta xav di cîhanê de neçar kir ku berhemkirinê bi awayekî dijwar kêm bike.

"Ji alîyê tirsên cîyosiyasî ve, êdî nerehetî li Erebistana Siûdî heye," şirovekar Neîm Eslem di Navenda ThinkMarkets got, dema wî amaje bi lêdwanên mîrê Siûdîyê re kir bo bernameya "60 xulek" a CBS, ku Yekşemê hat weşandin.

Muhemed bin Selman got ku hebûna şerekî dê bobelat be ji geşepêdana cîhanî re.

"Îmdadên neftê dê werin astengkirin û nirxên dê neftê pir bilind bibin heta radeyekî ku me di jîyana xwe de qet nedîtiye," mîrê Siûdî got.

"Herêm dora30% ji îmdadên wizeyê yên cîhanî, dora 20% ji rêyên bazirganîya cîhanî, û dora 4% ji berhema navxweyî ya cîhanî pêk tîne. Texmîn bike ku ev her sê tişt rawestin," wî got.

"Ev tê wateya herifîneke giştî ya aborîya cîhanî, û ne bi tenê Erebistana Siûdî yan jî welatên Rojhilata Navîn," wî got.

Geşbînî tevî kambaxîyê

"Neft cihê bayexa her kesî bû di herdu heftîyên borî de, piştî êrîşên li ser sazîyên neftê yên Siûdî ku nirxê neftê zêde kirin, berî ku nirx careke din dakevin," raig Erlam, şirovekarê bazarê li Koma Bazirganî ya Oanda ragihand.

"Dîyar e ku bazirgan ji ber xeterîya di guhertina di nirxên neftê de ne nîgeran in," wî got. "Di şûn de, dîsan baldarî li ser vegera bo dînamîkên hewcedarîyê û xerterîya daketinên din e ji ber ku lawazîya di aborîya cîhanî pir sist e."

Ajansa Fitch Duşemê Erebistana Siûdîyê pileyekê daxist û got ku ev yek "ji ber zêdebûna alozîyên serbazî û cîyosiyasî li herêma Kendavê ye".

Fitch di têbînînameya xwe de got ku Aramco nermbûnek li hember êrîşan nîşan da bi rêya vegerandin û qerebûkirina berhema kêm, bi taybetî ji ber avakirina yedekên mezin ên berhemkirinê.

Lê wê herwiha got ku "berhemkirina neftê bi temamî di dawîya Îlonê de hat vegerandin, em bawer dikin ku xeterîya êrîşên bêhtir li ser Erebistana Siûdî heye, dibe ev yek jî bibe encama ziyaneke aborî".

Ajansê di daxuyanîyekê de got ku wê hinardekerê diravên biyanî yên dem-dirêj yên Erebistana Siûdî pileyekê kêm kir, ji A-plus bo A, ligel awireke seqamgîr.

Di daxuyanîyekê de, Wezareta Darayî ya Siûdî rexne li van agahîyan girt, û got ku ew guzarişt li vegerandina bilez a berhemkirina neftê ya şahnişînê piştî êrîşan nake, û bang li Fitch kir ku biryara xwe di ber çavan re derbas bike.

Êrîşên 14ê Îlonê û rewşa piştî wê "ronîyê didin ser karîna Erebistana Siûdî ya rûbirûbûna zehmetîyan bi awayekî kare... (û) pêbendîya wê bi parastina seqamgîrîyê di bazarên neftê yên cîhanî de", wezaretê got.

Daxuyanîyê got ku şahnişînê îmdadên nefta xav bo astên pêş êrîşê vegerandin û karîna xwe ya berhemkirinê bo 11.3 milyon bermîl rojane vegerand, û plan hene ku di Mijdarê de karîna berhemkirinê bigihêje 12 milyon bermîl rojane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500