Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îdîolojîya radîkal cihê metirsîyê ye li kampên ku girtîyên DAIŞê li wan in

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Jinên DAIŞê bi keçeke ciwan re li kampa Holê ya bêwarîyê li parêzgeha Hesekê ya Sûrîyayê tên dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Jinên DAIŞê bi keçeke ciwan re li kampa Holê ya bêwarîyê li parêzgeha Hesekê ya Sûrîyayê tên dîtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Pispor dibêjin ku endamên jin ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) gefeke mezin in ji ber rola ew digerînin di radîkalkirina zarokên xwe û civakên xwe, û divê bi hişyarîyke mezin bi wan re were danûstandinkirin.

Gelek jin li kampên ku endamên DAIŞê li wan hatine girtin alîgirên tundrew in ên "dîyar e ku hîn li dîolojîya rêxistinê bi xwedî derdikevin", efser Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di haletekê de, jinekê kêr di pasîvanekî ewlehîyê de rakir yê erkdar bû ku çavdêrîya wê bike li kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Sûrîyayê, û di pişt re reviya.

Di vîdyoyekê de ku Duşemê (15ê Tîrmehê) li ser medyaya civakî hatiye belavkirin komeke jinên DAIŞê li Holê xwe weke "bombeyeke amade" şiyanse kirin û gef xwarin ku ji ber girtina wan ew dê tolhildanê bikin, û gotin ku xweştir e ji wan ku bimirin li şûna ku di nav "dijminan" de bijîn.

Jinên DAIŞê bi zarokan re bendewarîya biryara rewşa xwe dikin li kampeke girtinê li Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergitin]

Jinên DAIŞê bi zarokan re bendewarîya biryara rewşa xwe dikin li kampeke girtinê li Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergitin]

Vîdyone din ku li ser înternetê hatin belavkirin hat dîtin ku ala DAIŞê li kampê hat hildan, di haletekê de ku zarok û dêyên wan lê dinêrîn.

Xoca got ku tirs heye ku ew jinên tevlî DAIŞê bûn ên ku îdîolojîya tundrew hatine hînkirin vê îdîolojîyê digihînin zarokên xwe jî, û not kir ku delîl hene ku ew komên xwe yên taybet di hundirê kampê de çêdikin.

"Hewcedarî bi xebatên cidî û bêwestan yên pir bi lez heye daku mejîyên van jin û zarokan" ji îdîolojîya çewt êbn paqijkirin, wî teqez kir.

Mijara bê divê çawa bi jinên DAIŞê re bidin û bistînin yek ji pirsgirêkin mezin e ku welatên ew lê rastî tê, profesora civaknasîyê li Zanîngeha Qahîrayê Besma Husnî ji Diyaruna re ragihand.

Eger ev jin dest ji nerînên xwe yên tundrew bernedin û bi awayekî serkeftî neyên tahîlkirin, wî çaxî, ew û zarokên xwe û mêrên ku ew bandorê li wan dikin, dibe ku bibin "bombeyên mirovî yên amde ji teqînê re", wê got.

Hewcedarîya zarokan bi guhdaneke deqîq heye

Herwiha zarokên ku dayîkên wan tundrew in hewcedarîya wan bi nûtahîlkirinê heye, û dibe ku ev yek berxwedeneke zehmet be, Husnî got, "ji ber ew li ser prensîpên terorîst hatine bixwedîkirin ji çaxê ku wan çavên xwe li ser dinyayê vekirine".

Dema ku hêzên Îraqî di gund û bajarokên parêzgeha Nînewayê de tevger kir yên ji DAIŞê hatin rizgarkirin di dawîya sala 2017an de pirtûkên xwendinê yên rêxistinê bi kar anîn da ku zarokan ber tundrewîyê ve bibin bi rêya hînkirin û wêneyên tundîyê.

Pirtûkên xwendinê sanistname derbarê bîrkarî, şerîeta siyasî, Erebî û rahênana fîzîk dihundirîne, di wan de naverok û rêbazên hînkirinê hene ku hatine dîzaynkirin daku tovê terorîzmê di dilê ciwanan de biçînin.

Husnî got ku dibe ku barê ku em van zarokan ji van nerînan xilas bikin barekî zehmet be, lê ne ne gengaz e.

Husnî teqez kir ku divê bi hişyarî bi van zarokan re were danûstandin, ji ber hin ji wan hatine rahênankirin bê çawa rahêjin çekan yan jî operasyonên îdamkirinê dîtine û dibê ku li gor wan ev kiryar tiştekî normal be ya tiştekî rast e.

Wê teqez kir ku berî her tiştî divê werin qayilkirin ku kirarên mîna van şaş in.

Di giftûgotên xwe de bi bi jinên Êzîdî yên ji alîyê DAIŞê ve hatin revandin, rojnamegera Sûrî Rewşen Qasim ji Diyaruna re ragihand, wê nas kir ku jinên DAIŞê bi awayekî ne baş bi wan re dan û standin û ew ceza dikirin ji ber nizanîbû şerîetê pêk bînin.

Li Holê, jinên DAIŞê "nahêlin zarokên wan tevlî zarokên din bibin û yekîneyeke hisbayê ("polîsê şerîetê") di hundirê kampê de saz kirine", wê got.

Wê daxuyand ku bi hezaran zarokên li kampê bi cih in "qinyata xwe venaşêrin ku DAIŞ dê careke din veger". Wê teqez kir jî ku "ev yek nîşan dide ku jinên DAIŞê nêt dikin ku nifşekî din ji terorîstan xwedî bikin."

Herwiha ev jin dikarin di operasyonên tecnîdkirinê li ser înternetê de beşdar bibin, bi rêya beşdarbûna di dîdargehên li ser Înternetê de û bi rêya platformên medyaya civakî yên cihêreng ên hewl didin ku tundîyê rewa nîşan bibin û belav bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê ku waneyên bilindkirina têgihiştinê li wan kampan bidin weke bersiv ji îdyolojîya tundrew re, bi taybetî waneyên ku eqîde û bawerdarîya Îslamî û dîrokê analîz dikin ji alîyê lêvegerê olî yê Îraqî Seyid Serxî Hesanî ve. Ew qala bingeh û rayekên dîrokî yên tekfîrê dike, û divê waneyên wiha "Yekperestîya Ibin Teymiya el-Cesmî el-Ostûrî û Dewleta Demikî ji serdema Pêxember silavên Xwedê lê rawestînin". Ev wane li ser malperên fermî yên desteya olî û Kenala Navenda Medyayî li ser malpera You Tube berdest in.

BERSIV BIDE