Nûçeyên Iraqê
Civak

Bûyera Deraayê ronîyê diavêje ser pirsgirêkên desthilata herêmî

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Polîsê serbazî yê Rûsî pagerîyê dike li parêzgeha Deraayê, ya ku li başûrê Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Polîsê serbazî yê Rûsî pagerîyê dike li parêzgeha Deraayê, ya ku li başûrê Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Êrîşeke ku vê dawîyê li dijî pagereke artêşa Rûsî li parêzgeha Deraayê li başûrê Sûrîyayê pêk hat nîşandereke bêbawerîya li hember hêzên Rûsî yên li wê herêmê ye ji hêla him opozîsyonê û him jî hêzên Îran piştevanîya wan dike, çalakgerekî herêmî ji Diyaruna re got.

Êrîşkarine nenas roja 13ê Tîrmehê hewl dan ku pagereke artêşa Rûsî bi bombeyeke ya li ser rêya di navbera bajarokê Sehwa û bajarê Busra el-Şam de li rojhilatê parêzgeha Deraayê çandî armanc bikin.

Êrîş bi tenê bû sedema ziyanên madî.

Di daxuyanîyeke de ku piştî bûyerê hat belavkirin, birêveberê Navenda Himêmîmê bo Lihevhatinê ya ser bi Wezareta Berevanîyê ya Rûsî ve, lîwa Alexei Paçîn got ku hêzên çekdar ên Rûsî rêkarên ewlehî yên bêhtir bi cih tînin.

Hêzên Rûsî û Sûrî xaleke pişkinînê ya hevbeş li parêzgeha Deraayê, ya ku li başûrê Sûrîyayê, pêk tînin. [Wêne ji Medyaya Civakî hatiye wergirtin]

Hêzên Rûsî û Sûrî xaleke pişkinînê ya hevbeş li parêzgeha Deraayê, ya ku li başûrê Sûrîyayê, pêk tînin. [Wêne ji Medyaya Civakî hatiye wergirtin]

Wî milîtanên ser bi terorîstan an komên opozîsyonê bi êrîşê gunehbar kirin, êrîşa bi armanca girjîkirina rewşa li herêmê, û bang li lîderên van koman kir ku "provakisyonên çekdar rawestînin".

Alozî di navbera Rûsya û Îranê

Piştî êrîşa li ser pagereke Rûsî, gelek çîrok li dor bûyerê hatibûn pêş, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hinek dibêjin ku milîsên ser bi Îranê ve êrîş di çarçoveya milmilanîyeke li ser karîgerîyê di navbera Rûsya û Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) de pêk anîn.

Besam daxuyand ku alozî di navbera milîsên ser bi Îranê ve û hêzên Rûsî û hevalbendên wan de bilind bûne, û êdî wan pagerên xwe pir kirine.

"Pasdaran hewl dide ku herêmê ji ber cihê wê yê stratejî kontrol bike, ji biybana Sûrî (Badiya) û sînorê Urdunî heta bi rojhilat û Dêra Zorê, ku hebûneke bihêz a Pasdaran li wir heye," Besam got.

Besam bal kişand ser xala ku bêyî kontrolkirina Deraayê Pasdaran dê nikaribe ku rêyeke bejahî di navbera Tehran û Deryaya Spî de ava dike.

Wî got ku devera ku êrîş lê pêk hatiye bi awayekî mezin li jêr kontrola milîsên disozên Pasdaran e, di nav de komên dilsozê Hizbulaha Lubnanî û Firqeya 4ê, firqeyeke artêşa Sûrîyayê ya berê ye ku aniha li jêr kontrola Pasdaran e.

Wî got ku Hizbulah bi milîseke êlan re ku li ser destê Pasdaran hatiye avakrin li Dêra Zorê hevahengîyê dike, hêzeke ku ji 4,000 çekdarên Sûrî yên ku hewl didin devera di navbera Dêra Zorê û Deraayê de ewle bikin pêk tê.

Vê yekê rê da derbasbûna navgînên serbazî yên Pasdaran û lorîyên ku çekan û îmdadên din hildigirin.

Wî da zanîn ku milîsên ser bi Îranê ve karîne kontrola xwe li çend deverinan li ser hesabê komên alîgirên Rûsyayê, yên ku bi awayekî demdemî destêwerdanê dikin bo derxistina milîsên Îranî, berfireh bikin.

Alozî di navbera rejîm û opozîsyonê de

Besam got ku angaşteke din dibêje ku êrîşa 13ê Tîrmehê ji alîyê komên opozîsyonê ye, yên ku çekên xwe di çarçoveya rêkeftina lihevhatina bi rejîma Sûrîyayê re bi serpereştîya Rûsî di Tîrmeha 2018an de radest kiribûn.

Şênîyên DeraayêRûsya bi pêkneanîna sozên ku dane wanweke serpereştyarê rêkeftinê gunehbar dikin, rêkeftina ku li gorî wê hêzên rejîmê derbasî herêma wan bûn.

Li gorî rêkeftinê, komên opozîsyonê çekên xwe radest kirin, û hinek ji herêmê derketin, û hêzên rejîma Sûrîyayê derbasî asêgehên wan ên berê bûn.

Besam got ku ev yek li jêr garantîyeke Rûsî ku rejîm dê çekdarên opozîsyonê yên berê negire, û dê tevlîbûna wan di leşkerîya neçarî de dereng bixe pêk hat.

Wî got ku rejîma Sûrîyayê heta niha ramaliştinan bi behaneya girtina terorîstan pêk tîne, û çekdarên opozîsyonê yên berê digire.

Wî got ku rejîma Sûrî herwiha girtina têkildarî leşkerîya neçarî pêk tîn, û xalên pişkinînê ava dike bo hêsankirina vê duvçûnê, ev yek jî binpêkirin ji rêkeftina bi serpereştîya Rûsyayê re ye.

Ev werçerxan bû sedema derketina dijberî ji nû ve, ûzêdebûna hejmara êrîşên li ser hêzên rejîmê û milîsên alîgirên wê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500