https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/08/07/feature-02

×
×
Aborî |

Bargiranîya sizayan dihêle Îranî li karên rojane li Herêma Kurdistanê bigerin

AFP

image

Sulêman Taha, ciwanekî temen 28-salî ye û derçûyê bîrkarîyê ye ku xwendina xwe li Sinayê li rojavayê Îranê qedandîye, ew pûtên lawiran ên ji cebsînê hatine sazkirin li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê difroşe, roja 2yê Tîrmehê. [Sefîn Hemîd/AFP]

Dema ku otombîlek rawestîya li Hewlêrê, nîv dezîne karkerên Îranî li dora wê bûn xelek. Ku sizayên Amerîkayê li ser Îranê ew guvaştine, ew li kar digerin li pişt sînorê welatê xwe.

Piranîya wan Kurd in, ew li karên rojane di avakirinê û karên suxrê de digerin li Herêma Kurdistana Îraqê bo debarekirina xêzanên xwe piştî kambaxbûna rewşa aborî.

Kum li ser serê wan e û çenteyên wan li dora kembera wan, ew li navçeya pîşesazî ya Hewlêrê çaverê dikin ku xelkên ku bi hewcedarî alîkarîyê ne di rakirina tiştan ya avakirinê de û li karkeran digerin wan hilgirin.

"Bi heqdestê rojeke kar li Îranê, ez bi tenê dikarim mirîşkekê bikirim -- lê hewcedarîya malbatekê bêhtir e ji mirîşkekê," Rustem, 31-salî, karkerekî ji Urmîyê ji Îranê got.

image

Karkerin Îranî, yên ku li kar digerin li Herêma Kurdistana Îraqê bo debara xêzanên xwe bikin di rewşa aborî ya kambaxbûyî de, li hotêleke arzan li Hewlêrê dimînin, roja 1ê Tîrmehê. [Sefîn Hemîd/AFP]

Bavê du zarokan nexwest ku navê xwe yê sêyanî eşkere bikre, ji ber tirsa li ser malbata xwe ya li Îranê ye.

Karkekî bi navê Rîza Rustumî got ku karker ji " 25,000 heta bi 30,000 dînarên Îraqî ($20-$25) rojane werdigirin".

"Ev pereyekî baş e," wî got, dora sê caran li heqdestê li Îranê ye.

"Aborî [li Îranê] bi yekcarî ne cihê bawerîyê ye. Dibe ku tu rojekê ji xew rabî û bibînî ku nirxên xwarinê bûne duqat bi berhevkirin ligel roja berî wê," Rustem got.

Aborîya Îranê dê "xerabtir bibe"

Piranîya karkerên Îranî weke geştyaran bi vîzayeke yek mehî derbasî Herêma Kurdistana Îraqê dibin.

Ew 28 rojan dixebitin û pişt re vedigerin malê bo bêhinvedanê, û ew çayê û foteyên zarokên û tiştên din ên ku aniha li Îranê pir buha ne bi xwe re dibin. Piştî heftîyekê, heman ger dîsan dest pê dike.

Karker him "hacetekê bi cih tînin, û him jî weke jêdereke dewlemendîyê tên dîtin", Adil Bakawan ji Dibistana Lêkolînên Pêşketî di Zanistên Civakî de li Parîsê wiha dibîne.

"Ne bi tenê ew karên nerîtbar û civakî di civaka Kurdî de li Îraqê dikin, belê karkerên Îranî pereyan jî xerc dikin," Bakawan ji AFP re got.

Di heman rêya qerebalix de li Hewlêrê, karsazekî Kurdê Îraqê avahîyeke kevin nû kir û weke hotêleke arzan bi kar tîne bo vehewandina pêlên karkerên Îranî.

"Payîza borî, bi tenê 58 karkerên Îranî li hotêla me hebûn. Aniha 180 kes hene,"Xorşîd Şeqlaweyî yê 54- salî wiha got.

Wî du avahîyên din li devereke nêzîk kirê kirine, lê têr nake.

"Ez niha mêhvanê nû qebûl nakim, ew hemû Îranî ne, ji ber ku her sê hotêl mişt in," wî got.

Rûbera odeyên wî dora neh metrên ducar e û ew mêhvandarîya çar karkeran dike, yê ku 3 dolaran di şevê de didin li hember, textekî, kehrebeyê, av û înternetê.

Piranîya karkerên Îranî li Hewlêrê pir dixwestin ku ji AFP re biaxêvin lê bi mercê nasnameyên wan neyên eşkerekirin, ji ber ew nîgeran bûn ku dibe ev bandoreke nerênî li malbatên wan li Îranê bike.

Di nav wan de derçûyên zanîngehê hene, yên ku neçar bûne karên suxrê bikin ji ber ku nikarîn kar li warê xwe peyda bikin û ew têkildarî asoyên pêşerojê reşbîn in.

"Ez dibînim ku rewşa aborî li Îranê dê kambaxtir bibe," kesekî 24 salî wiha got.

Koçberîya bo peydakirina xwarinê

Desthilatdarên Herêma Kurdistanê dibêjin ku tu amar têkildarî karkerên Îranî li ba wan tune ye, û Îraqî dibêjin ku hatina wan -- hîn -- ew nîgeran nekirine.

"Ew bi heman heqdestê me dixebitin," avakerekî Îraqî yê 27-salî bi navê Rêbîn Siyamend got. "Zêdetir, vajî karkerên Îranî, têkilîyên me berfirehtir in. Em bi awayekî berdewam bi endazyaran û xwedanên projeyan re dixebitin."

Siyamend go ku lê eger Îranî bi hejmarên mezintir werin û bi pereyên kêmtir bixebitin, ev yek dê ji Îranîyan re bibe bargiranî.

Li ser rêyeke tozawî ku diçin navçeyên gundewarî, Sulêman Taha li ser derîyê paşîn ê pîk apa xwe ya ji coreyê Nîsan a şîn, ku li Îranê hatiye sazkirin û plêta wê Îranî ye, rûniştîye.

Derçûyê bîrkarîyê yê 28-salî ji Sinayê li rojavayê Îranê ji Sibatê de hatiye Îraqê bo pûtên lawiran ên ji cebsînê hatine sazkirin bifiroşe.

Wî got ku Îranî giranîyê didin peydakirina xwarinê û nikarin bo tiştekî mezintir plan bikin.

"Berî sizayên vê dawîyê, me heftîyane sê caran goşt dixwart. Aniha em dikarin heftîyane carekê goşt bixwin," Taha got.

Ew li xanîyekê bi kirê li Hewlêrê digerîya weke gelek heval û xizmên xwe yên ku sînor derbas dikin bo li kar bigerin.

"Ez dikarim bibêjim ku ev koçberîyeke, koçberîyeke bo peydakirina xwarinê ji malbatên xwe re".

Tu vê mijarê diecibînî?
11
Na

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha