Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên ser bi Îranê çekan li taxên niştecihbûnê li bajarên Îraqî depo dikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Çekdarên Îraqî yên milîsa Asaib Ehil el-Heq a ku Îran piştevanîya wê dike laşên heşt hevkarên xwe yên ku li Sûrîyayê hatine kuştin hildigirin, di merasîmeke xaksipartinê de li Necefa pîroz di 16ê Adara 2016an de. [Heyde Hemdanî/AFP]

Çekdarên Îraqî yên milîsa Asaib Ehil el-Heq a ku Îran piştevanîya wê dike laşên heşt hevkarên xwe yên ku li Sûrîyayê hatine kuştin hildigirin, di merasîmeke xaksipartinê de li Necefa pîroz di 16ê Adara 2016an de. [Heyde Hemdanî/AFP]

Teqînek Duşemê (12ê Tebaxê) li depoyeke çekan li kampa serbazî ya Seqir li başûrê Bexdayê, ku çekên milîsên Îran piştevanîya wan dike li wir tê embarkirin, hişt ku mûşek bi ser deverên nişîn biçin, û 29 kes di encamê de birîndar bû.

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdul Mehdî fermana pêkanîna lêpirsînekê di derbarêbûyerê de da û got ku divê hemû bingehên serbazî û depoyên çekan bo derveyî bajarên Îraqî bên veguhestin, AFP ragihand.

Ev teqîn bûyera herî dawî ye di zincîra bûyerên bi vî rengî yên ku bûn sedema kuştin û birîndarbûna bi dehên Îraqîyan li parêzgehên Bexda, Kerbela û Babilê di her du salên borî de, van bûyeran jî tirs di nava xelkê de ji hebûna depoyên cebilxaneyan li deverên niştecihbûnê çêkir.

Di nîvê Hezîranê de, teqîneke din di depoyeke mezin a çekan de ku ya milîsa Asaib Ehil el-Heq bû, milîsa ku Îran piştevanîya wê dike, li bajarê Bêcîyê, li bakurê Bexdayê, bû sedema ziyanên mezin di malên giştî de.

Di Hezîrana 2018an de, teqîneke li depoyeke çekan di nava husênîyayekê de li Bajarê Sedir li rojhilatê Bexdayê 11 sivîl kuştin, di nav de çar zarok, û 90 kes jî birîndar bûn. Wê herwiha 20 mal kavil kirin, li gorî berpirsên ewlehî.

Teqîneke din li depoyeke çekan a Asaib Ehil el-Heq li Bexdaya Nû di dawîya 2016an de bû encama mirin û birîndarbûna 73 Îraqîyan.

Redkirina fermanên hikûmetê

Berpirs û pispor dibêjin ku tê payîn ku teqînên ji ber xemsarîyê ku dibe sedema mercên xera ên embarkirinê û pilyên bilind ên germahîyê rû didin, bi taybetî di mehên germ ên Hevînê de.

Di Îlona 2016an de, Serokwezîrê berê yê Îraqî Heyder biryarnameke derxist ku ferman li hemû milîsan kir ku çekên xwe ji bajaran û deverên niştecihbûnê der bixin.

Gelek milîsên ku Îran piştevanîya wan dike pêbend nebûne, berpirsan ji Diyaruna re ragihand.

Komên çekdar ên tên naskirin ku ser bi Îranê ve ne"qebûl nekirin ku depoyên xwe yên çekan veguzin derveyî bajaran, tevî ku ew metodên embarkirinê yên herî hejar bi kar tînin ku xeterîya teqînê di germa Havînê de zêde dike", berpirsekî bilind ê Wezareta Hundir a Îraqî ragihand.

"Herî kêm 10 depoyên çekan li malan, perestgehan, geracan û avahîyên giştî yên hene li parêzgehên Bexda, Babil, Kerbela, Selahedîn, Diyala û Enbarê," çavkanîya ku daxwaz kir neyên eşkerekirin ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew cebilxane, mûşek, rokêt û teqemenîyên xav yên ku bi awayekî hejar û ne-ewleh tên embarkirin dihewînin, û ew li taxên niştecihbûnê yên qerebalix in, ên ku di xeterîya kavilbûnê de ji ber teqîneke ku dibe di her demekê de biqewime.

Wî got ku ne hemû komên çekdar pêbendî fermanên Ebadî yên têkildarî veguhestina çekên wan bûn, û da zanîn ku hinek milîsaên "ku tê naskirin ku ser bi Îranê ve ne ev yek dred kirin".

Wî got ku ew milîs ev in: Hereket Nuceba, Seraya Xoresanî, Asaib Ehil el-Heq, Seraya Aşûra û Ketaib Hizbulah û hinek milîsên din.

Malbat tên neçarkirin ku bar bikin

Milîsên Îran piştevanîya wan dike "veguhestina çekên xwe bo cihine li dûrî taxên niştecihbûnê dereng dikin", şirovekar Fûad Elî, yê pispor di komên tundrew de wiha got.

Hinek malbatan li Bexdayê malên xwe vala kirin "piştî endamên milîsan hatin taxên wan û hinek mal û perestgeh kirin baregeh ji xwe re", wî ji Diyaruna re got.

"Wan bar kir ji ber ew ji qewimîna teqînên hevşêwazê yên ku di rabihûrîyê de qewimî bûn û bûn sedema kuştina bi dehên welatîyan ditirsan," wî got.

Elî got ku çekên ku milîs di nava bajaran de embar dikin"sivik û weset in û ji topxaneyan, rokêt, teqemenîyan, bombeyên bidestçêkirî û mînan pêk tên".

Wî got ku ev çek weke "bermahîyên DAIŞê" tên nasîn, wate DAIŞê ew li pey xwe hiştibûn.

Wî got ku ji milîsan hat xwestin ku çekên xwe radestî hikûmetê bikin, lê di şûna vê yekê de wan dest danî ser çekan.

Divê artêşa Îraqî berdewam bide pey vê pirsê ji ber ku ew sedemeke tirsê ye û gefekê li ser selametîya welatîyan çêdike, endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha bexdayê, Saed Metlebî ji Diyaruna re ragihand.

"Tehedîyeke mezin"

Ev depoyên çekan "bûne tehedîyeke mezin ji dewletê re", Faris Elo, endamekî Tevgera Sivîl a Îraqî ye, wiha anî ser ziman.

Komên çekdar ên ku hevbendîyên wan di hikûmeta Îraqî de cih digirin li dijî fermanên Ebadî yên taybet bi derxistina çekan ji taxên niştecihan derketin, wî ji Diyaruna re zelal kir.

"Lê milîsên têkilîyan wan bi Qasim Sulêmanî re [Fermandarê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdaran] hene, mîna Ketaib Hizbulah û Hereket Nuceba li dijî derketin û hîn çek û teqemenîyên wan gefê li jîyana sivîlan dikin û hukimranî û serwerîya dewletê kêm dikin", wî got.

Elo got ku milîs malên Xiristîyanan û hindikahîyên din yên ku neçar bûne di salên dawî de bêwar bibin weke baregeh û komgehên çekan bikar tînin.

Wî got ku deverên ku aniha hebûn û bandora van milîsan li wan heye êdî "xelk naxwaze li wan bijî".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hîn tu li ser Sedam digirî û hîn ji DAIŞê hez dikî! Hahahahahahahahahahaha!

BERSIV BIDE