https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/08/13/feature-01?di_exp_001=true&locale_switch_001=true

×
×
Analîz |

Milîsên Îran piştgirîya wan dike li Îraqê dê rastî cezayên bêhtir werin

Faris Omran

image

Endamine milîsa Tevgera Babîlon di wêneyeke ku di sala 2016an de ku li ser malpera milîsê hatiye weşandin. Serkirdeyê milîsa Reyan Kildanî ji alîyê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkî ve di 18ê Tîrmehê de hatiye sizakirin.

Şirovekarê Îraqî yê ku bi Diyaruna re axêvî got ku sepandina ceayan vê dawîyê li ser siyasî û serkirdeyên milîsên Îaqî yên girêdayî Îranê hişt ku tirs û pêşbînî li hin dezgihan çêbû bê kî dê di pişt re were armanckirin.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkî di 18ê Tîrmehê de ceza li ser du serkirdeyên milîsên Îraqî û du parêzerên berê sepandin ji ber binpêkirina mafên mirov û gendelîyê.

Weke bersiv li ser vê yekê, Banka Navendî ya Îraqî di 25ê Tîrmrhê de îlan kir ku ew dê mal û milkên van her çar tekekesan bicemidîne û qedexekirinê li ser dan û standinên wan ên darayî bisepîne.

Wê hemû sazemenîyên daray li Îraqê han dan ku bihêlin bigihine hisabên bankê yên van her çar tekekesan bibin û nehêlin ku ew karibin ku dolarên Amerîkî bidest bixin.

image

Endamine milîsa Liwayê 30ê li vir tên dîtin di wêneyekê de di 7ê Tîrmehê de ku li ser malpera milîsê hatiye weşandin. Serkirdeyê milîsa Weid Qado bi pinpêkirina mafên mirov ji alîyê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkî ve hatiye bersûckirin.

Ceza weke şokekê bûn li ser hin dezgihan, "bi taybet piştî ku zêde li ser kesayetên din hat axaftin, kesayetên ku dibe navên li ser lîsteya cezayan bên zêdekirin", rojnameger Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku texmîn derbarê gelek navên din ên ku dibe li ser lîsteyê werin zêdekirin di vê gera tê ya cezayan ger li ser medyaya civakî çêdikirin.

Wî got ku ev yek tê wateya ku Îraqî piştgirîya cezayan dikin û arezûya wan ku biryarên mîna van bi lez werin standin, biryarên ku welat ji milîsan û wêrankirina malê giştî xilas bike.

Di rêya kenalên medyayê re yên têkildar, ew milîsên behsa wan tê kirin hewl dan ku angaşt bikin ku ceza bandorê li wan nakin, lê li gorî jêderên pêbawer "ew nîgeran in û bi tirsin ku biryarine din werin standin".

Ceza li ser kompanîyên ku Feyleqê Pasdaran li pişt wan

Wezareta Gncîneyê ya Amerîkî di 12ê Tîrmehê de Samanên Dewlemendîya Başûr danî ser lîsteya xwe ya reş a cezayan, dibêje ku kompanî weke bazirganîya çekan enîyeke darayî ji Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Feyleqê Pasdaran) kar dike.

Li gorî Wezareta Gencîneyê, Feyleqê Pasdaran Kampanîya Menabie Serwet el-Cinûb bo Bazirganîya Giştî bi kar anî da ku çekan bi buhayê "sed mîlyon dolaran "bi qaçaxî ji hevalbendên xwe li Îraqê derbas bike.

Herwiha kompanî û du Îraqîyên ku pê re kar kirin -- Mekî Kazim Ebd el-Hemîd el-Esedî û Mihemed Husên Salih Hesanî -- li ser lîsteya Wezareta Gencîneyê ya Amerîkî ku bi awayekî taybet ji terorîstên cîhanî hatine danîn.

Di meha Adarê de, Wezareta Gencîneyê milîsa Hereket Nucebaa ya Îran piştgirîya wê dike û herwiha serkirdeyê wê Ekrem Keabî ceza kirin.

Di Gulana 2018an de, Wezareta Gencîneyê Aras Hebîb tayîn kir, serokê birêveberîyê û serokê kargêr ê Banka Bîlan el-Îslamî û bankê bixwe, bo piştgirîya Hêza Quds ya Feyleqê Pasdaran.

Hebîb, ê ku dêroka wî heye di karkirina weke kenaleke darayî de ji Hêza Qudis a Pasdaran bo milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike, herwiha alîkarî kiriye bo dabînkirina piştgirîya darayî ji Hizbulaha Lubnanî re, Wezareta Gencîneyê got.

Ceza dê "çalakîyên komên ku Îran piştgirîya wan dike sînor bike, komên berpirs derbarê tawanên hovane ên ku li dijî Îraqîyan tên bicîhanîn û bipêkirina mafên mirov", nivîskarê Îraqî Xeys Temîmî ji Diyaruna re eşkere kir.

Herwiha ew dê kar bikin ku "rê li ber wan tekekesên xirab û ew kesên ku malê giştî didizin bigire", wî got, û bersiva hikûmeta Îraqî ya lezgîn li ser cazayan weke "nîşaneke erênî" şiyanse kir.

Temîmî bang kir ku lîsteya cezayan a tê "mîrên milîsan ên berz" ên milîsên ku Îran piştgirîya wan dike bihundirîne yên wî angaşt kir ku "kar dikin da ku rewşa ewlekarî nearam bikin û serwerîya welat kêm bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?
22
Na
1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan
Captcha

Eger Amerîka xemxwera mafên mirov in, çima ew li hember wan kesên ku Muslimanan li Burmayê ser jê dikin bê deng? Gazin ji wan mejîyan in ên ku vê yekê bawer dikin.

BERSIV BIDE