Civak

Mûsil kar li ser nehiştina derzên civakî di qonaxa piştî DAIŞê de dike

Ala Husên li Bexdayê

image

Tabloyên folklorî di çarçoveya pîrozbahîyên "Em hemû Mûsilî ne" de hatin lidarxistin, li festîvala ku li navenda parêzgeha Nînewayê roja 11ê Tîrmehê hat girêdan. [Wêne ji Dîdargeha Hevalên Ciwanan hatiye wergirtin]

Piştî derbasbûna du salan li ser derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) jiMûsilê, hîn bajar li ber xwe dide û azarê dikşîne di warê sarêjkirina bandora civakî ya bed a fermanrewîya wê.

Dema ku wê parêzgeha Nînewa kontrol dikir, rêxistina tundrew gelek endamên komelgehên olî û etenî derxistin, êşkence kirin yan jî weke kole firoştin, komelgehên ku berî aniha bi hevawazî û bê kêşe bi hev re jîyan dikirin.

Destpêşxerîyên hikûmî û yên civaka sivîl hewl didin kutêkilîyên baş dîsan vegerînin, ên ku di navbera komên cuda yên bajêr de hebûn, bi rêya ciwanên ku weke hêzeke civakî ya çalak tev digerin bo çaksazîkirina ziyana gihiştiye civakê.

Roja 11ê Tîrmehê, Dîdargeha Hevalên Ciwanan, rêxistineke ne-hikûmî ye ku ji hêla ciwanên Mûsilê hatiye damezrandin, festîvalek organîze kir bo pêşxistina hevgirtina civakî, bi piştgirîya Ajansa Amerîkî bo Pêşxistina Navdewletî (USAID).

image

Festîvala "Em hemû Mûsilî ne", ya 11ê Tîrmehê hat lidarxistin, hewl da ku dîroka lêburdeyîyê ya bajêr bîne bîra beşdarvanan. [Wêne ji Dîdargeha Hevalên Ciwanan hatiye wergirtin]

Organîzerên festîvalê gotin ku wan xwest ku ronîyê bavêjin ser dîroka bajêr, ya ku bi rengînîya xwe dewlemend e, bi armanca serketina li ser cudahîyên olî û etenî.

"Em hemû Mûsilî ne" tabloyên şanogerî, mûzîkî û folklorî pêşkêş kirin.

Û di nava tabloyan de jî dîlana debka hebû, ya ku ciwanên ku cilên Erebî, Kurdî, Êzîdî, Turkmanî û Xiristîyanî li xwe dikirin digerandin, û bi hemû zimanên ku li kolanên Mûsilê tên bihîstin stran gotin.

"Lidarxistina festîvalên bi vî awayî têkilîyên germ ên di navbera ciwanên ji hemû paşxaneyên olî û etenî de raber dike," endamê Dîdargeha Hevalên Ciwanan Adil Mixa ji Diyaruna re ragihand.

"Em li vir teqez dikin ku tevî rewşên zehmet ên Mûsilî di wan re derbas bûne di dema borî de, ew pêdagir li ser parastina bihevrejîyankirina civakî û mozayîka civakî ya parêzgehê," wî got.

Dîrokeke dirêj a bihevrejîyanê

Mûsil xwedan dîrokeke dirêj a bihevrejîyana civakî ye.

Berî vejîna Îslamê, Mûsil xaka şopdarên bawerdarîyên mîna Xiristîyanet, Yehûdîyet û Zeredeştîyê bû, profesorê Şûnwarîya Îslamî li Zanîngeha Mûsilê Ehmed Qasim ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku paşê Îslam bû ola berbelav, lê şopdarên wê hiştin endamên bawerdarîyên din bi azadî nerîtên xwe li dar bixin.

"Îslam ne ola sitemkirinê ye," wî got, "lê belê ola lêburdeyî û hezkirinê ye", belgeya vê yekê jîhebûna gelek kenîseyênkevnar e li bajarê Mûsilê, di nav de Mar Şaeya li devera Qilêat, a ku vediger sala 570 paş zayînê.

Wî got ku nimûneyeke din a lêburdeya bajêr vehewandina Ermenan e, dema ku bajar pêşwazîya wan kir dema ew piştî Şerê Cîhanî yê 1ê bêwar bûn.

Wî teqez kir ku xelkê Mûsilê alîkarî û destek dane wan, û rê da wan ku bawedarîya xwe praktîze bikin û kenîseyên xwe ava bikin, di nav de Kenîseya Ermenî li bajêr, û da zanîn ku pişt re hinekan ji wan ola xwe guhest û bûn Musilman.

Rolgerandin di aştîya civakî de

"Bihevrejîyankirin di nav pêkhatîyên cûda yên civaka Mûsilê de girîngîyeke, ne bijareyeke," endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xezwan Dawûdî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev yek divê were pêkanîn bo pêşxistina parêzgehê.

Wî da zanîn ku DAIŞê hewl da ku wêneyê Mûsilê weke bajarekî ku bihevrejîyana aştîyane lê nerît e ji holê rake, û giranî da avakirina derzekê di navbera komên etenî û olî de yên ku ew ji xwe re kirine war.

Wî teqez kir ku rêxistina tundrew di pêkanîna derzên hemîşeyî de bi ser neket, û bang bo pêşveçûneke cidî di warê peydakirina çanda lêburdeyî û bihevrejîyanê kir.

Wî got ku heta vê dawîyê jî, şênîyê bajêr piştgirîya hemû çalakî û boneyên ku rêxistinên civaka sivîl li dar dixin bo yekkirina bajêr dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?
0
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 KARAKTERÊN MAYÎ (1500 Bi PIRANÎ)