Nûçeyên Iraqê
Dîplomatîk

Hevdem ligel tengijînine herêmî, dê diplomatekî Omanî payebilind serdana Îranê dike

AFP

Wezîrê derve yê Omanî Yûsiv bin Elewî digihêje Koşka Diriye ya li paytexta Sûdîyê Riyadê di lûtkeya Encumena Hevkarîya Kendavî di 9ê Kanûna Yekem a 2018'an de. Bin Elewî dê berê xwe bide Îranê di 27ê Tîrmehê de da rewşa Kendavê di nava van tengijînan de gotûbêj bike. [Fayiz Nureldîn/AFP]

Oman Duşemê (22ê Tîrmehê) ragihand ku diplomatê wê yê payebilind dê dawîya vê heftîyê berê xwe bide Îranê da rewşa Kendavê di nava van tengijînan de gotûbêj bike.

Wezaretê got ku wezîrê derve Yûsiv Bin Elewî bin Ebdullah "dê serdana Îranê roja Şemîyê bike da têkilîyên dualî û danûstandinên berdewam, bi tayebt ên girêdayî geşedana herêmî ya dawî, gotûbêj bikin.

Oman baş li têkilîyên xwe û Îranê di heyama alozîyên herêmî yên dubarekirî de miqate bû, tiştê hiştiye we rola navbeynkar bigerîne, di nav de Ameîrkayê.

Ji Gulanê de tengijîn li Kendavê di nava alozîyeke ku navbera Îran û Amerîkayê de teqeîya dest pê kir, ew jî ji bo bernameya nuklerî ya Tehranêligel rêzebûyerine din jî mîna neftkêş û dronan.

Wêneyek di 21ê Tîrmehê de hatiye girtin ku tê de Pasdaran pagereke neftê li derdora neftkêşa ku ala Brîtanî radike ya bi navê Stena Impero digere ku ew li bermaberî bendergeha Bender Ebas a Îranî radiweste. [Hesen Şirvanî/AJANSA MIZAN A NÛÇEYAN/AFP]

Wêneyeke ku di 21ê Tîrmehê de hatiye girtin de, dîyar dike ku neftkêşa Brtîtanî Stena Impero li bermaberî Bendergeha Bender Ebas a Îranî radiweste. [Hesen Şirvanî/AJANSA MIZAN A NÛÇEYAN/AFP]

Wêneyeke ku di 21ê Tîrmehê de hatiye girtin de, dîyar dike ku neftkêşa Brtîtanî Stena Impero li bermaberî Bendergeha Bender Ebas a Îranî radiweste. [Hesen Şirvanî/AJANSA MIZAN A NÛÇEYAN/AFP]

Roja Înê, Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) neftkêşa Brîtanî, Stena Impero tev 23 endamên wê li Gelîyê Hormuzê girtin.

Bangên berdana neftkêş

Serokwezîra Brîtanîyayê ya berê Theresa May roja Duşemê serkêşîya civîneke awarete kir ku wezîr û berpirsên ewlekarîyê beşdar bûn da gotûbêj bikin dê çawa bersivê bidin.

Peyvdarê May da zanîn ku "keştî li jêr behaneyên sexte û ne qanûnî hatiye girtin û divê Îranî yekser wê û endamên wê serbest berde."

"Em naxwazin bi Îranê re rû bi rû bibin lê nayê qebûlkirin ku keştîyek bi awayekî rewa dixebite û di rêyeke ku li ser asta navdewletî naskirî ye derbas dibe, bê girtin."

Tê payîn Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt di demeke din ji roja Duşemê parlemanê ji peresendinan agahdar bike.

YE kiryara Îranê şermezar kir, û roja Yekşemê Hunt bi hevkarên xwe yên Almanya û Fransayê re axivî.

Daxuyanîyeke Brîtanî anî ziman ku wan li ser "korîdora ewle bo derbasbûna Gelîyê Hormuzê ku ev yek armanca welatên Ewropî ya sereke ye, herwekî naxwazin tu şer li herêmê rû bide," li hev kir.

Omanê banga serbestberdana neftkêşa Stena Impero kir û herwiha bang li London û Tehranê kir ku bi rêya diplomasîyê pirsgirêka xwe çareser bikin.

Siûdîyê jî girtina Îranê red kir û got ev yek "yekcar nayê qebûlkirin", herwiha bang li hêza navdewletî kir ku "rêkarinan der heqê vî reftarî de pêk bînin."

Nîgeraneke zêde

Kiwêt û Qeterê gotin ku ew bi "nîgeraneke ecêb" pêşketinên li herêmê dişopînnin û bang li hemû alîyan kir ku xwe ragirin.

Li gorî nûçeyeke Ajansa Kiwêtê ya Nûçeyan, Hikumeta Kiwêtî ragihand ku "ev rêkar dihêle tengijîn zêdetir bibin û keştîvavntîyê jî dixe metirsîyekê."

Li alîyekî din, wezîrê veguhastinê yê Îranî Mihemed Islamî roja Yekşemê dîyar kir ku neftkêşeke Îranî ya li Siûdîyê girtî ji çaxa neçar bûye ku bo hinek pirsgirêkan li bendergeha Cedayê raweste girtîbû û paşê vegerîya komara Îslamî.

Li gorî ajansa nûçeyan IRNA ya Îranî, Islamî got ku neftkêşa 1 ya bi navê Kêfxweşîyê "piştî danûstandinan hat rizgarkirin" û ew aniha ber bi Kendavê ve tê.

Hingê jî ajansa SHANA ya girêdayî wezareta neftê got ku keştî neçar ma li Siûdîyê bimîne da hinek tiştên keştîyê çaksaz bike di destpêka meha Gulanê de "piştî motorê wê lêxist û nema karîbû tevbigerîya."

Tevî tengijînên di navbera Îran û Siûdîyê de jî, keştî hat çaksazkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500