Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

4 endamên DAIŞê di pêngava "Vîna Serkeftinê" de tê kuştin

Xalid Taî

Polîsê Îraqî li paşmahîyên DAIŞê di nava zevîyên çandinîyê de digerin li parzêgeha Diyalayê di 21ê Tîrmehê de. [Wêne ji fermandarîya polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî li paşmahîyên DAIŞê di nava zevîyên çandinîyê de digerin li parzêgeha Diyalayê di 21ê Tîrmehê de. [Wêne ji fermandarîya polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Çarşemê (7ê Tebaxê) çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin, ên ku plana êrîşên Cejna Qurbanê dikirin, fermandarîya polîsê Diyalayê ragihand.

Hêzeke ewlekarîyê ya hevbeş ji Birêveberîya Hewalgirî û Ajansa Dijî-Teror û Firqeya 5an a artêşê çekdarin li çîyayê Qezleqiz kuştin li navçeya Mendelî, li rojhilatê parêzgeha Diyalayê, piştî êrîşa ku bi ser veşartgeha wan de pêk hat, polîsê di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Daxuyanîyê da zanîn ku "terorîstan, ku yekî ji wan kembera teqîner li xwe kiribû, plan dikirin ku nearamîyê li parêzgehê pêk bînin."

Operasyon bû encama birîndarbûna hejmareke endamên Birêveberîya Hewalgirî û Ajansa Dijî-Terorê.

Leşkerine Îraqî ji Firqeya 5an a artêşê ne di 6ê Tebaxê de di pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî de li Diyalayê cih digirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî ji Firqeya 5an a artêşê ne di 6ê Tebaxê de di pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî de li Diyalayê cih digirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev yek beşê sêyem ê pêngava "Vîna Serkeftinê" ya ewlehî ye , ku paqijkirina rûberine berfireh ên parêzgehên Diyala, Enbar, Nînewa û Selahedînê ji paşmahîyên DAIŞê dike armanc.

"Hêzên ewlekarîyê di dema guncaw de destwerdan kirin, ku şana terorîst derxist û nehişt armancên xwe pêk bîne," serokê encumena parêzgeha Diyalayê Elî Daînî Înê ji Diyaruna re got.

Daînî dîyar kir ku herçar çekdar "xwe ji êrîşine mezin re amade dikirin ku dê sivîl li bazar û deverên giştî di Cejna Qurbanê de bikirana armanc."

Wî destnîşan kir ku pêngavên ewlekarîyê yên dawîn, di nav de ya "Vîna Serkeftinê" hejmara endamên DAIŞê kêm kir û wan neçar kir ku li hawizê Nedayê, li bakurê Miqdadiyê, Hemrîn, derdora Xaneqîn û Mendeliyê veşartî bimînin.

Daînî daxuyand ku "pêvajoya ewlehî û hewalgirî baş bi pêş ket di herdu salên dawîn de," da zanîn jî ku "operasyonên ewlehî yên nişkayî gelek hewldanên dijmin têk birin."

Wî got ku "kuştina herçar endamên DAIŞê operasyoneke din ji vî rengê ye, û helbet dê ne ya dawî be."

Xurtkirina ewlahîyê di Cejna Qurbanê de

Operasyon piştî girtina endamekî terorîst ê tirisnak bi du rojan hat, ku hêzeke hewalgirîyê ya artêşa Îraqî ew girtibû li gundê Eît li navçeya Xan Banî Sead li Diyalayê.

Ev çekdar, yek ji yên herî dihat xwestin bû, ku bi teqandina kamyoneke bombebarkirî li bazara Xan Banî Saed tawanbarkirî ye ku ev yek di rojên betlaneyan de di 2014an de pêk anîbû, di encamê de bêhtirî 100 niştecihî hat kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Daînî da zanîn ku îsal hêzên ewlekarîyê rêkarine parêzî bo Cejna Qurbanê standine.

Wî dîyar kir ku "tevî operasyonên parêzî jî, hemû ajansên ewlekarîyê di hundirê bajaran de seferber in û dest bi xurtkirina belavkirin û rêbendên xwe yên pişkinînê kirine, nemaze li cihên qerebalix."

Wî got ku "hêzên me hişyar in û pişta me ji wan rast e ku ew dikarin aramîyê ji Îraqîyan re di rojên cejnê de misoger bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Selam û Eleykum! Çawa yî, ezbenî? Gelo tevlîbûn di artêşê yan polîs de heye?

BERSIV BIDE