Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Nînewa 13 dibistanên ku ji ber êrîşên DAIŞê ziyan gihiştiye wan nû dike

Xalid Taî

Xwendekar li dibistana Mekasib li rojavayê Mûsilê nûvekirina dbistanan pîroz dikin di Îlona 2018an de piştî ew hat nûavakrin piştî rizgarkirina bajar ji DAIŞê. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Xwendekar li dibistana Mekasib li rojavayê Mûsilê nûvekirina dbistanan pîroz dikin di Îlona 2018an de piştî ew hat nûavakrin piştî rizgarkirina bajar ji DAIŞê. [Wêne ji Navenda Medyayê ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Kêmtirî mehekê maye ji destpêkirina dibistanan re, Birêveberîya Perwerdahîya Nînewayê jî nûkirina 13 dibistanên ku dema kontrolkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji parêzgehê re wêran bûbûn qedandiye.

Di du salan de ji dema rizgarkirina parêzgehê ji DAIŞê, Wezareta Perwerdahîyê "nûavakirin û çaksazîkirina hemû avahîyên dibistanên ziyanbûyî ji ber êrîşên terorî xiste berîtîya xwe", Samî Fadilî, birêveberê medyayê di Birêveberîya Perwerdahîya Nînewayê de ragihand.

Wî daxuyand ku plana nûavakirinê 100 dibistanên bi temamî wêranbûyî li bajarê Mûsilê li xwe digire, û da zanîn ku rêxistinên navdewletî û tîmên xwebar di vê xebatê de cih digirin.

Wî teqez kir ku nûavakirin li 13 dibistana qedîyaye -- heşt ji rojava û rojhilatê Mûsilê û pêncên din li bajarokine din ên Nînewayê.

Welatîyên Îraqî merasîma vekirina dibistaneke ziyandar ji ber DAIŞê li Nînewayê piştî nûkirina wê amade dibin, di Hezîrana 2018an de. [Wêne ji Sebeta bo Nûavakirina Deverên Ziyandar ji Operasyonên Terorîstan hatiye wergirtin]

Welatîyên Îraqî merasîma vekirina dibistaneke ziyandar ji ber DAIŞê li Nînewayê piştî nûkirina wê amade dibin, di Hezîrana 2018an de. [Wêne ji Sebeta bo Nûavakirina Deverên Ziyandar ji Operasyonên Terorîstan hatiye wergirtin]

"Ev dibistan aniha amade ne ji wergirtina bi hezarên xwendekaran re bo sala nû ya xwendinê ya ku qewl e roja 25ê Îlonê li seranserê Îraqê dest pê bibe," Fadilî got.

"Bi giştî 23 dibistan li Mûsilê hene û bi dehên dibistanan li navçeyên din ên Nînewayê hene ku ew aniha li jêr nûavakirinê ne," wî got, û da zanîn ku hinek ji wan dê di sala xwendinê ya (2020/2021) de bên vekirin.

Wî got ku bi giştî 1,900 dibistanên ku tûşî astên cuda yên ziyan bûbûn hatin nûkirin ji dema ku parêzgeh berî du salan hat rizgarkirin.

Zêdebûna hejmara xwendekaran

Fadilî daxuyand ku xebatên wezaretê ne tenê nûavakrin e, lê belê ji avakirina dibistanên nû jî pêk tên.

"Em dixwazin hemû zarokên di temenê xwendina bingehîn de werbigirin," wî got, û amaje kir ku hejmara xwendekaran li dibistanên Nînewayê dê bo bêhtir ji milyonekî di sala xwendinê ya nû de zêde bibe.

Wî got ku hikûmet berdewam e di terxankirins budceyê de bo nûkirina dibistanên heyî û avakirina dibistanên nû, bi taybetî li deverên ku dibistan hejmareke pir gelek ji xwendekaran vedihewînin.

komîteya perwerdahîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Pêncşemê (5ê Îlonê) ragihand ku wê 100 milyar dînarên Îraqî (83 milyon dolar) bo nûkirina dibistanên kevin û avakirina dibistanên nû li parêzgehê terxan kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500