Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Li Idlibê bêwarbûna bi kom hevdem ligel nêzîkbûyîna hêzên rejîmê ji bajarokekî girîng

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Bi dehên malbatan ji pevçûnên li parêzgeha Idlibê li dar di çend rojên dawî de bi traktoran revîyan tev tiştên wan ên navmal. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bi dehên malbatan ji pevçûnên li parêzgeha Idlibê li dar di çend rojên dawî de bi traktoran revîyan tev tiştên wan ên navmal. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Şer û pevçûnên li gundewarên Idlibê bûn sedema pêleke berfireh a koçberîyê ber bi deverên ewlehtir ve di çend rojên borî de, çalakgerekî ji herêmê ji Diyaruna re teqez kir.

Êrîşên asmanî yên balefirên cengî yên rejîmê û Rûsyayê û pêşveçûna hêzên rejîmê ber bi bajarokê Xan Şêxûnê yê stratejî li başûrê Idlibê bûn sedema pêleke berfireh a koçberîyê, çalakgerê ji Idlibê Heysem Idlibî Înê (16ê Tebaxê) ragihand.

Bajar li ser şahrêyekê ku rejîmê ew qut kiriye, rê di Idlibê re diçe û Şamê bi bajarê Helebê li bekurê Sûrîyayê girê dide.

Bi dirêjahîya heftîya borî, çekdarên ser bi rejîmê li beşên başûrî yên Idlibê bi şev ve çûn, li herêma ku bi piranî li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e.

Çekdarek li gundewarê başûrî yê Idlibê parçeyekê ji paşmahîyên balefireke şer a rejîmê hildigire, ya ku li nêzî Xan Şêxûnê roja 14ê Tebaxê hatibû xistin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çekdarek li gundewarê başûrî yê Idlibê parçeyekê ji paşmahîyên balefireke şer a rejîmê hildigire, ya ku li nêzî Xan Şêxûnê roja 14ê Tebaxê hatibû xistin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

"Xan Şêxûn êdî ji rojava û rojhilat ve dorpêçkirî ye," Idlibî got, û da zanîn ku hejmarek ji gund û bajarokên nêzîk ketine dest hêzên rejîmê û milîsên alîgirên wê, di nav de Hirş Hobêt, Muxr Hunta, Abdîn, Merdem û Tel Lerja.

Wî got ku pevçûn li herêmê dijwar in û dengên teqînan li seranserê parêzgehê tên bihîstin, ji ber ku Tehrîr el-Şam otombîlên bombrêjkirî û xwekujan bi kar tînin bo rawestandin an jî hêdîkirina pêşveçûna rejîmê.

Di şer û pevçûnên Pêncşemê 20 cengawerên rejîmê û 24 tundrew û çekdarên opozîsyonê hatin kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rewangehê teqez kir ku sivîl jî di êrîşên asmanî li ser başûrê Idlibê hatine kuştin.

Çarşemê, endamên Tehrîr el-Şambalefireke şer a rejîmê xist xwarê li nêzî Xan Şêxûnê, û firokevan dîl kirin.

Hevbendîyê vîdyoyek Pêncşemê belav kir û firokevanê dîl tê de nîşan da, firokevan xwe bi navê muqedem Muhemed Ehmed Sulêman ji hêza asmanî ya Sûrî da naskirin.

''Tirs"

Herwiha Çarşemê, êrîşeke asmanî neh sivîl kuştin, di nav de xebatkarekî nûjdarî, ajokarê ambûlansekê û xebatkarekî xelaskirinê, lewra NY tundî şermezar kir.

"Êrîşa Çarşemê careke din ronîyê diavêje ser tirsa ku li Idlibê û li bakurê Hemayê tê jîyankirin, li devera ku sê milyon sivîl li wir asêmayî ne û stafên mirovî û nûjdarî û xebatkarên xelaskirinê jîyana xwe feda dikin bo alîkarîya xelkê," cîgirê kordînatorê herêmî yê karûbarên mirovî yên NY bo Sûrîyayê Mark Cutts ragihand.

Êrîşên asmanî û topbaranên rejîmê û Rûsyayê ji dawîya Nîsanê de bêhtir ji 820 sivîl kuştine, li gorî Rewangehê.

Rewangehê got ku bêhtir ji 1,300 tundew û çekdarên opozîsyonê -- herwiha 1,150 kes ji hêzên rejîmê -- di heman heyamê de mirine..

Tundî bû sedema bêwarbûyîna 400,000 kesî, li gorî NY.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500