Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Niştecihên Xan Şêxûnê giheştina rejîmê şermezar dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Niştecihên koçber ên Xan Şêxûnê xwepêşandanek li bajarê Idlibê da kontrola rejîmê û bicihkirina alîgirên wê şermez bikin li dar xistin. [Wêne ji torên civakî hatiye wergirtin]

Niştecihên koçber ên Xan Şêxûnê xwepêşandanek li bajarê Idlibê da kontrola rejîmê û bicihkirina alîgirên wê şermez bikin li dar xistin. [Wêne ji torên civakî hatiye wergirtin]

Niştecihên koçber ên Xan Şêxûnê li Idlibê konrtolkirina rejîmê ya Xan Şêxûnê bi xwepêşandanekê şermezar kirin, çalakgerekî herêmî Pêncşemê (29ê Tebaxê) ragihand.

Çalakger Heysem Idlibî ji Diyaruna re got ku rejîmê wan neçar kir ji malên xwe derkevin, û da zanîn jî ku tê angaştkirin ku rejîmê alîgirên xwe ji gelek deveran anîne û ew li şûna wan bi xanî kirine.

Idlibî dîyar kir ku piştî hêzên rejîmê Xan Şêxûn kontrol kirin, kampanyayeke ragihandinê ya mezin belav kir ku va ye karwanên ku welatîyan hildigirin tên.

Rejîmê angaşt kir ku ev bas koçberên ku vedigerin malên xwe bar dikin piştî hevbendîya tundrew Tehrîr el-Şam û alîgirên xwe vekişîyan.

Berpirsên hikumeta Sûrî serdana bajarokê Xan Şêxûnê kirin piştî hêzên rejîmê vê mehê dest danîn ser bajar.[Wêne ji torên civakî hatiye wergirtin]

Berpirsên hikumeta Sûrî serdana bajarokê Xan Şêxûnê kirin piştî hêzên rejîmê vê mehê dest danîn ser bajar.[Wêne ji torên civakî hatiye wergirtin]

Leşkerin ji artêşa rejîma Sûrî wêneyekê ligel çekdarên ji milîsên xwe yên alîgir ve digirin li bajrokê Xan Şêxûnê. [Wêne ji torên civakî hatiye wergirtin]

Leşkerin ji artêşa rejîma Sûrî wêneyekê ligel çekdarên ji milîsên xwe yên alîgir ve digirin li bajrokê Xan Şêxûnê. [Wêne ji torên civakî hatiye wergirtin]

Idlibî anî ziman "lê paşê hat xuyakirin ku hejmareke biçûk a niştecihên resen vegerîyane malên xwe, lê kesên mayî alîgirên rejîmê bûn ku ji gelek deveran hatine û li parêzgeha Hemayê dijîyan."

Wî daxuyand ku rejîmê ev kes derbasî Xan Şêxûnê kirin û ew li malên kesên ji ber şer revîyabûn cihine ewletir li parêzgehê bi cih kirin.

Idlibî da zanîn ku ev gaveke stratejîk ji hêla rejîmê ve ye, da bêhtir bajarok zeft bike û nehêle kesên li dijî wê vegerin.

Angaşt têkildarî talanên rejîmê

Di heman demê de, niştecihên Xan Şêxûnê li bajarê Idlibê xwepêşandanek li dijî rejîmê li dar xistin da destserkirina bajarok û herwiha destdanîna ser malûmilkên wan şermezar bikin.

Idlibî got ku li gorî niştecihên bajarok, piranîya malên li Xan Şêxûnê ji hêla leşkerên rejîmê û milîsên bi ser wê ve hatin talankirin, û kelûpelên malên wan hatin rakirin.

Niştecihan ji Idlibî re got ku wan berhemên çandinîyê jî dizîn, di nav de berhemên fisteqan, ku behema sereke ye li herêmê.

Wî teqez kir ku polîsên leşkerî yê Rûsî li bajarok û derdora wê belav bûne.

Idlibî destnîşan kir ku angaştên ku ragihandina rejîmê der barê vegera jîyanê mîna berê û ku rejîm kehrebe û avê dide wan û kavilan radike belav dike, "tenê propoganda ne."

Wî da zanîn ku karê bi tenê li derdora bajarokê hatiye kirin ew jî li ser rêya bilez a stratejîk bû, ya Hema bi Şamê ve girê dide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500