Nûçeyên Iraqê
Penaber

Kampên Nînewayê vala dibin pişî ku malbat vedigerin malên xwe

Xalid Taî

Niştecîyên Nînewayê yên bêwar xwesteka ku vergerin malên xwe pêşkêşî Birêveberîya Nînewayê ya Koçberîyê dikin di 26ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Niştecîyên Nînewayê yên bêwar xwesteka ku vergerin malên xwe pêşkêşî Birêveberîya Nînewayê ya Koçberîyê dikin di 26ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Niştecî di kampên bêwarîyê de li parêzgeha Nînewayê hêdî hêdî kêm dibin piştî ku niştecîyên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew ji malên wan derxistibûn bi hejmarên mezin vedigerin, perpirsên xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Gelek bêwar hildibjêrin ku vergerin malên xwe , tevî zehmetîyên têkildarî vegera wan, mîna xizmetguzarîyên giştî yên lawaz û şert û mercên jîyanê.

Ji nav nifşê dawî yê kesên vedigerin Bekr Selman û malbata xwe bûn, yê bijart ku dest ji kampa Cedayê berde di destpêka Tebaxê de û vegere mala xwe li Mûsilê.

Selman ji Diyaruna re got ku ev demeke dirêj e wî plan dikir ku vegere taxa Sehayê ya li rojavayê Mûsilê lê biryara wî dereng ma ji ber raport hebûn derbarê "xizmetguzarîyên giştî yên lawaz" li wê deverê.

Malbatên bêwar ji kampên bêwarîyê derdikevin da ku vegerin malên xwe li parêzgeha Nînewayê di 1ê Nîsanê de. [Wêne ji Birêveberîya Koçberîyê li herêma Kurdistanê hatiye wergirtin]

Malbatên bêwar ji kampên bêwarîyê derdikevin da ku vegerin malên xwe li parêzgeha Nînewayê di 1ê Nîsanê de. [Wêne ji Birêveberîya Koçberîyê li herêma Kurdistanê hatiye wergirtin]

"Xizmetguzarî gelekî ne baş in, lê di van herdu salên dawî de baş bûne û vê yekê em han dan ku em vegerin," wî got.

Selman got ku ew dihese ew bextewer e ji ber di şer de gelek ziyan negiha mala wî, û not kir ku "malên ziyanbûyî û betalî ji sedemên sereke ne yên ku nahêlin gelek malbatên bêwar vegerin".

Bi sedan rojane vedigerin

Di van her sê salên borî de, Birêveberîya Nînewayê ya Koçberîyê vegera 70,000 malbatan ji kampên bêwarîyê li derdora Mûsilê ber bi malên wan ve li seranserê parêzgehê qeyd kiriye.

Tevî ku bêguman zehmetî hene, qeyrana bêwarîyê li Nînewayê "ne ew qasî weke berê xeternak e", Besman Ekrem Ehmed serokê pêwendîyên giştî û medyayê li birêveberîyê got.

Birêveberî "her roj di nav 300 heta 500 xwestekan de ji bêwarên ku dixwazin dest ji kampan berdin û vergerin malên xwe werdigire ", wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Aniha me 20,000 form temam kirin, formên bêwarên bendewraîyê dikin daku weke kesên vegeryayî werin dabeşkirin," Ehmed got.

Wî da zanîn ku birêveberî serperiştîya 14 kampan dike, piranîya wan li başûrê Mûsilê dikevin: şeş kampên Cadayê, ligel Muderic, Hac Elî, Nemrûd, du kampên Hemam Elîlê û dû kampên Selemîyayê.

"Ji destpêka sala 2016an , bi awayekî berdewam bêwaran dest ji kampan berdida," wî got û not kir ku tenê 33,000 malbat -- dora 155,000 kesan -- dimînin.

Wî teqez kir ku Wezareta Îraqî ya Koç Koçberîyê ji gelek malbatên bijartin vegerin piştgirîya darayî û xizmetguzarîyin din dabîn kirin.

Wî teqez kir ku danên darayî yên bi qasî 1.5 mîlyon dînarên Îraqî (1,250$) ji 12,000 malbatên vegeryayî re hatine dabînkirin , wî got yên ku 6,400 malbat ji wan Nînewayê ne.

Ligel van danan "wezaret programekî piştgirîyê ji kesên vegeryayî re dabîn dike, piştgirî bi şêweyê tahîlkirina pîşeyî û di warê kar de û alîkarî ku dest bi projeyên bazirganî yên piçûk bikin", wî got.

Nîşan hene ku qeyrana bêwarîyê li Nînewayê "ber ku were çareserkirin herwiha pêşketineke rêjeyî di xizmetguzarîyê giştî de heye", endamê encumena parêzgeha Nînewayê Husam Edîn Ebar ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku encumen kar dike niştecîyên Nînewayê vegerîne malên wan di rêya zêdekirina xebatan da ku xizmetguzarîyên mîna av û kehrebeyê baş bike, û binesazîyê mîna rê û piran saz bike.

Malbat ji Hewlêrê vedigerin

Herwiha niştecîyên Nînewayê yên bêwar ji deverên dûr vedigerin, dora 8,500 kesan ji Hewlêrê vedigerin di van çend salên dawî de, Buraq Uof Ebdul Rehman, serokê pêwendîyan li ofîsa wezaretê li herêma Kurdistanê, got.

Şeş kamp li Hewlêrê hene -- herdu kampên Hesen Şam, Xezir, Dîbeka, Beherka û Erşemê -- ku bi hezaran bêwarên ji Mûsil û bajarên din ên Nînewayê dihewînin, wî ji Diyaruna re got.

Ofîs vegera 30 heta 50 malbatan heftane qey dike, ev yek nîşaneke erênî ye, wî got, "tevî dibe ku çend malbat vegeriyabin kampan ji ber xizmetguzarîyên giştî yên lawaz yan derfetên kar ên kêm".

Wî got ku wezaret xebatên mezin dike da niştecîyên bêwar vegerin malên xwe, û not kir ku "eger bêwar bi ser neketin ku vegerin kampên me dê pêşwazîya wan bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500