Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şer û êrîşên asmanî li ser başûrê Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Dîmenekî cewî ji bajarê Xan Şêxûnê re, yê xuya dike ku bi temamî ti çalakîya serbazî û ne ya sivîl lê nîne piştî vekişîna Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Dîmenekî cewî ji bajarê Xan Şêxûnê re, yê xuya dike ku bi temamî ti çalakîya serbazî û ne ya sivîl lê nîne piştî vekişîna Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Şerê dijwar û êrîşên asmanî li derdora bajarê Xan Şêxûnê yê Idlibê ji alîyê başûr ve berdewam kir roja Çarşemê (21ê Tebaxê) piştî ku Tehrîr el-Şam û komên çekdar ên din ji deverê vekişîyan roja Sêşemê, çalakekî xwecihî got.

Tehrîr el-Şam û komên hevalbendên wê ji nîvê bajar vekişîn û li derdora wê belav bûn, bi teybet li alîyê başûr ji bajar, cihê ku şerê dijwar berdewam e, çalakê Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Tevî ku vekişandin hatiye îlankirin, wî got, pêjna hêzên rejîma Sûrî naye ku ew di hundirê bajar de belav bûne, û hejmareke bajarokan, di nav wan de Mûrik, Kefer Zêta û Letaminê hîn di destê Tehrîr el-Şam de ne.

Herwiha tundrew û komên hevalbend ji gundewarê bakurê Hemayê vekişîn, wî got, piştî ew hema em dikarin bibêjin hatiye dorpêçkirin û rastî şer û êrîşên asmanî tê.

Endamine Xûzeyên Spî sivîlan ji bin molozên malekê li bajarokê Benînê yê Idlibê dikişînin, malak ku bi awayekî yekser rastî êrîşeke asmanî hat. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Spî sivîlan ji bin molozên malekê li bajarokê Benînê yê Idlibê dikişînin, malak ku bi awayekî yekser rastî êrîşeke asmanî hat. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hêzên Tirkî nêzî şarêya Şam û Helebê bi cih bûne piştî ku ew ji alîyê rejîma Sûrîve nêzî Xan Şêxûnê hatin aramnckirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hêzên Tirkî nêzî şarêya Şam û Helebê bi cih bûne piştî ku ew ji alîyê rejîma Sûrîve nêzî Xan Şêxûnê hatin aramnckirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Devera ji gundewarê bakurê Hemayê heta Xan Şêxûnê bi awayekî tam ti hebûna serbazî û ne ya sivîl lê nebû, piştî koçberîya sivîlan ya komî yên ku ji ber şer reviyan, Esaf got.

Di heman demê de, karwanê artêşa Tirkî ya ku balefirên şer ên rejîmê ew li nêzî Xan Şêxûnê armanc kir weke hewldanekê da ku bipêşveçûna wê ber bi ku cih bigire li nêzî şarêya Şam û Helebê li devera Meret Numanê rawestîne, wî got.

Şerê dijwar li deverên din berdewam kir, bi taybet li gundewarê Laziqîyayê, wî got, cihê hat ragihandin ku hêzên rejîmê rastî xisarên mezin hat dema wan hewl da ku pêş bikevin li mihwerê Kebînayê li devera Cebel el-Ekrad.

Hejmareke sivîlan di êrîşên asmanî yên gelek ên Rûsî û rejîma Sûrî li ser gundewarê başûrê Idlibê hatin kuştin û birîndarkirin, Esaf eşkere kir.

Êrîşên asmanî giranî dane bajarokên Circinaz, Telminis û Binînê, cihê ku Xûzeyên Spî karîbûn çar sivîlan ji bin molozên malekê bikişînin, mala ku bi awayekî yekser mûşekeke ku balefireke şer lê da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500