Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên rejîma Sûrîyayê bajarokekî li başûrê Idlibê kontrol dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Bajarokê Hobêt li başûr-rojavayê Idlibê di nava wêranîya ku êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî de durist kirine maye. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bajarokê Hobêt li başûr-rojavayê Idlibê di nava wêranîya ku êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî de durist kirine maye. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrîyayê û milîsên wê li gundewarê Idlibê rojên bêhinvedanê pêş ketin, û dest danîn ser bajarokê Hobêtê li başûr-rojavayê Idlibê, berbanga (11ê Tebaxê), û dora heft kîlometran li Xan Şaxûnê pêş ketin.

Yekem pêşketina bejahî ya rejîma Sûrîyayê li Idlibê di nava sê mehan de rastî şer û pevçûnên dijwar ligel Tehrîr el-Şam û komên çekdar ên din li deverê hat.

"Êrîşên asmanî yên dijwar ên rejîmê û Rûsyayê li herêmê rê li ber pêşveçûna bejahî vekirin," çalakgerê ji Idlibê Musb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Hobêt derbasgeheke bo bajarên stratîjî yên serekî yên din, nemaze Xan Şêxûn, ê ku rojane dibe armanca êrîşên asmanî.

Leşkerên rejîma Sûrîyayê derbasî bajarokê Hobêt li parêzgeha Idlibê bûn. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Leşkerên rejîma Sûrîyayê derbasî bajarokê Hobêt li parêzgeha Idlibê bûn. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Duman bilind dibe piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî li bajarokê Hobêt li gundewarê başûrî yê Idlibê piştî ku ew ket dest hêzên rejîmê de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Duman bilind dibe piştî êrîşeke asmanî ya Rûsî li bajarokê Hobêt li gundewarê başûrî yê Idlibê piştî ku ew ket dest hêzên rejîmê de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bêhtir ji 130 cengawer ji herdu alîyan di rojên bêhinvedanê de hatin kuştin li devera ku dikeve di navbera parêzgehên Idlibê û Hemayê, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Li gorî amarên Rewangehê, 7wer roja Şemîyê hatin kuştin, 32 ji wan ji hêzên alîgirê rejîmê ne. Yên mayî jî, 38 in, ên Tehrîr el-Şam in.

Herî kêm 61 cengawerên din, 21 ji wan ji hêzên rejîmê, di pevçûnên Yekşemê de hatin kuştin, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Rewangehê got ku du sivîl hatine kuştin, ku yek ji wan zarok bû, di êrîşên asmanî yên rejîmê û Rûsyayê de li başûrê parêzgeha Idlibê, roja Yekşemê.

Esaf ji Diyaruna re ragihand ku hejmara qurbanîyên sivîlك pir kêm bû û êrîşên asmanî yên ku bi mehan dirêj kirin piranîya xelkê neçar kirin ku ji deverê birevin.

Esaf got ku bajarok û gundên Medaya, Kefir Sicna, Hiş, Hezarîn û Has jî rastî êrîşên asmanî yên giran hatin, û herwiha Termela, Tamana, Xan Şêxûn, Kefir Nebil, Nefîr û Marzîta jî.

Wî got ku pevçûnên dijwar li deverên li derdora bajarokên Sukeyk û Tel Sukeyk, ku girekî stratîjî ye, li dar in û hêzên rejîmê ber bi Tek Sukeyk ve bi pêş ve diçin û Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê Sukeykê kontrol dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çima Diyarunali ser Telegramê tune ye?

BERSIV BIDE