Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Amerîkayê sizayan li ser 4 kesayetên Îraqî ji ber binpêkirinan, û gendelîyê disepîne

Faris Omran

Çar kesayetên Îraqî ji hêla Amerîkayê ve roja 19ê Tîrmehê hatine sizakirin, di nav de (berevajî demjimêrê) Ehmed Cibûrî, parêzgarê berê yê Selahedînê; Reyan Kildani, serokê milîsa Tevgera Babîlon; serokê milîsa Lîwayê 30ê Waed Qado; parêzgarê berê yê Nînewayê Newfel Aqûb. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çar kesayetên Îraqî ji hêla Amerîkayê ve roja 19ê Tîrmehê hatine sizakirin, di nav de (berevajî demjimêrê) Ehmed Cibûrî, parêzgarê berê yê Selahedînê; Reyan Kildani, serokê milîsa Tevgera Babîlon; serokê milîsa Lîwayê 30ê Waed Qado; parêzgarê berê yê Nînewayê Newfel Aqûb. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Amerîkayê Pêncşemê (18ê Tîrmehê) du serkêşên milîsên Îraqî û du parêzgarên berê ji ber binpêkirinên mafên mirov û gendelîyê siza kirin.

Siza hemû mulkên wan û hemû berjewendîyên wan ên li Amerîkayê yan li jêr kontrola "kesayetên Amerîkî" didin ber xwe, ligel "hemû pêgehên" ku 50% ji pişkên wê yan zêdetir yên wan in, li gorî Wezareta Xezîneyê.

Ehmed Cibûrî, parêzgarê berê yê parêzgeha Selahedînê û parlemantarê niha, ji ber gendelîyê hatiye sizakirin û herwiha ew tê naskirin "ku berjewendîyên xwe yên kesayetî bi rêya milîsên Îran piştevanîya wan dike diparêzin", Wezareta Xezîneyê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê got ku parêzgarê berê yê Nînewayê Newfel Hemadî Sultan, ku bi navê Newfel Aqûb tê naskirin, bi bertîlxwarinê, bedbikaranîna desthilatê, hedirkirina malê giştî û paşguhkirinê hatiye gunehbarkirin.

Parlemanê Îraqî deng bo bidûrkirina Aqûb ji karê wî da piştî bûyera noqbûna qeyikekê di meha Adarê de, ku bû sedema mirina 100 kesan, ku piranîya wan jin û zarok bûn.

Komîsyona despakîyê ya dijî gendelîyê ya Îraqê vê salê ragihand ku berpirsin "nêz ji Aqûb" bi qasî 64 milyon dolar ji malên giştî dizîne.

"Dê Amerîka destgirtî nemîne"

Sizayên Amerîkayê herwiha du lîderên milîsan -- ReyanKildanî Waed Qado -- yên bi berpirsyarî ji "binpêkirinên xeternak ên mafên mirov" tên gunehbarkirin.

Kildanî serokê milîsa Tevgera Babîlon e. Di Gulana 2018an de, vîdyoyek hat belavkirin nîşan dida ku Kildanî guhê girtîyekî destgirtî jê dike, Xezîneyê wiha got.

Wê da zanîn jî ku hêzên Kildanî "bi awayekî pergalkirî mal talan kirine" û "tê gotin ku bi awayekî neyasayî dest danîne ser zevîyên çandinîyê".

Kildanî herwiha bi binpêkirina mafên mirov, tirsandin, destbadan û destdirêjîkirina li ser jinan, destdanîna bi awayekî neyasayî li ser milkên taybet, û rêgirtin li ber vegera bêwaran bo Deşta Nînewayê tê gunehbarkirin.

Milîsa Qado, Lîwayê 30ê, di heman demê de "pere ji xelkên li derdora Bertela, li Deşta Nînewayê, bi rêya gefxwarinê, girtinên neyasayî û revandinan birine" û gelek caran "xelkê bêyî destûrên dadwerî, yan bi rêya rêkarên xapîner xelk girtine".

Pêncşemê, Cîgerê Serokê Amerîkayê Mike Pence got ku Amerîka "destgirtî û bêçare namîne di demekê de ku milîsên ser bi Îranê ve terorê belav dikin".

Berpirsekî Wezareta Derve ji AFP re ragihand ku Pence qala Kildanî û Qado diki, got jî: "Milîsên ew pêşengtîya wan dikin Îran piştevanîya wan dike."

Amerîka dê "berdewam be di hesabxwestina ji kesên ku binpêkirinên xeternak li dijî mafên mirov kirine, di nav de binpêkirinên li dijî hindikahîyên olî, û herwiha ji berpirsên gendel ên ku portên xwe bi kar anîn bo tejîkirina berîkên xwe li ser hesabê welatîyên xwe", Sigal Mandelker, Birîkarê Xezîneyê bo Hewalgirîya Darayî û Terorîzmê ragihand.

"Bersiveke guncan"

Xistina van xesayetan di lîsteya sizayên Amerîkayê de "gaveke baş e" ber bi sînorkirina çalakîyên kirêt ên kesayetên gendel ên Îraqî û yên ser bi Îranê ve, şirovekarê siyasî û parlemantarê berê yê Îraqê Taha Lehîbî ragihand.

"Em piştgirîya biryara Wezareta Xezîneya Amerîkayê dikin û em wê weke bersiveke guncan dibîn bo tawanên endamên milîsên Îraqî, yên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) piştgirîya wan dike, di derheqê kesên bêsûc de," wî ji Diyaruna re Înê ragihand.

Wî got ku van milîsan "binpêkirinên nepenî" di derheqê welatîyan de kirine û dest danîne ser malên wan ên kesayetî.

Lehîbî got ku sizayên Amerîkayê herwiha bertengkirinan li ser kesayetên gendel dikin, ew jî "rêyeke berhemdar e bo parastina malê Îraqî ji dizekan û gendelkaran".

Lehîbî bang kir ku divê siza li ser lîderên bêhtir ên milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve bên sepandin, û herwiha li ser kesên wî bi "qeraseyên gendelîyê" bi nav kirin, ên ku "bi milyonên dolaran pereyên gelê Îraqê xwarine û xezîneya dewletê vala kirine".

Biryara Amerîkayê herwiha piştgirîya kolana Îraqî bi dest xist.

"Ev biryareke dengdar e û gurzeke din e di nav dilê milîsên ku gelek tawan di derheqê Îraqîyan de kirin," şênîyekî Bexdayê bi navê Nebîl Dulêmî ji Diyaruna re got.

Wî piştgirî bo hemû sizayên "bandorê li kesayetên cih girtine di dizîna samanên welat, hejarkirina xelkên Îraqê, paşxistina xizmetguzarîyên giştî dikin" derbirîn kir.

Wî got ku ev kesayet bi tenê li berjewendîyên xwe digerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Karekî pir baş e! Heta kesên paye bilind jî dê hinekî bitirsin û gendelîya xwe hinekî kêm bikin. Gendelîyê Îraq wêran kiriye. Xelk sedem in ji ber ku ew hertiştî qebûl dikin. Ev yek jî ji ber ku ew kesên westiyayî birçî gendel in ku li ser qûtê gendelîyê dijîn û wê qebûl dikin. Bi tenê xelk dikare guhertinê pêk bîne.

BERSIV BIDE

Rastî durist e! Saman û malên vî welatî weke jehrê be ji her kesê ku dixwaze bê mafdarî bibe, eger ew kesên herî payenizim bin jî li vî welatî.

BERSIV BIDE