Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD lêgerîna li şanên razayî yên DAIŞê berdewam dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk çek û cebilxaneyên şanên razayî yên DAIŞê yên ku wan dest danîye ser wan nîşan didin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye bikaranîn]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk çek û cebilxaneyên şanên razayî yên DAIŞê yên ku wan dest danîye ser wan nîşan didin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye bikaranîn]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) û hevbendên xwe berdewam in di pêkanîna operasyonan de li dijî şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û paşmahîyên rêxistinê li deverên li jêr kontrola wan li Sûrîyayê, li gorî efserkî QSDê.

Parêzgeha Dêra Zorê û herêma Reqayê -- ku asêgeheke DAIŞê bû -- bûne meydana van operasyonan, efserê QSDê Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Wî got k êrîşên ku di rojên dawî hatin pêkanîn bûn encama kuştina hejmarek ji endamên DAIŞê, berî ku ew karbin êrîşan li dijî sivîlan, QSDê û hêzên Kurdî pêk bînin.

Xoca got ku operasyona herî dawî ji hêla yekîneyên dijî terorê yên QSDê, bi hevahengî ligel Asayîşê (Hêzên Ewlekarîyê yên Kurdî) û hêzên din, û bi piştevanîya Hevpeymanîya Navdewletî, hat pêkanîn.

Mîrê DAIŞê Ebdul Rehman Elî Salih, ku navî wî Ebû Muhemed Humsî ye, li nêzî bajarê Reqayê li Sûrîyayê hatiye girtin. [Ev dîmen ji vîdyoyeke Ajansa Nûçeya a Hawarê, ku mukurhatinên Humsî dihundirîne, hatiye wergirtin]

Mîrê DAIŞê Ebdul Rehman Elî Salih, ku navî wî Ebû Muhemed Humsî ye, li nêzî bajarê Reqayê li Sûrîyayê hatiye girtin. [Ev dîmen ji vîdyoyeke Ajansa Nûçeya a Hawarê, ku mukurhatinên Humsî dihundirîne, hatiye wergirtin]

Xoca dîyar kir ku ew bû encama girtina emîrekî DAIŞê, bi navê Xelîl Hemed Hemadeh, li bajarokê Merqedayê, û dest danîn li ser belgeyên eşkere dikin ku wî di teqînên li devera Şedadê qewimîne de girtîye.

Emîrê DAIŞê Ebdul Rehman Elî Salih, ku herwiha bi navê Ebû Muhemed el-Humsî tên naskirin, li nêzî bajarê Tebqayê, li parêzgeha Reqayê, hat girtin.

Wî got ku herwiha şaneke sê-endam a DAIŞê li devera Ebû Xeşebê li gundewarê parêzgeha Dêra Zorê hat girtin, û da zanîn ku wê şanê Merwan Fetih, hevserokê encumena zagonsaz a Dêra Zorê, di Kanûna Yekem a 2018an de teror kiribû.

Wî ragihand ku çar endamên DAIŞê ên din hatin girtin di êrîşeke serkeftî de ku li gundê Reqa Semrayê, li gundewarê rojhilatî yê parêzgeha Reqayê, hat pêkanîn.

Wî eşkere kir ku endamekî din ê DAIŞê, bi navê Kemal Cuma Coca, li mala wî li bajarê Reqayê, li nêzî mizgefta Osman bin Efan meha borî hat girtin.

Xeberdarkirina ji hêla şênîyan ve

Xoca teqez kir ku çend êrîş hatin têkbirin di encama girtina çar endamên DAIŞê li bajarokê Keşkaşiyayê, li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê, de.

"Ev operasyon pir girîng e ji ber ku QSD ji hêla şênîyan ve hat xeberdarkirin li dor hebûna vê şanê," wî got.

Xoca eşekere kir ku piştî wergirtina van agahîyan, tîmeke ewlekarî lîkolînên pêwîst encam dan, û êrîşek hat pêkanîn bo girtina endamên vê şanê.

Wî daxuyand ku hêzên êrîş pêk anîn dest danîn ser çek û bombeyên ku di dest endamên şanê de bûn, û da zanîn ku şanê xwe ji armanckirina sivîlên deverê re amade dikir.

Xoca got ku operasyoneke serkeftî ya din li bajarokê Musterîhayê li nêzî Minbicê hat pêkanîn ku bû encama girtina endamekî DAIŞê bi navê Muhemed Elî Mehmûd Casim.

Xoca got tê payîn ku Casim revîyabû Idlibê, û paşê berê xwe dabû Minbicê bo êrîşan li wî bajarî pêk bîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500