Nûçeyên Iraqê
Medya

Maşîna medyayî ya DAIŞê hat bêdengkirin di demekê de ku rêxistin lawaz dibe

Xalid Taî

Artêşa Îraqî alavên elektronî yên di hundirê tunelekê de li navçeya Tel Eferê ya parêzgeha Nînewayê di 11ê Tîrmehê de hatin dîtin nîşan didin. Ew alavên radyoya Emaqê ya girêdayî DAIŞê ne. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî alavên elektronî yên di hundirê tunelekê de li navçeya Tel Eferê ya parêzgeha Nînewayê di 11ê Tîrmehê de hatin dîtin nîşan didin. Ew alavên radyoya Emaqê ya girêdayî DAIŞê ne. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Pisporên Îraqî yên çavdêrîya maşîna propagandaya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin ji Diyaruna re dibêjin ku hebûna medyayî ya rêxistinê hêdî hêdî kêm dibe.

Ev yek bi saya operasyonên hewalgirî û ewlekarî yên gelek da ku sînor ji çîyanên rêxistinê yên teknîkî re deynin, wan got, di nav wan de operasyoneke ku di 10ê Tîrmehê de pêk hat ji hêla ajansa hewalgirîya Îraqî ve, ku wê dest danî ser 142 sêrverên kompyûteran ên DAIŞê.

Li gorî ajansên hewalgirîyê, DAIŞê ev sêrver bi kar anîn da ku kiryarên xwe yên terorîzmê biweşîne û niştecîyên sivîl bitirsîne û "ji bo karê xwe yê ragihandinê yê meydanî" derbarê kiryarên wê li Mûsil, Tel Efer û beşin din ji parêzgeha Nînewayê bide pêş.

Wezareta Berevanîyê ya Îraqî got ku yekîneyeke artêşê dest danî ser veşartgeheke pêdivîyên weşanê li taxa Qelayê ya Tel Eferê û not kir ku ku ew ji alîyê radyoya Emaqê ya girêdayî DAIŞê ve dihat bikaranîn.

Berpirsekê hewalgirîya Îraqî baregeheke medyayê ya DAIŞê li Mûsilê di 14êKanûna Duyem a sala 2016an de pişkinîn dike. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsekê hewalgirîya Îraqî baregeheke medyayê ya DAIŞê li Mûsilê di 14êKanûna Duyem a sala 2016an de pişkinîn dike. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergirtin]

Çalakîya medyayî ya DAIŞê lawaz dibe ji ber rêxistin bi xwe hilweşîya, pisporê stratejî Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew êdî nema tu deverê kontrol dike û piranîya jêderên wê yên berê yên qezenc ji wan werdigirtin neman.

Wî got ku êrîşên armanckirinê yên ji hêla hêzên Îraqî ve li dijî navendên ragihandinê û malên vehesînê yên DAIŞê, cihê ku pêdivîyên ragihandinê û alavên şandinê yên dijîtal hatibûn depokirin, herwiha bandora wan di lawazbûna operasyonên wê medyayî hebû.

"Mehrûmirina DAIŞê ji van sîsteman û ji şîyanên teknîkî armanceke sereke ye ji hêzên ewlekarî re di vê qonaxê de," Şerîfî got.

Wî got ku kêmbûna şîyana rêxistinê yên weşandina peyamên xwe girêdayî kûmbûna şîyana gotara wê ya bandorkirina li nerîna giştî ya Îraqî, çi di rêya tirsandinê yan di rêya hînkirinê re.

"Sivîl, bi taybet ew kesên di serdema ku DAIŞê kontrol dikir de jîyan, aniha têdigihêjin ku îdîolojîya rêxistinê vala ye ji nirxên olî û mirovî," wî anî ziman.

"Maşîna medyayî namîne"

Çalakîya weşanê ya DAIŞê heta asteke mezin di van salên dawî de kêm bûye, Kazim Miqdadî yê ku ragihandina girseyî li Fakulteya Farabî ya Zanîngehî hîn dike got.

Fişara ewlehî ya zêde rêxistin ji piranîya platformên wê yên medayayê, teknolojya, wênekêşên vîdyoyê pisporên deng û pisporên diwarê propagandayê de mehrûm kirin ligel karmendine din, wî ji Diyaruna re ragihand.

Herwiha xebateke bi aramnc hebû ku astengîyan deynin da ku nehêlin endamên DAIŞê û alîgirên wê îdîolojîya rêxistinê belav bikin û peyamên wê li ser Înternetê biweşînin û "bi taybet li ser medyaya civakî", wî got.

"Maşîna medyaya DAIŞê wenda dibe," Miqdadî got û not kir ku "nema bawerîya kesekî pê tê û tu kes nema jê ditirse".

"Delîl li ser vê yekê ew e ku gelek sivîl li devrên rizgarkirî bê tirs diaxêvin li ser medyayê derbarê trajîyaya hat serê wan di dema hukmê DAIŞê de," wî got.

Hewcedarî bi peyamên li dijî terorîzmê heye

Ebdul Selam Samir, ê ku reklamkarîyê li Fakulteya Medyayê li Zanîngeha Bexdayê hîn dike, teqezî li ser pêwîstîya armanckirina maşîna DAÎŞê û teknolojyaya ew bi kar tîne bo bo belavkirina agahîyên çewt û bo şerekî derûnî derxe holê kir.

"Hewcedarîya me heye ku em şîyanên wê yên teknolojî û şanên wê yên berpirs in ji çêkirina naveroka medyayî wêran bikin," wî got. "Divê em danûstandina wê ya dîjîtal asteng bikin û platformên wê yên medyaya civakî bixitimînin."

Wî teqez kir ku lê lawazkirina van şîyanan ne tenê ew e ya ew dixwazin bikin û not kir ku hewcedarî bi peyamên çalak ên li dijî terorîzmê di alavên medyayî yên sereke de heye.

"Êdî ew rabihûrîyeke dûr e, çaxê ku gel dilxwazê peyamên ku ji alîyê DAÎŞê ve dihatin weşandin bû, piştî ku edrew û xapandinên wê hatin eşkerekirin," wî got. "Lê ev tê wateya ku hewcedarîya me heye ku em hêrsbûna xelkê li dijî terorîstan qayim bikin û her û her kiryar û tawanên wan ên kirêt bînin bîra wan."

"Em dixwazin îdîolojîya wan a şaş bi rêya programên hişyarkirina civakî û belgefilman û programên televîzyonê armanc bikin, yên dikarin dijberîya bandora hizrên wan biki," Samir got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500