Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

DAIŞ ber bi paş ve diçe piştî pêngava Diyalayê

Xalid Taî

Yekîneyên serbazî yên li ser girên Diyalayê bi cih bûne di Pêngava 26ê Sibatê de beşdar dibin daku veşartgehên DAIŞê kifş bikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên li ser girên Diyalayê bi cih bûne di Pêngava 26ê Sibatê de beşdar dibin daku veşartgehên DAIŞê kifş bikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyonên ewlehî yên Tebaxê li parêzgeha Diyalayê bi ser ketin di kuştina bi dehan fermandar û rêkxerên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), polîsê Îraqî li Diyalayê ev yek di dawîya mehê de îlan kir.

"DAIŞê 14 ji fermandar û bermahîyên wê yên mayî di meha Tebaxê de ji dest dan," peyvdarê polîsê Diyalayê eqîd Xalib Etîya ji Diyaruna re eşkere kir.

Xwekuj û serkirdeyên rêza yekemîn di nav wan kesên hatin kuştin de bûn, bi vî awayî planên DAIŞê "yên destpêkirina êrîşin berfireh li ser komên sivîlan li Baqûba û bajarin din ên parêzgehê têk birin".

Wî got ku piştî ku hêzên Îraqî êrîşên asmanî yên biserketî li dijî veşartgehên DAIŞê li parêzgehêpêk anîn, rêxistinê xwe sparte wan endamên biyanî û Îraqî daku aramî bo têkdana aramî û aştîyê û bilindkirina moralên bermahîyên xwe yên belawela.

Berpirsekî ewlekarî yê Îraqî navgîneke sivîl teftîş dike di 11ê Tebaxê de weke beşekî ji xebatên ewlehî bo rêgirtin li ber êrîşên terorî li parêzgeha Diyalayê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Berpirsekî ewlekarî yê Îraqî navgîneke sivîl teftîş dike di 11ê Tebaxê de weke beşekî ji xebatên ewlehî bo rêgirtin li ber êrîşên terorî li parêzgeha Diyalayê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

"Mirina endamên DAIŞê di encama êrîşên nişkayî yên polîsê Diyalayê û Fermandarîya Operasyonên Diyalayê hat ," wî got û not kir ku ajansên hewalgirîyê ew bi raportên derbarê planên DAIŞê û veşartgehên wê dabîn kirin.

Etîya got ku çekdaran xwe di şkeftan de li çiyayên Hemrînê û deverên dûrdest li beşên bakurî û rojhilatî yên parêzgehê vedişartin.

Kuştina 14 çalakên DAIŞê, hin ji wan di qonaxa sêyem ya pêngava Vîna Serkeftinê hatin armanckirin, "yek ji têkçûnên dijmin ên herî mezin tê reçavkirin ", wî anî ziman.

"Em dê ranewestin û em dê bidin dûv van endaman û hemû şîyanên wan wêran bikin," wî got.

Wî teqez kir ku hêzên ewlekarî pêşketineke mezin bi dest xistine di xabatên xwe yên derkirina bermahîyên DAIŞê de, "lê hîn gelek ji me tê xwestin ku em bikin da em nehêlin ku DAIŞ berfireh nebe û û hebûna wê li parêzgehê bi dawî bibe".

Domkirina fişarê li ser DAIŞê

Di halê hazir de DAIŞ nikare êrîşên berfireh li parêzgeha Diyalayê bi cih bîne weke çawa di salên berê de dikir, endamê encumena parêzgeha Diyalayê Sacid Enbekî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku fişara ewlehî, çalakîya hewalgirî û alîkarîya ji alîyê niştecihên xwecihî ve hemûyan alîkarî di lawazkirina rêxistinê de kir.

Wî teqez kir ku DAIŞê dê berdewam kêm bibe, û herwiha "alîkarî di nav hemû ajansên ewlekarî de heye" daku ewlehî û aramîya berdewam a li Diyalayê biparêzin.

"Bêtir ji 40 fermandarên DAIŞê vê salê di kemîn û operasyonên ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve li deverên cuda ji Diyalayê hatin kuştin," serokê polîsê Diyalayê lîwa Feysel Ebadî di 23yê Tebaxê de ragihandibû.

Wî got ku DAIŞ "gelekî li Diyalayê hatiye lawazkirin û tenê komên wê yên belawela li vir û wir hene yên ku bi giranî ziyan gihaye wan ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve".

Hêzên ewlekarîyê pêşketineke mezin di şopandina bermahîyên DAIŞê di çarçoveya pêngava Vîna Serkeftinê de pêk anîne, endamê encumena parêzgeha Diyalayê Xudir Muslim got.

"Destkeftîyên ku hêzên me kirine bawerîya me bi wan xurt dike ku ew bi awayekî berdewam rêxistina terorîst têk dibin û bermahîyên wê tune dikin," wî ji Diyaruna re got û not kir ku delîv tune ye ku em vê yekê paşguh bikin.

Wî got ku hîn pêwîstî heye ku "em xebatên xwe yên ewlehî û hewalgirî berdewam bikin û em hişyar bimînin bo terorîst derfetê nebînin ku tu destkeftîyan bi dest bixin", wî got.

Muslim got ku ev xebata ku em nehêlin îdîolojîya tundrew belav bibe dihundirîne.

"Divê em şerê fikrê tundrew û çi tiştê dihêle ku xelk tevlî terorîstan bibin bikin, ku pirsgirêka herî mezin betalî ye," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500