Nûçeyên Iraqê
Aborî

Pisporan: Sîstemên darayî û dadwerî yên Îranê dîlên gendelîyê ne

Cunêd Sulêman li Beyrûtê

Jinên Îranî maşînên kişandina pereyan bi kar tînin li Tehranê di 20ê Gulanê de. [Ata Kenare/AFP]

Jinên Îranî maşînên kişandina pereyan bi kar tînin li Tehranê di 20ê Gulanê de. [Ata Kenare/AFP]

Bi rejîmeke navendî ya bihêz ku Îranê kontrol dike, sîstemên aborî û dadwerî yên welat nikarin çalak bin weke tê xwestin û ew êdî êsîrên gendelîyê ne, xebîran wiha ji Diyaruna re şirove kir.

"Sektorê giştî dest danîye ser aborî Îranê, û dewlet piranîya sektorên girîng kontrol bike," şêwirdarê warê aborî Roger Melkî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku asta kontrola dewletê cihê kêşeyê ye, û da zanîn ku ajansên hikûmetê kontrola sazîyên mezin dikin, ên ku herkesî kontrol dikin, ji neftê bigire heta bi sazkirina otombîlan û pîşesazîyên serbazî û geştyarî.

Wî got ku hebûna sîstemeke aborî ya ku dewletek, ku rejîmeke olî wê bi rê ve bibe, wê araste dike "aborîyê sînor dike û banka navendî bê çara dike", û da zanîn ku bank herwiha rûbirûyî biryarên siyasî dibin.

Melkî got ku binketin "rev jê tune ye" li dewletên ku serkirdatîya siyasî piştgirîya konsepta aborîya bazarê nakin.

Wî got ku Îran milmilanîyên li ser karîgerîyê û gelek destêwerdanên di aborîyê de jîyan dike "ku ev yek jî ne li ser bingeha dîdgehek aborî û data ne".

Sîstema bankî ya gendel

Di salên borî de, gelek nîgeranî li dor eybên di sîstema bankî ya Îranê de û hejmara mezin a bankên taybet ên ku bi awayekî nerînî bandorê li aborîyê dikin bilind bûn.

"Sektora bankî ya Îranî nepêşketî ye û jêrxaneya wê darayî ya pêwîst bo performkirina rola xwe tune ye ji ber abloqeya li ser Îranê," Şewqî Ehweş, serokê yekîneya AML/CFT a Banka Bazirganî ya Bakurê Afrîqyayê got.

Wî ji Diyaruna re da zanîn ku vê yekê "hişt ku ew qeyranan jîyan bike û nikaribe daxwazên berhemxweran dabîn bike".

"Rejîma Îranî xwedan bijareyên sînordar in têkildarî parastina sîstema darayî û bi bin ket di rawestandin yan hêdîkirina herifîna xêra ya aborîyê," xebîrê sîyasî Ebdul-Mohsin Şemerî got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku ku bi sedan pêgeh û kesayet bûne armancên sizayan, di nav de 50 bank û sazîyên darayî yên Îranî.

Li gorî sizayên li ser bankên Îranî êdî ew ji xizmetguzarîyên tora bankî ya SWIFT bêbeş in.

Wî got ku vê yekê "nehişt ku veguhêzerên fendên eleketronî bigihêjin bankên Îranî bi rêya sîstema veguhestinê ya navdewletî ya di navbera bankên li seranserê cîhanê de".

Di daxuyanîyekê de bo malpera fermî ya parleman, ICANA, di meha Gulanê de parlemantarê Îranî Mehmûd Sadecî got ku hinek muhafizkarên Îranî piştgirîya binpêkirinên sizayan kirin -- yên ku alîakrîya Rejîma Îslamî kirin ku xwe ji sizayên Îranî vedize -- û kiryarên bertîlkirinê rewa kirin.

"Ev kom bawer dikin ku estem e ku ew karûbarên dewletê bêyî gendelîya darayî bi rê ve bibin," Sadecî got.

Sîstema dadwerî ya gendel

Şemerî got divê dadwerî di pêşengtîya şerkirina gendelîyê de be, "lê li Îranê dadwerî alaveke tepeserkirina opozîsyonê û zêdekirina desthilatdarîya hêzên ewlehî li ser xelkê ku dihizirin serhildanê li dijî rejîmê bikin".

Wî got ku dadwerîya Îranî weke "parêzvanekî rejîma Îranî" ya bi rêbertîya Rêberê Mezin Elî Xameneî kar dike.

Li gorî raportên medyaya xwecihî, parlemanter Sadecî hejmara girtîyên li Îranê yên ku "bi deh qatan di dema niha de zêde bûne bi berhevkirin ligel sala 1979 eşkere kir".

Wî got ku vê yekê Îran xist dawîya lîsteya Nîşana Gendelîyê ya ku Destpakîya Navdewletî belav dike, ku vê dawîyê di pileya 130 bû ji eslê 160 welatan de.

"Hinek vê pirsyarê didin pêş: eger sîstema dadwerî gendel be, wê kî gendelîyê li Îranê rawestîne?" Şemerî, û teqez kir ku sîstema dadwerî li Îranê "parastina tevahîya sîstema siyasî dike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500