Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pirên û torên rê yên Enbarê, dîsan tevgera çûnûhatinê vedikin

Xalid Taî

Di vê wêneya ku 22yê Gulanê hatiye girtin de xuya dibe ku pira Zexdan dîsan hatiye vekirin li Hedîsayê, li rojavayê Enbarê. Pir li ser destê DAIŞê hatibû xerabkirin. [Wêne ji Sindoqa Nûavakirinê ya Îraqî hatiye wergitin]

Di vê wêneya ku 22yê Gulanê hatiye girtin de xuya dibe ku pira Zexdan dîsan hatiye vekirin li Hedîsayê, li rojavayê Enbarê. Pir li ser destê DAIŞê hatibû xerabkirin. [Wêne ji Sindoqa Nûavakirinê ya Îraqî hatiye wergitin]

Pir û rêyên ku di dema şerê qewitandina "Delweta Îslamî" (DAIŞ) de hatine wêrankirin ji Enbarê weke beşekî kampanyeke mezin a nûavakirinê li parêzgehê ye, hikumeta herêmî got.

Endezyar û xebatkarên teknîkî yên Îraqî heya niha 74 pirên parêzgehê ji nû ve ava kirine, endamê encumena parêzgeha Enbarê Ferhan Mihemed Çarşemê (11ê Îlonê) ragihand.

Mihemed ji Diyaruna re eşkere kir ku pir di dema şer an jî di rêya kirinên xerabker ên DAIŞê de hatine wêrankirin gava hêzên Îraqî li ser wan girtibûn.

Wî dîyar kir ku xebatên nûavakirina piran yekser piştî qewitandina rêxistinê ji parêzgehê dest pê kirin di dawîya 2017an de, û pir dîsan li ser rêyan ji wê çaxê ve hatin vekirin.

Xebatên nûavakirina rêyan li bajarê Remadîyê li Enbarê di 17ê Îlona 2018an de dest pê kiriye. [Wêne ji Wezareta Avakirin û Niştekirinê hatiye wergirtin]

Xebatên nûavakirina rêyan li bajarê Remadîyê li Enbarê di 17ê Îlona 2018an de dest pê kiriye. [Wêne ji Wezareta Avakirin û Niştekirinê hatiye wergirtin]

Mihemed anî ziman ku pir di nav de Japanî, Filistîn, Omer bin Ebdul Ezîz, el-Qasim û el Hawz li rojhilatê Enbarê hatin nûavakirin, herwiha bi dehan pir li rojavayê Remadîyê heya Qayîm li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re.

Wî da xuyakirin ku "hîna 40 pirên wêrankirî mane, hejmareke mezin ji hêla endezyar û xebatkarên teknîkî yên Îraqî tên nûavakirin," da zanîn jî ku hinek proje radestî kargehine taybet hatine kirin.

Wî dîyar kir ku eger her tişt li gorî planê were meşandin, ev pir dê bi destpêka sala bê de werin vekirin.

Çaksazkirina torên rêyan

Wî da zanîn ku gavine giring bo nûavakirina rêyên sereke û nesereke li parêzgehê hatin avêtin.

Mihemed got "gelek rêyên stratejîk hatin vekirin ên bajarên Enbarê bi hev girêdidin, nemaze rêya Remadî- Kerma."

Wî got ku ev yek veguherî du rêyan ku lempe, dar û nîşane lê hatine danîn, "weke şarêya Enbarê ya navdewletî."

Mihemed da dîyarkirin ku tevî vê jî, "planên nûavakirinê rêyên nava bajêr jî girtin dest, di nav de rêyên 40, 60 û 100 li rojavayê Remadîyê li alîyê devera Kilo-7, û gelek rêyên din ên Enbarê."

Wî destnîşan kir ku "pêvajoya avakirinê li sektorê pir û rêyan bi pêş ve diçe ku li gelek hêmanan vedigere, ya herî giring jî hevahengîya di navbera hikumeta navendî û ya herêmî de û piştevanîya ku rêxistinên navdewletî pêşkêş dike."

Rakirina nîşanên wêrankirinê

Mihemed got, Bernameya NY a Pêşxsitinê û Banka Cîhanî piştevanîyeke mezin bo projeyên nûavakirina Enbarê pêşkêş kirin, li gel sindoqa Îraqî ya nûavakirina deverên ku zîyana terorîstan lê hatine kirin.

"Ewlehî û aramîya li parêzgehê, bi saya xebatên ecêb ên hêzên ewlekarîyê û yên êlan bûku bajar û biyaban li dijî gefên terorîstan parastin, ew hîma bingehîn a kampanya nûavakirinê ye," wî got. "Dîmenên nûavakirinê ji her kesî ve xuyaye li taxên Enbarê."

Wî ragihand ku parêzgeh "dest bi rakirina hemû şopên wêrankirinê kiriye," da zanîn jî ku xelkên Enbarê bi vê pêşketinê serbilind in û ew dixwazin heya dawîyê bi vê pêvajoyê ve biçin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500