Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Serkirdeyekî Tehrîr el-Şam gendelîya hevbendîyê eşkere dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev dîmen ji vîdyoyeke ku li ser internetê hatiye belavkirin hatiye wergirtin, serkêşekî Tehrîr el-Şam bi navê Ebdul Muîn Muhemed Kehal gotarekê pêşkêş dike ku tê de gendelîya di nav hevbendîyê de eşkere dike.

Ev dîmen ji vîdyoyeke ku li ser internetê hatiye belavkirin hatiye wergirtin, serkêşekî Tehrîr el-Şam bi navê Ebdul Muîn Muhemed Kehal gotarekê pêşkêş dike ku tê de gendelîya di nav hevbendîyê de eşkere dike.

Vîdyoya ku birêveberekî Sûrî yê Tehrîr el-Şam belav kiriye ku tê de ew gendelîya hevbendîya tundrew bi awayekî hûrgirlî dîyar dike bû sedema hêrsa hevkarên wî di serokatîyê de, li gorî çalakgerekî idlibî.

Di vîdyoya bi sernavê "Bo gemî noq nebe" ku bi awayekî berfireh li ser internetê belav bûye, serkirdeyê Tehrîr el-Şam ê bi navê Ebdul Muîn Muhemed Kehal (Îlyas el-Ebid Eşida) hewal da ku gendelîya di nav hevbendîyê de eşkere bike.

Wî nameya xwe arasteyî serokatîya Tehrîr el-Şam kir, û wî bûyerên gendelîyê û dizîyê yên di nav hevbendîyê de eşkere kirin û ferzkirina wê ji bacên neyasayî re li dijî gelê Sûrîyayê şermezar kir, çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Vîdyoyê hêrseke mezin di nava sivîlan de durist kiriye û êdî rewatîyê didenerazîbûnên wan ên berfireh li hember hevbendîyê, Idlibî got.

Ev otombîla serbazî ya hêzeke bi serokatîya Ebdul Muîn Muhemed Kehal e, yê ku piştî rûxana Helebê tevlî Tehrîr el-Şam bû. [Wêne ji hîsabê twitter ê Mujaîdû Eşida hatiye wergirtin]

Ev otombîla serbazî ya hêzeke bi serokatîya Ebdul Muîn Muhemed Kehal e, yê ku piştî rûxana Helebê tevlî Tehrîr el-Şam bû. [Wêne ji hîsabê twitter ê Mujaîdû Eşida hatiye wergirtin]

Ev endamekî Tehrîr el-Şam e li dergehê sînorî yê Bab el-Hewa, serkirdeyekî Tehrîr el-Şam hevbendî bi ferzkirina bacên neyasayî li ser sivîlan gunehbar kir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Bab el-Hewa hatiye wergirtin]

Ev endamekî Tehrîr el-Şam e li dergehê sînorî yê Bab el-Hewa, serkirdeyekî Tehrîr el-Şam hevbendî bi ferzkirina bacên neyasayî li ser sivîlan gunehbar kir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Bab el-Hewa hatiye wergirtin]

Wî got ku ev yek dê bibe bingeha hêrsa giştî, û dê hîn bêhtir Tehrîr el-Şam û polîtîkayên wê werin redkirin.

Heydarîyek ji serokatîya hevbendîyê re

Idlibî got ku di vîdyoyê de, Kehal -- berpirsekî îdarî yê hêza Ceyş Omer a ser bi Tehrîrel-Şam e -- heydarîyê dide emîrên Tehrîr el-Şam li dor bertîlxwarin, gendelî û bikaranîna desthilatê bo birina pereyan ji sivîlan.

Wî amaje bi ferzkirina bacên neyasayî li ser hejaran kir, û herwiha bal kişand ser kontrolkirina wê ji parzûnkirina sûtemenîyê û pîşesazîyên û bazirganîya xwarin û genim re kir.

Idlibî daxuyand ku wî herwiha bal kişand ser sepandina bêhtir ji 2,500 dolarî li ser Sûrîyên ku dixwazin di dergehê sînorî yê Bab el-hewa re derbasî Turkîyayî bibin, bi taybet nexweş û kesên bo tedawîyê diçin.

Kehal angaşt dike ku Tehrîr el-Şam tedbîrên serbazî yên pêwîst nade pêş bo rêgirtin li ber pêşveçûna hêzên rejîma Sûrîyayê û yên Rûsî.

Wî berfirehbûna bertîlan di nav hevbendîyê de eşkere kir, û da zanîn ku hinek postên mezin bi tenê di dest hinek serkirde û xizmên wan de ne, yên ku mûçeyên pir bilind werdigirin.

Di heman demê de, Kehal di vîdyoya xwe de got ku hinek karmendên Tehrîr el-Şam mûçeyên xwe wernagirin, û li ser zekatê dijîn.

Wî eşkere kir ku bi deh milyon dolaran bi Tehrîr el-Şam re ye ku di bin kontrola hinek serkirdeyan de ne.

Idlibî anî ziman ku weke bersiv ji dîmenê Kehal ê sotindar re, serkirdeyê Tehrîr el-Şam daxuyanîyek weşand tê de got ku Kehel ji kar hat bidûrxistin û ew dê li pêşberî dadgeha "leşkerî" were darizandin.

Idlibî got, li gorî daxuyanîyê, ew dê bi "xapandin, dexesî û belavkirina agahîyên ku refên mucahidînan ji hev dixe û xizmeta dijmin dike" were tawanbarkirin.

Idlibî destnîşan kir ku Kehal û koma wî ya Ceyş Omer ji Helebê derbasî Idlibê bûn piştî ew li ser destê rejîma Sûrî bi bin ketin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500