Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Îraq tedbîrên dijwar li dijî qaçaxkirina di sînor re disepîne

Firas Omran

Kamyonên Îraqî xwarina hawirdekirî ji bendera Um Qesir a Parêzgeha Besrayê diguhêzin di 6ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Guhastinê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Kamyonên Îraqî xwarina hawirdekirî ji bendera Um Qesir a Parêzgeha Besrayê diguhêzin di 6ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Guhastinê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî xebatên xwe zêde dike da ku kontrola xwe li ser derîyên sînorî yên navdewletî qayim bike bo misoger bike ku operasyonên bazirganî yên hawrirdkirinê û yên gumrikê ji alîyê qanûnî ve li hev tên û da ku rê li ber çalakîya bazirganî ya neqanûnî û qaçaxîyê bigire.

Di çarçoveya ji van xebatan de, ferman ji pagerên sînor û hêzên ewlekarîyê yên Îraqî re hat, yên li derîyên cuda kar dikin, ku çarçoveya çalakîya koleçanê berfireh bike.

Di fermana 25ê Tîrmehê de, Encumena Dadmendî ya Bilind ya Îraqî îlan kir ku ew dê "tedbîrên qanûnî yên dijwar" bistîne li dijî çi kesê were girtin û ew operasyonên qaçaxîyê li ser derîyê sînorî pêk tîne.

Fermanê got ku heman ceza dê werin pêkanîn li dijî dezgehên nehikûmî, dezgehên ku destwerdanê di karê sazemenîyên dewletê yên fermî de li van derîyên sînorî dikin.

Helîkoptereke Îraqî pageran li derîyê Şîbê ya sînorî bi Îranê re di 1ê Kanûna Duyem a sala 2018an de pêk tîne. Milîsên Îraqî yên ku Îran piştgirîya wan dike hewl dane ku kontrola gelek derîyên sînorî bikin, bi taybet ew derîyên bi Îranê re, daku kontrola hawirdekirinê bikin û operasyonên qaçaxîyê bi cih bînin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Rafîdeynê hatiye wergirtin]

Helîkoptereke Îraqî pageran li derîyê Şîbê ya sînorî bi Îranê re di 1ê Kanûna Duyem a sala 2018an de pêk tîne. Milîsên Îraqî yên ku Îran piştgirîya wan dike hewl dane ku kontrola gelek derîyên sînorî bikin, bi taybet ew derîyên bi Îranê re, daku kontrola hawirdekirinê bikin û operasyonên qaçaxîyê bi cih bînin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Rafîdeynê hatiye wergirtin]

Şirovekarên Îraqî ji Diyaruna re dibêjin ku tevî vê yekê jî, milîsên çekdar berdewam in di astengkirina van tedbîrên rêxistinî de, ji ber qezencên ku ew ji van derîyên sînorî werdigirin jêdereke serekî ya dahata wan e.

Dagerandina qezencên Dewletê

Li Îraqê 21 dergehên sînorî yên bejî, deryayî û cewî hene ên weke xalên derbaskirina kel û pelên hawirdkirî tên bikaranîn, ligel wan dergehên li herêma Kurdistanê.

Di nav wan dergehan de. bendera Um Qesir (başûr û bakurê) û dergehên Şelamşa û Mehranê yên bejî bi Îranê re, dergehû Sefwanê bi Kwêtê re û dergehê Trêbîlê bi Urdinê re, ligel gelek balefirgehan.

Li gorî lêkolînerê karûbarên siyasî Ebdul Qadir Nayil, milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike hewl dan ku kontrola gelek dergehan bikin, bi taybet ew dergehên bi Îranê re.

Komên çekdar ên mîna Rêxistina Bedir, Hereket Nujeba, Esaib Ehil el-Heq û Ketaib Hizbula piranîya qezencên ku ji sepandina bacên li ser kel û pelên hawirdekirî werdigirin di nav xwe dabeş dikin, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Ev qezenc divê ji dewletê re biçin, lê li şûn wê ew diçine berîkên serkirdeyên milîsan û tekekesên desthilatdar ên gendel, ên ku xesarên madî yên mezin dighînin hikûmetê," wî got.

Tenê beşekî biçûk ji wan qezencênku divê bi rastî biçin ji hikûmeta Îraqî re diçin gencîneyên dewletê, ji ber ew ji alîyê milîsan ve tên şandin.

Milîs desthilatdarîya xwe bi kar tînin daku operasyonên xapandinê bi cih bînin, mîna destûrê bidin ku kel û pelên neqanûnî derbasî welat bibin an belgeyan sxte dikin daku kwalîte û mêjera metaryalên tê hawirdekirin biguherin.

Ev yek rê dide wan ku buhayê gumrikê ji hawirdekeran re kêm bikin li hember komsyonên ku wan berê li ser li hev kiriye.

Dibe ku qezencên salane yên ku milîs bi dest dixin "bigihine 11mîlyar dolaran eger em reçav bikin ku van rêxistinan dergehên sînorî yên nefermî bi Îranê re di van herdu salên dawî de vekiribûn", Nayil got.

"Kel û pelên cuda bi awayekî neqanûnî derbasî welat dibin, di bin radara tenduristî û dezgehên rêxistinî yên din re, ji bilî wê narkotîk û qaçaxkirina pez, hesin û neftê," wî got.

Asêkirina kontrolkirinê li ser sînor

Pisporê stratejî Ala Naşo got ku derbasbûna kel û pelên neqanûnî bo Îraqê "bandora wê ya ziyanbar" li ser aborîya Îraqê heye, ji bilî ku ev çalakî ewlehî û aramîya Îraqîyan lawaz dikin.

Hikûmetê tedbîrên xwe yên hawirdekirinê tund kirine, bi taybet li ser sînorê li Besrayê û tedbîr hene bo çavdêrîkirina serpêçîyan, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku hebûna milîsên Îran piştgirîya wan dike li herêmê balkêş e, û destnîşan kir "bandora wan li ser sînor xurt e".

"Ew qezencên mezin bi dest dixin, ne tenê rêya baceyên gumrikê, lê herwiha bi rêya bertîlên ew li ser xelkê desepînin, li xalên pişkinînê yên taybet bi wan, li ser kel û pelên hawirdekirî yên ku di rêya dergehên sînorî tên û bi ser parêzgehan de diherikin," wî got.

Naşo got ku herwiha milîsan dergehên nefermî li ser sînorê Îraq û Îranê li parêzgehên Diyala û Wasitê ava kirine.

Wî got ku ligel ku ew derfetê din ku kel û pelên ne baş bi ser Îraqê de biherikin, herwiha ev dergeh weke rêyên qaçaxîya narkotîkê re jî tên bikaranîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500