Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq xebatên xwe yên ewlehî di Cejna Qurbanê de zêde dike

Xalid Taî

Zarokên Îraqî li Mola Babîlonê, li orta Bexdayê, dilîzin di Cejna Qurbanê de, di 30ê Tîrmeha sala 2018an de. [Xalid Taî/Diyaruna]

Zarokên Îraqî li Mola Babîlonê, li orta Bexdayê, dilîzin di Cejna Qurbanê de, di 30ê Tîrmeha sala 2018an de. [Xalid Taî/Diyaruna]

Hêzên Îraqî dest bi tedbîrên parêzî li dijî êrîşên terorî kirin di pîrozbahîyên Cejna Qurabanê de, yên ku şeva Yekşemê (11ê Tebaxê) dest pê kirin.

Wezareta Berevanîyê got ku di plana ewlekarîyê bo betlaneyê hat xwestin ku 20,000 hêzên hewalgirîyê û yên ewlehî belav bibin li paytextê tenê, li gorî wezaretê.

Plan xwe dispêre belavkirina gelek ji yekîneyên hewalgirî li bazar, kolanên bazirganî û cihên xêfxweşîyê, herwiha deverên ku welatî lê digihin hev, peyvdarê wezaretê emîd Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re aragihand.

Wezîrê Berevanîyê Necah Şrmerî ferman da ku hemû yekîneyên serbazî û hewalgirî amade bin daku jîngeheke ewle ji malbatên Îraaqî re di betlaneyê de dabîn bikin, Xefacî Duşemê ji Diyaruna re got.

Endamên ewlekarîyê li kolanên parêzgeha Enbarê belav dibin di 11ê Tebaxê de weke beşekî ji planekê misogerkirina ewlehîyê di Cejna Qurbanê de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Endamên ewlekarîyê li kolanên parêzgeha Enbarê belav dibin di 11ê Tebaxê de weke beşekî ji planekê misogerkirina ewlehîyê di Cejna Qurbanê de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Wî got ku plana ewlekirina Cejnê giranîyê dide "zêdekirina çavdêrîyê û koleçana meydanî û peygerînê derbarê çi çalakîya gumanbar", û anî ziman ku hemû agahî û raportên ewlekarî dê werin anelîzkirin û zû bi wan re bidin û bistînin.

Wî anî ziman ku mebest ji van xebatên hewalgirî ew e ku ewlehîyeke bêtir ji welatîyan re peyda bikin û misoger bikin ku baş hêsanî di tevgera wan de heye û bi hêsanî dikarain bigihine deverên giştî.

"Tedbîrên me vê salê xwe na sipêrin girtina kolana. Berevajî wê yekê kendûkospên ewlekarî hatin rakirin û rê careke din hatin vekirin da ku tevgera trafîkê baştir bikin û nehêlin ku xelk êşa bendewarîyê li xalên pêşkinînê bikişînin," Xefacî got.

Hêzên hewalgirîya serbazî operesyonên parêzî ên serkeftî bi cih anîn di van rojên dawî de, wî got û not kir ku wan çend şanên teror li Bexda, Kerkûk û Enbarê ji hev xistin, şanên ku endamên wan plan dikin ku di betlaneyê de dest bi êrîşan bikin.

Ev operasyon "dê di bêhinvedanê û piştî bêhinvedanê de berdewam bin", wî got.

"Delîlê herî mezin li ser aramîyê"

Di heman demê de, Wezareta Karê Hundir odeyeke operasynên taybet çêkir da ku çavdêrîya tedbîrên tê bicihanîn bikin da ewlekarîya welatîyan di Cejna Qurabanê de misoger bikin.

Odeya operasyonan hat çêkirin piştî cîvineke serkirdeyên ewlekarîyê bi serktîya Wezîrê Karê Hundir Yasîn Yasirî di roja Şemîyê de da ku plana ewlekarî derbarê betlaneyê nîqaş bikin.

Di civînê de, kesên beşdar giranî dan ku hewcedarî bi qayimkirina xebata hewalgirî heye, û gelek hêzên ewlekarîli deverên pîrozkirin û kombûnê li dora deverên îbadetê belav bikin û nehêlin ku zehme çêbibe.

Birêveberîya Berevanîya Sivîl emir da welatîyan ku telefonî hejmara xeta belaş 115 bikin heke çi rewşeke ewarte çêbû, herwiha xeta 153 a Birêveberîya Hewalgirîya Wezaretê.

Welatîyê Bexdayê Ezîz Rubêiî, yê 45 salî ku li taxa Dorayê ya li bajar dimîne, pesnê planên ewlekarî yên di bêhinvedanê de hatin bicihanîn da.

Planan "rêjeyeke bilind ji ewlehîyê ji xelkê re dabîn kir", wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Em xebatên hêzên xwe dinirxînin, ji ber ku bê operasyonên wan ên serbazî û hewalgirî, me dê ev asta ewlehî û aramîyê bi cih neanîba," wî got.

"Etmosferea betlaneyê her sal xweştir dibe ev yek jî bi saya hêzên ewlekarî ye," Zehra Muhemed a 24 salî ji taxa Îskanê ya Bexdayê ji Diyaruna re got.

"Ev cihê kêfxweşîyê ye ku ez dibînim xelk bi qeflan derdikevin park û molan," wê got û not kir ev "delîlê herî mezin e li ser aramîyê li welatê me dîyar dike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500