Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Li Îraqê, binaxkirina termên nenaskirî bangên bo lêpirsînan tîne holê

Faris Omran

Çekdarin ji milîsa bi navê Hereket Nuceba ya bi piştevanîya Îranê di 24ê Tîrmehê de hatin dîtin li derdora Bexdayê di vê wêneyê de, ku ji hêla milîsê li ser înternetê hatiye belavkirin.

Çekdarin ji milîsa bi navê Hereket Nuceba ya bi piştevanîya Îranê di 24ê Tîrmehê de hatin dîtin li derdora Bexdayê di vê wêneyê de, ku ji hêla milîsê li ser înternetê hatiye belavkirin.

Rêxistinên mafên mirov ên Îraqî gotin ku ew hêvî dikin ku dê xebatên bo destnîşankirina nasnameya kelaşên ku li çendîn deverên parêzgeha Babilê hatine dîtin bidomin, ev yek jî piştî binaxkirina bi dehên kelaşan, di nav de jin û zarok, di vê heftîyê de tê.

Wan dîyar kir ku divê çerenûsa qurbanîyan bi kelaşên wan re neyê binaxkirin, û wan bang li hikumetê kir ku xebatên xwe yên bo destnîşankirina qurbanî û berpirsan bibomîne, û endamên malbatên ku zarokên wan windayî ne han dan ku xwe bidin pêş.

Termên nenaskirî ku dawîya heftîyê hatine binaxkirin "berî sê salan li beşine cihêreng ên parêzgeha Babilê hatine dîtin," Elî Beyatî peyvdarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov got.

Beyatî di daxuyanîyekê de got ku ew li Beşê Bijîşkîya Tawanzanî hatine danîn berî ku rêxistineke xêrker wan pêşwazî bike Şemîyê (10ê Tebaxê) û wan li goristanekê li parêzgeha Kerbelayê bispêre axê.

Beyatî anî ziman ku "taqîkirina DNA ji terman re hat çêkirin, û li gorî qanûnê hatin veşartin."

Beyatî daxuyand ku "komîteyeke peywendîdar ji desthilatên parêzgeha Babilê hat avakirin da pêşketinên vê babetê bişopînin," û Komisyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov "dê bi komîteyê re bixebite."

Li gorî torên medyayê, peyvdarê êla Nînewayê Şêx Muzehîm el- Huwêt ji Diyaruna re Sêşemê got ku 31 term hatine veşartin.

Wî got ku tu term nehat naskirin, ji bilî termekî -- Îraqîyê bi navê Mihemed Hamid Xeys.

Hiwêt anî ziman ku "termên jin û zarokan jî hebûn, tê payîn ku ew ji deverên li bakurê Babilê bin, bi taybetî Cerf el-Sexir, û ji parêzgehên din mîna Nînewa û Enbarê."

Wî da zanîn ku belkî ev qurbanî ji hêla milîsên bi piştevanîya Îranê ve hatibin armanckriin.

Milîs bi van kuştinan tên tawanbarkirin

"Di şerê li dijî 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) de û piştî wê, milîsan hejmareke mezin a sivîlan ji Ceref el-Sexir revandin her wiha ji Rezaza Enbarê û Deşta Nînewayê," Hiwêt eşkere kir.

Wî got ku ew hatin şandin bo girtîgehên razî ku ji hêla van milîsan ve tên birêvebirin, di nav de girtîgeheke Ketaib Hizbullah a alîgira Îranê li devera Ceref el-Sexir.

Hiwêt destnîşan kir ku tê payîn ku hinek ji van kesên hatine revandin di demine cihêreng de hatibin kuştin, da zanîn jî ku termên vedîtî "delîlinan didin ku van milîsan gelek komkujî li dijî sivîlan pêk anîne."

Hiwêt daxuyand ku "agahîyên me hene der barê egerîya ku hinek ji wan di komgoran de li devera Ceref el- Sexir hatibin binaxkirin, lê em hejmara an goran û ku ew li ku derê ne nizanin."

Di daxuyanîyekê de, endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov Tamir el- Şemerî Duşemê bang bo "lêpirsînekê kir bo naskirina rewş, çarenûs û rastîyên girêdayî van terman."

Di heman demê de, hevpeymanîya Qerar el-Îraqî bang li hikumetê kir ku "dest bi lêpirsînekê der barê sedemên jidestdayîna van gîyanan bike."

Hevpeymanîyê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku pir pêwîst e "berpirsên van komkujîyan werin naskirin ku komkujîyên xwe li dûrî çavên dewlet û qanûnê pêk tînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hêzên Heşda Şaebî tu carî jin nekuştine; ev muhal e. Lewra, vê angaştê careke din nekin.

BERSIV BIDE

Ev ne rast e. Ev hewldaneke ku wêneyê Hêzên Heşda Şebî xirab bikin. Laneta Xwedê li we be!

BERSIV BIDE

Bi Xwedê, ev derewek e. Ne gengaz e ev kirareke Hêzên Heşda Şebî be. Ew xelkên Îraqê ne, ne yê Îranê ne. Ev ji ber wan berevanîya welatê xwe kir û ew rizgar kir ne Îran. Hêzên Heşda Şebî tevgereke niştimanî ye ku hemû taîfe tê de cih digirin. Eger ne ji ber têkçûna hikûmetê ba, dê hewcedarîya wan bi piştgirîya Îranê neba di wê demê de. Kurên hêzên artêşa Îraqî dê bimînin semboleke qurbanîyê hûn bivin hûn nevin. Herwiha ew sembola mirovahîyê ne û hemû xelk şahid in li ser vê yekê. Ev derew, vir tê fêdê nakin eger hûn bi xwazin an nexwazin tu û ew kesên te temwîl dikin ku tu van nûçeyan belav bike. Ew dê bimînin leheng û sembolên Îraqê.

BERSIV BIDE