Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîm û Rûsya başûr- rojavayê Idlibê bombebaran dikin

Welîd Ebûl Xêr li Qahîrayê

Sivîlên Sûrî li bajarokê Xan Şêxûnê kelûpelên xwe didin hev piştî êrîşên rejîm û Rûsyayê herêma Idlibê ji Nîsanê de bombebaran kirin. [Wêne ji Xûzeyên Sipî hatiye wergirtin]

Sivîlên Sûrî li bajarokê Xan Şêxûnê kelûpelên xwe didin hev piştî êrîşên rejîm û Rûsyayê herêma Idlibê ji Nîsanê de bombebaran kirin. [Wêne ji Xûzeyên Sipî hatiye wergirtin]

Balafirên rejîma Sûrî Duşemê (5ê Tebaxê) dîsan dest bi bombebarankirina herêma Idlibê kir bibetalkirina agirbesta demkurt, ligel balafirên Rûsî ku êrîşên asmanî piştî demeke kurt berdewam kirin.

Balafirên Rûsî qeraxa herêmê bombebaran kir, herwiha balafirên şer ji herdu alîyan ve bombebarankirina alîyê başûrî dewam kir, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê got ku li alîyê başûr, çar sivîlan jîyana xwe ji dest da ji ber barandina bermîlan bi ser bajarokê Morek li bakurê herêma Hemayê ji hêla rejîmê ve, AFP ragihand.

Ev qurbanîyên sivîl ên destpêkê bûn, ji çaxê rejîmê bombebarankirina xwe dewam kiriye.

Bazara Xan Şêxûnê ziyaneke mezin lê hat ji ber nûbûyîna êrîşên asmanî yên rejîmê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bazara Xan Şêxûnê ziyaneke mezin lê hat ji ber nûbûyîna êrîşên asmanî yên rejîmê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Xûzeyên Sipî li qurbanîyan digerin li malên sivîlan ên ku bûne armanca êrîşên asmanî, li gundewarê parêzgeha Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Xûzeyên Sipî li qurbanîyan digerin li malên sivîlan ên ku bûne armanca êrîşên asmanî, li gundewarê parêzgeha Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Balafirên rejîm û Rûsyayê gelek beşên gundewarên Idlibê kirin armanc, bi taybetî li başûr, çalakgerê Idlibî Museb Esaf wiha ji Diyaruna re got.

Esaf dîyar kir ku "herî kêm 20 êrîşên asmanî" Duşemê gundewarê Idlibê kirin armanc, ku balafirên serbazî û yên koleçanê pagerine çavdêrîyê pêk anîn.

Betalkirina agirbestê

Sibeha Duşemê, rejîma Sûrî ragihand ku wê agirbest betal kir piştî ragihandina wê bi çar rojan, ku komên çekdar bi pêkneanîna agirbestê li herêma veqetîner tawanbar kir.

Wê kom tawanbar kirin -- di nav de hevbendîya Tehrîr el-Şam, ku piranîya herêmê kontrol dike, Enîya Rizgarkirina Sûrîyayê û komên opozîsyonê yên din li parêzgehên Idlib, Hema û Lazqîyê -- ku deverên li jêr kontrola rejîmê kirine armanc.

Esaf anî ziman ku "piranîya êrîşên asmanî yên Duşemê, taxên Xan Şêxûnê li başûrê Idlibê kiribûn armanc, ku bi cebilxaneyan hatibûn bombebarankirin mîna bombeyên goşeyî û bermîlan."

Wî daxuaynd ku hejmareke êrîşên asmanî bajarokê Babûlîn û Kefer Secna jî kiribûn armanc, û bajarokên Kefer Zîta, Latamna û Zekat li bakurê gundewarê Hemayê.

Di heman demê de, êrîşên Rûsî Kabîna jî bombebaran kir li qeraxên parêzgeha Lazqiyayê.

Esaf destnîşan kir ku êrîşên asmanî yên nûkirî payînkirî bûn, û da zanîn jî ku êvara Yekşemê jinek bi moşekeke rejîmê hat kuştin û hejmarek birîndar bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500