Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Topxaneya Amerîkî veşartgehên DAIŞê li başûrê Mûsilê armanc dike

Xalid Taî

Bombebarankirina topavêjê ya Amerîkî di 15ê Tebaxê de 16 bermayîyên DAIŞê li nêzî Qyarayê, li başûrê Mûsilê kuştin. [Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê]

Bombebarankirina topavêjê ya Amerîkî di 15ê Tebaxê de 16 bermayîyên DAIŞê li nêzî Qyarayê, li başûrê Mûsilê kuştin. [Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê]

Hêzên Amerîkî Pêncşemê (15ê Tebaxê) veşartgeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), li nêzî bajarokê Geyarayê, li başûrê Mûsilê, bi giranî topbaran kirin.

"Bi hevahengî ligel hikûmeta Îraqî, leşkerên Amerîkî ji Ketîbeya 2ê ya Topxaneya Meydanî û Lîwayê Cengawer ê 1ê yê Firqeya Cewî ya 101ê misyonekê li dijî xalên DAIŞê li nêzî balefirgeha Qeyarayê pêk tînin," Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê bi rêyaTwitterê ragihan.

Fermandarîyê got ku armanc ji misyonê ew e "ku şanên razayî bi dawî bikin û binxistina mayinde a rêxistina terorîst misoger bikin".

Topbarankirina topxaneya Amerîkî ji devera Hawî re, li nêzî balefirgeha Geyarayê, "16 endamên DAIŞê kuştin, di nav de heft fermandarên ji Sûrîyayê", Fermandarê Operasyonên Nînewayê Muhemed Cibûrî di daxuyanîyekê de ji medyaya navxweyî re ragihand.

Leşkerên Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî roja 26ê Hezîranê mûşekan û çekan li veşartgeheke DAIŞê li bajarokê Qeyarayê, li başûrê Mûsilê, kifş dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Hewalgirîya Serbazî ya Îraqî roja 26ê Hezîranê mûşekan û çekan li veşartgeheke DAIŞê li bajarokê Qeyarayê, li başûrê Mûsilê, kifş dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şaredarê bajarokê Geyarayê Salih Hesen Elî ji Diyaruna re ragihand ku dengê topbarankirinê "xweş tê bihîstin" ji beşê rojavayî yê bajarok, yê ku dora 60 kîlometran dikeve başûrî bajarê Mûsilê.

Cibûrî got ku ev ne cara yekem e ku hêzên hevpeymanîyê û artêşa Îraqî misyonên ewlehî yên hevaheng û hevbeş li dijî elementên terorîst ên ku xwe li nêzî Geyarayê diveşêrin pêk tînin.

Qeyara "ewleh e"

Elî got ku vê heftîyê, pêngaveke asmanî ya berfireh ji alîyê hevpeymanîyê ve, bi hevahengî ligel hêzên Îraqî, li devera Zûr Kanûs, li başûrê Mûsilê hebû, û di encamê de pênc paşmahîyên DAIŞê hatin kuştin.

Wî got ku misyonên wiha "li ser bingeha agahîyên ku balefirên koleçanê dabîn dikin, yên bi berdewamî li ser biyabanê û deverên kendûkozên wan sext ên li derdora Geyarayê difirin bo çavdêrîkirina tevgerên çekdaran û veşartgehên wan, tên pêkanîn".

Wî got ku herî kêm 20 paşmahîyên DAIŞê di van heftîyên dawî de di êrîşên asmanî yên Hevpeymanîya Navdewletî û misyonên ku artêşa Îraqî û şervanên êlan pêk tînin de hatine kuştin.

"Bajarok bi saya van operasyonên ewlehî yên li dar ewleh e," wî got, û teqez kir ku "tu hebûna fermandarên meydanî yên DAIŞê li deverên li başûrê Mûsilê nemaye".

Elî teqez kir ku bi tenê hejmareke biçûk a endamên DAIŞê li deverê maye, û da zanîn ku "carinan êrîşan li gundên biçûk û dûrdest pêk tînin, ji tunêlên xwe yên ku ji biyabana li rojavayê Geyarayê heta bi navçeya Tel li qedayê Hetrayê dirêj dibin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Eger wêrankerek bo Îraqê hebe, ew Amerîka ye û kafirên wê ne yên ku şanoger in, û herêma xwe firoştin Amerîka û Cihûyan. Ew dê qedereke xirab bibînin. [kind of] return they will be returned. Qedera herî baş jî ya kesên bawerdar e.

BERSIV BIDE