Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Çalakger: 'Projeyên Nûavakirinê' yên Pasdaran li Sûrîyayê mîna destdanîna li ser zevîyan in

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Lorîyeke Cîhad Bîna li Sûrîyayê. Hizbulah sazî weke sîwanekê bi kar tîne bo veguhestina çekan bo devera Elbû Kemalê bi behaneya belavkirina alîkarîya mirovî, çalakger wiha dibêjin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Lorîyeke Cîhad Bîna li Sûrîyayê. Hizbulah sazî weke sîwanekê bi kar tîne bo veguhestina çekan bo devera Elbû Kemalê bi behaneya belavkirina alîkarîya mirovî, çalakger wiha dibêjin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakger dibêjin ku di çarçoveya xebatên xwe yên berfirehkirina bandordarî û hebûna xwe li Sûrîyayê, Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) karên nûavakirinê û projeyên avakirinê yên bi lez bi cih tîne û metryalên ne ewleh di wan de bi kar tîne.

Piranîya vê xebatêji hêla Cîhad Bîna ve tê serpereştîkirin, ku dezgeheke Hizbulahê ew damezrandîye, û Îran wê temwîl dike, û li Şamê û hin deverên Dêra Zorê xwedan çend şax e.

"Cîha Bîna xwe di medyayê de weke rêxistineke xêrdar û xizmetguzarîyan ku piştgirîya xelkê Sûrîyayê dike nîşan dide," çalakgerê ji Şamê, Mihemed Bêk ji Diyaruna re teqez kir.

Wî dîyar kir ku sazîya ser bi Pasdaran ve bo berfirehkirina bandordarîya rejîma Îranî li Sûrîyayê û qezenckirin ji milmilanîyê tê bikaranîn, û da zanîn ku Pasdaran dixwaze kuqezencê ji karê nûavakirinê bike.

Lorîyên Cîhad Bîna li gundewarê Şamê tên dîtin, û çalakger dibêjin ku sazî hewl dide ku dest deyne ser karê avakirinê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Lorîyên Cîhad Bîna li gundewarê Şamê tên dîtin, û çalakger dibêjin ku sazî hewl dide ku dest deyne ser karê avakirinê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bêk got ku bikaranîna metryalên avakirinê yên ne ewleh jîyana Sûrîyan dixe xeterîyê de, û da zanîn ku hesin û çementoya ku tê bikaranîn ne li gorî standerên selametîyê ye.

"Tu serpereştî û çavdêrî ji prosesa avakirinê re tune ye," wî got. "Tu rola endazyarên pispor û çavdêrên ser bi hikûmeta Sûrîyayê ve tune ye, û bi yekcarî rê bo wan nayê dayîn ku destêwerdanê di karê ku dezgeh pê dirabe de bikin."

Bêk dîyar kir ku li gorî endazyarên ku ew bi wan re axêvî, kû lezkirina di avakirinê de dê bibe encama bunyadên ne ewleh.

Weke mînak, endazyaran jê re got ku avahîyeke nemûneyî bi hewcedarî şeş mehan e bo kolandin û çandina bingehan berî ku avakirin bê destpêkirin, lê avakerên Cîhad Bîna çendîn qatan di demeke kurttir de bilind dikin.

"Ev avaker hesinê ku ji avahîyên hilweşayî di dema şer de tê derxistin dikirin," wî got, û wiha ew hesinê kevin weke hesinê nû bi buhayên stander dihejmêrin, di demekê de ku buhayê wî yê rasteqîn 25% ji buhayê tomarkirî kêmtir e.

"Weke ku li Îranê be ew tev digere"

Cîha Bîna li "çendîn deverên Dêra Zorê û Elbû Kemalê tev digere, weke ku ew li ser xaka Îranê be", çalakgerekî Dêra Zorê bi navê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku sazî û aligirên wê dest danîne ser hejmarek ji bajarok, gund ûbajaran, û ew "bi temamî rê nadin sivîlan ku vegerin eger ew qebûl nekin di çarçoveya milîsên Pasdaran de li navçeyê bixebitin".

Wî got ku hinek bajarokên ku Cîhad Bîna li wan karên avakirinê dike bûne "baregehên milîsên Pasdaran û vehewangehên bo endamên ji gelek nasnameyan, di nav de Îranî, Îraqî, Lubnanî û Efxan".

Bi rêya van kiryaran, Pasdaran dixwaze ku "kontrola xwe li ser navçeyê biçesipîne, bi taybetî li deverên li nêzî sînorê bi Îraqê re, bo ewlekirina rêyan û derbasgehan" û bo guhertina demografîk, Ebid got.

Wî got ku alîgirên Pasdaran "rê li ber belavkirina alîkarîyên xwarinê bo sivîlên li deverê dikin, û bi tenê belavkirina alîkarîyan ji sazîyên alîgir jê re serbest e".

Xweveşartina li pişt Cîhad Bîna

"Piranîya berpirsên Cîhad Bîna endamên Hizbulaha Lubnanî ne, yên ku hatine destnîşankirin bo li jêr vê sîwanê bixebitin bo rê bidin wê [Hizbulahê] ku bi serbestî li jêr sîwaneke ne serbazî tev bigerin bo veguhestina çek, cebilxane û rokêtan ji Lubnanê bo Sûrîyayê û ji Îraqê bo Sûrîyayê," parêzerê Sûrî, Beşîr Besam wiha şirove kir.

Wî ji Diyaruna re got ku Pasdaran Hizbulah ji ber ezmûna wê ya gelek di karên hevşêwe de li Lubnanê bi kar tîne, ji ber ku li wir jî Cîhad Bîna weke navnîşanekê tê bikaranîn, û rê dide Hizbulah ku bi serbestî tev bigere û bi awayekî serbazî li gelek deveran belav bibe.

"Kontrola Hizbulah ji birêvebirina dezgehê re rê dide wê ku çekan bo deverê bi azadî veguhêze, bi behaneyên mirovî û tecnîdkirinê li deverê," Besam got.

Wî teqez kir ku ciwan li jêr perdeya dezgehê weke şervanan tên tecnîdkirin, û ew zehmetîyên wan ên aborî bi kar tîne û paşê wan dişîne şerkirina di nav rêzên milîsên ser bi Pasdaran ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500