Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Enbar dê dergehê sînorî yê Qaimê bi Sûrîyayê re dîsan veke

Seyf Ehmed li Enbarê

Îraq dê careke din dergehê sînorî yê Qaimê di meha Îlonê de veke, ev gava ku dê li gorî gelekan tevgera bazirganî û pevguhertina aborî di navbera Îraq û Sûrîyayê de dest pê bike, û dê xizmetguzarîyên veguhestinê yên ji Îraqîyan re pêwîst dabîn bike. Otombîl û kamyonên bûzgirtî di wêneyê de tên dîtin li dergehê sînorî yê Trêbîlê di navbera Îraq û Urdunê de piştî ew di sala 2017an dîsan hat vekirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna] 

Îraq dê careke din dergehê sînorî yê Qaimê di meha Îlonê de veke, ev gava ku dê li gorî gelekan tevgera bazirganî û pevguhertina aborî di navbera Îraq û Sûrîyayê de dest pê bike, û dê xizmetguzarîyên veguhestinê yên ji Îraqîyan re pêwîst dabîn bike. Otombîl û kamyonên bûzgirtî di wêneyê de tên dîtin li dergehê sînorî yê Trêbîlê di navbera Îraq û Urdunê de piştî ew di sala 2017an dîsan hat vekirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna] 

Hikûmeta xwecihî ya Enbarê ragihand ku wê dest bi bicihanîna zincîrek ji rêkaran kiriye bo dîsan vekirina dergehê sînorî yê Qaimê di navbera Îraq û Sûrîyayê de di destpêka Îlonê de.

Hikûmeta xwecihî, bi gilopa kesik a hikûmeta navendî li Bexdayê, dest bi bicihanîna zincîrek ji rêkarên îdarî, ewlehî û xizmetguzarî kiriye bo dîsan vekirina dergehê sînorî, yê ku ji 2012an de girtî bû, endamê encumena parêzgeha Enbarê Taha Ebdul Xenî ji Diyaruna re ragihand.

"Birêveberîyên xizmetguzarîyê dest bi rakirina avahîyan kirine û bêhtir ji 50 trêleyan, ku hikûmeta navendî dabîn kirin, danîn, ligel nûavakirina bunyadê ku ji alîyê 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) hatin wêrankirin," wî got.

Ebdul Xenî got ku hêzên ewlekarîyê yên ku ji artêş, polîs û Zîrevanîyên Sînor ên Enbarê pêk tên dergehê sînorî diparêzin û bi dirêjahîya sînorê di navbera Îraq û Sûrîyayê de bi cih dibin.

Wî got ku Qaim yek ji "navçeyên girîng ên parêzgeha Enbarê ye û dê roleke mezin di aborîya Îraqê de bigerîne dema ku dergehê sînorî dîsan were vekirin di destpêka meha werê de".

Çavkanîyeke dahatê

Nûvekirina dergehê sînorî yê Qaimê "projeyeke aborî ya girîng e" ku dê derfetên kar bo Enbarîyên bêkar peyda bike, ew jî bi vegera trafîka bazirganî û veguhestina rêwîyan, tiştan û pêdivîyan, şaredarê Qaimê Ehmed Cidyan ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku dergehê sînorî bi awayekî mezin di operasyonên terorî yên DAIŞê de dema ku wê beşin ji Enbarê kontrol kiribûn wêran bûbû, û da zanîn ku dîsan vekirina dergeh dê dahateke sabit ji hikûmeta xwecihî re misoger bike, ew jî ji dergehê sînorî bi xwe û ji berfirehbûna çalakîya bazirganî.

Endamê encumena parêzgeha Enbarê Muhemed Ferhan ji Diyaruna re ragihand ku dê parêzgeh "fûrandineke mezin di çalakîya avakirinê de bibîne û dê rewşa aborî bipişkive piştî ku dergehê sînorî yê Qaimê were vekirin, û ew dê herwiha xizmetguzarîya veguhestina bejahî ji rêwîyan û pêdivîyan re dabîn bike".

"Bi dehan firoşgeh, markêt, xwaringeh, cihê seknandina otombîlan, ofîsên geştyarî û rêwîtîyê, û kompanîyên guhertina pereyan dê li dergehê sînorî û bi dirêjahîya şahrêya ji Remadî di navçeyên rojavayî yên Enbarê re diçe dergehê sînorî bên vekirin," wî got.

"Ev firoşgeh, ofîs û kompanî dê derfetên kar bo bi sedên karkeran di kartên taybet û hikûmî de dabîn bikin û dê karên pêşesazî û teknîkî ji ciwanan re peyda bikin," wî got.

"Vekirina dergehê sînorî dê pevguherîna aborî û bazirganî ya di navbera Bexdayê û Şamê de bide pêş. û dê xizmetguzarîyên veguhestinê yên pêwîst ji Enbarî û Îraqîyan re misoger bike," Ferhan got.

Enbar bi "aramîyeke berçav" şa dibe piştî têkdayîna şanên DAIŞê û baldarîkirin bi nûavakirinê û berdestkirina xizmetguzarîyan li bajarên rizgarbûyî, Suheyb Berzan Obêdî, fermandarê hêzên heşda êlan li bajarên Ferata Jorîn li rojavayê Enbarê wiha got.

Şervanên êlan li bajarên Ferata Jorîn li xalên pişkinînê yên bi dirêjahîya şahrêya navdewletî cih digirin û ew alîkarîya zîrevanîya sînor di ewlekirina zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re li Enbarê dikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Dîsan vekirina dergehê sînorî yê Qaimê di rojên tên de dê serkeftinek be li ser terorîzmê û dê trafîka bazirganî ya di navbera her du welatan de vegerîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500