Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî rê li ber çekdarên DAIŞê li Şerqatê digirin

Xalid Taî

Efserên polîsê Îraqî di operasyoneke ewlehî de beşdar dibin li navçeya Şerqatê ya parêzgeha Selahedînê di 18ê Nîsana sala 2018an de. [Wêne ji ofîşa medyayê ya navçeya Şerqatê hatiye wergirtin]

Efserên polîsê Îraqî di operasyoneke ewlehî de beşdar dibin li navçeya Şerqatê ya parêzgeha Selahedînê di 18ê Nîsana sala 2018an de. [Wêne ji ofîşa medyayê ya navçeya Şerqatê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî roja Duşemê (29ê Tîrmehê) dest bi operasyonekê kirin da ku bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji girava Şerqatê li bakurê parêzgeha Selahedînê der bikin, birêveberîya xwecihî ya navçeyê got.

Di van çend heftîyên dawî de, bermahîyên DAIŞê yên li derdora rojavayê Şerqatê bi cih in, cihê ku weke Cezîrê tê naskirin, êrîşên belave li navçeyê cîbicî dikirin.

Fermandarîya Operasyonên Selahedînê, polîs û hêzên navçeyê di operasyonê de beşdar in, ligel alîkarîya ji alîyê şervanên êlan ji lîwayên 51 û 91ê, şaredarê Şerqatê Elî Dewdeh Sêşemê ji Diyaruna re ragihand.

"Hêz kûr derbasî Cezîrê bûbûn da ku cihên veşartina terorîstên mayî kifş bikin û wêran bikin," wî got û anî ziman ku Cezîrê devereke biyabanî berfireh e, ligel gir û şkeftên ku penagehê dabîn dikin.

Fermandarê Operasyonên Selahedînê lîwa Ebdul Mihsin Ebasî serdana xaleke pêşkinînê dike li navçeya Şerqatê di 26ê Tîrmehê de bi komeke efserên serbazî re. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Fermandarê Operasyonên Selahedînê lîwa Ebdul Mihsin Ebasî serdana xaleke pêşkinînê dike li navçeya Şerqatê di 26ê Tîrmehê de bi komeke efserên serbazî re. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

"Devera Cezîrê yên berfireh, a digihe deşta navçeya Hetra û Tel Eferê li parêzgeha Nînewayê, herwiha devera Ferata Jorîn li Enbarê, derfeteke mezintir dide terorîstan ku tevger û menaweran bikin," Dewdeh got.

Wî got ku di dawîya roja yekem de, hêzên ewlekarîyê "gelek teqemenîyên bidest çêkirî û malên vehesînêwêran kirin", û anî ziman ku operesyon dê berdewam bin heta bermayîyên DAIŞê bi temamî werin tinekirin.

Dewdeh got ku operasyon berdewam in li gel hêzên ewlekarî û mêrên êlan "bo bi saet misyonên lêgerîn û koleçanê cîbicî dikin".

Wî got ku tev Cezîrê, operesyonên malaştinê yên ewlekarî li taxên bakur û başûrê Şerqatê tên cîbicîkirin, li giravên çemî û li gundên dûr li beşê rojhilatî ji navçeyê.

"Her yek ji van misyonan gelek caran wêrankirina malên vehesînê û depoyên cebirxane û çekan encam dide, û hin caran dibe sedema ziyanan di nav terorîstan de," Dewdeh got.

Wî ragihand ku "berî 10 rojan, hêzan misyoneke lêgerînê lo gundê Eysayê cîbicî kir" li bakurê Şerqatê, cihê ku sê endamên DAIŞê xwe li mala vehesînê vedişartin hatin kuştin.

Ewlehî qayim e û kar ji xizmetguzarîyan re dive

Dewdeh got ku tevî ku hin caran binpêkirin li derdora navçeyê hene, heta asteke mezin Şarqat ewle ye û "bi dorpêçkirineke ewlehî, xalên pêşkinînê û pagerên ku şev û roj li taxan digerin hatiye asêkirin".

"Rewş li navenda navçeyê aram e û xelk bi awayekî normal kar û barên xwe dikin, bê ku bitirsin," wî anî ziman.

Wî got ku tevî ku wlehî li deverê baş bûye, lê xizmetguzarî li navçeyê û planên nûavakirinê rawestiyane.

Dewdeh got ku ji ber ku rastî kêmbûna samanan hat, birêveberîya xwecihî nikarîbû projeyên xizmetguzarîyan û yên nûavakirinê temam bike, bi taybet di warê tendirustî û perwerdeyê de.

Wî got ku gelek projeyên şarederîyê dereng mane, di nav de projeyeke ziftkirina şarêyên bajarok, û not kir ku kêmbûna xizmetguzarîyan yek ji sedemên ku niştecîyên ji navçeyê bêwar bûne ji ber wan nikarin vegerin.

Wî got ku heta 70% ji niştecîyê Şerqatê yên ku hejmara 90,000 e vegeriyane malên xwe, lê "hîn malbatên bêwar hene devery parêzgehê û dora 100 malbatan li kampa Besatîn el-Şuyûx in li Şerqatê".

"Ev malbat naxwazin vegerin, ne ji ber ewlehîyê, lê ji ber kêmbûna xizmetguzarîyan li deverê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500