Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrî çekdarên alîgir ji DAIŞê re li Deraayê serbest dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarin ji ji Ceyş Xalid ibn Welîd soza dilsozîyê ji DAIŞê re didin li devera Yermûkê li gundewarê başûrî yê Deraayê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çekdarin ji ji Ceyş Xalid ibn Welîd soza dilsozîyê ji DAIŞê re didin li devera Yermûkê li gundewarê başûrî yê Deraayê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Rejîma Sûrî bi dehan çekdarên Ceyş Xalid ibn Welîd serbest berdane, çekdarên soz dane ku dilsoz bin bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re li başûrê parêzgeha Deraayê, vê yekê tirs û nerazîbûn di nav xelkê de belav kirin.

Li gorî çalakger Cuma Mesalma, Beşê hewalgirîya Cewî yê girêdayî rejîmê dora 100 çekdarên Ceyş Xalid ibn Welîd vê dawîyê serbest berdan li devera Yermûkê li gundewarê başûrî yê Deraayê.

Niştecîyên Deraayê ditirsin şer û pevçûn di navbera tundrwên serbestberdayî û endamên berê û yên aniha yên komên opozîsyonê de biqewimin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Mesalma got ku herwiha ew ditirsin ku çekdarên Ceyş Xalid ibn Welîd bibin sedema arîşeyan di nav niştecîyên sivîl de.

Çekdarên Ceyş Xalid ibn Welîd xwe amade dikin da ku îdamekê perform bikin li gundewarê Deraayê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çekdarên Ceyş Xalid ibn Welîd xwe amade dikin da ku îdamekê perform bikin li gundewarê Deraayê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Leşkerên rejîma Sûrî li xaleke pişkinînê li başûrê parêzgeha Deraayê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Leşkerên rejîma Sûrî li xaleke pişkinînê li başûrê parêzgeha Deraayê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çekdarên serbestberdayî ji gund û bajarokê parêzgeha Deraayê dest pê dikin.

Wî got ku tê naskirin ku ew îdîolojîya tund dişopînin, ûberî vê sivîl bi rêya êrîş, îdamkirin û kuştinê re armanc kirin dema ku ew li herêmê desthilatdar bûn.

Egerên berfirehbûna alozîyê

Mesalma got ku niştecî ditirsin pevçûn di nav çekdarên serbestberdayî û endamên komên opozîsyonê yên berê de çêbibin, bi taybet Enîya Başûrî, ya ku berî vê şerê Ceyş Xalid ibn Welîd kiribû.

Wî got ku di nav wan kesên serbestberdayî de "berpirsên olî" yên ku bi meyla xwe ya tundrew û tawanbarî tên naskirin, di nav wan de "berpirsê şerîetê" Muhemed Ehmed Nabulsî û "emîrê şerîetê" yê berê Muhemed Muhena Berîdî.

Kesin din ku dibê xeterek bin li ser civakê mîna endazyarê bombeyên bidestçêkirî Eşref Mihemed Berîdî , herwiha Udey Hîlal Mesrî, ku yekî kujer e, û berpirsê ewlehîya DAIŞê Muhemed Ebdul Setar Berîdî.

Wî got ku herwiha niştecîyên xwecihî tirsa xwe ji ber êrîş û operasyonên girtinê yên ku li herêmê hatin bicihanîn ji alîyê endamên Firqeya Hewlagirîya Hêza Cewî û Firqeya 4mîn a artêşê ve, ligel Hizbulah, a ku li herêmê belav e derbirîn kirin.

Mesalma got ku ev bûyer bi behaneya ku baş propeganda jê re çêbû ku endamên terorîst li deverê hene pêk tên.

Alozî li ser asteke berfireh li parêzgeha başûrî berbelav e, operasyonên revandin û kuştinê rojane çêdibin -- di nav de kuştina pênc kesên sivîl û çekdarên opozîsyonê yên berê tenê di rojekê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500