Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka û Turkîya dê plana "zona ewlehî" bicih bînin

AFP

Navgînên serbazî yê Turkî li nêzî bajarokê Seraqibê li parêzgeha Idlibê ya li bakur û rojavayê Sûrîyayê pagerîyê dikin di 4ê Îlonê de. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Navgînên serbazî yê Turkî li nêzî bajarokê Seraqibê li parêzgeha Idlibê ya li bakur û rojavayê Sûrîyayê pagerîyê dikin di 4ê Îlonê de. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Serokê Turkîyayê Recep Tayip Erdogan Pêncşemê (5ê Îlonê) got ku Turkîya amade ye ku planeke "zona ewlehî" bi Waşintonê re bi cih bîne berî dawîya Îlonê.

Amerîka û Turkîya dê pagerên hevbeş li zona ewle bikin, zona ku "Turkya biryar daye ku ku di heftîya dawî de ji Îlonê ava bike", Erdogan di gotareke televîzyonê de li Enqerayê got.

Hevalbendên NATOyê meha borî li hev kirin ku zoneke veqetîner di nav sînorê Turkî û deverên Sûrî yên li jêr kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Amerîka piştgirîya wan dike ava bikin.

Erdogan got ku 350,000 Sûrî berî vê vegeriyan beşine welat ku ketine jêr kontrola Turkan de di dema êrîşên di salên 2016an û 2018an de.

"Armanca me ew e herî kêm milyonek ji xwişk û birayên me yên Sûrî li zoneke ewle bi dirêjahîya 450 kîlometeran li seranserê sînor bi cih bikin," wî got.

Turkêya penageh e ji bêtir ji 3.6 milyon penaberên Sûrî re û ew ditirse ku penaber ji nû ve biherikin ji ber ku hikûmeta Sûrî ber bi asêgeha opozîsyonê ya dawî Idlibê bi pêş ve diçe.

Derengîya roja Çarşemê, berpirsekî Turk yê payebilind ji şêwirmendê ewlehî yê neteweyî John Bolton re got ku Enqera amade ye ku plana zona ewle li Sûrîyayê bi cih bîne bi Waşintonê re "bêyî derenghiştin", ajansa nûçeyan a dewletê ya Enadolê ragihand.

Peyvdarê bi navê serokatîyê Brahîm Kalin di axaftineke telefonî de ji Bolton re got ku "alîyê Turkî amadekarîyên xwe yên bo bicihanîna plana operasyona hevbeş ya Amerîk Tirkî bê derenghiştin temam kirine", Enadolê ragihand.

Herwiha herdu alîyan lidarxistina civîneke gengaz di nav Erdogan û serokê Amerîkî Donald Trump de nîqaş kir, li perawêza civînên Komeleya Giştî ya NY ya salane li New Yorkê demeke din ji vê mehê.

YPG -- hevkareke sereke ya Wasintonê ye di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyayê -- got ku ew dê alîkarîyê di bicihanîna zona veqetîner li deverên wan ên li dirêjahîya sînorê Turkî de bike.

Meha borî, desthilatdarîya Kurdî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê got ku hêzên wê dest pê kirine ji çeperên li dirêjahîya sînorê bi Turkîyayê re vedikişin piştî ku rêkeftineke Amerîkî-Turkî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500