Nûçeyên Iraqê
Civak

Îran tayîfgerîyê li Îraqê gur dike bo desthilatîya xwe berfireh bike

Faris Omran

Endamine milîsên Îranî beşdarî Roja Qudisê ya bi sponserîya Îranê li parêzgeha Wasitê ya Îraqê dibin di Hezîrana 2017an de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamine milîsên Îranî beşdarî Roja Qudisê ya bi sponserîya Îranê li parêzgeha Wasitê ya Îraqê dibin di Hezîrana 2017an de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Şirovekar û siyasetvanên Îraqî dibînin ku bi rêya gurkirinatayîfgerîyê li Îraqê , milîsên girêdayî Îranê hewl didin ajandayên rejîma Îranî bidin pêş.

Bi rêya peyayên xwe yên li Îraqê, yên li jêr kontrola Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) in, Îran hewl dide demografîya deverên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin biguherîne.

"Pasdaran dixwaze desthilat û kontrola xwe li ser welat fireh bike bi rêya peyayên xwe yên bi şêwazên milîsan tayîfî yên ku [fermandarê Hêza Qudisê ya Pasdaran] Qasim Sulêmanî ew ava kirine têne pêş," parlamentarê Îraqî yê berê Mîsal Elûsî wiha ji Diyaruna re got.

Elûsî dîyar kir ku Pasdaran piştevanîya milîsên ku li ser rêbaza Wîlayeta Feqîh dimeşin dike daku lingê xwe derbasî hemû parêzgehên Îraqê bikin û xizmeta ajandayên Îranî bikin.

Wî got ev milîs dixwazin dest deynin ser Îraqê û bandorê li rayedaran bikin, û ew planên Îranê pêk tînin bi rêya gurkirina tayîfgerîyê di nava Îraqîyan de di xizmeta berjewendîyên Îranî de.

Elûsî daxuyand ku "milîs çalakvan û medyavan li gelek parêzgehên Îraqî mîna Besra, Kerbela, Necef û li nav dilê Bexdayê kuştine, weke beşekî vê planê."

Wî destnîşan kir ku "ew dixwazin dengan [ên dijber] qut bikin û li hember hevjîyana sivîl rawestin bi rêya belavkirina [tayîfgerî] û çanda dijminatîya kesên derdorê."

Elûsî anî ziman ku "tayîfgerî çekekî pir xeternak e ku Îran bo armancên xwe bi kar tîne," ji ber ku ev yek rê li ber desthilateke sîyasî û aborî ya Îranî ya berfirehtir vedike.

Elûsî haydarî "ji metirsîyên vê yekê kir ku nebin nêçîra hewldanên şaşwazîkirin an jî reşkirinê di rêya slogan û xapandinê re." Wî herwiha bang li civaka navdewletî kir ku kiryarên Îranê yên dijminatîyê û herwiha yên peyayên wê rawestînin.

"Teşeyeke terorê"

Rojnamegerê Îraqî Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand ku çalakîyên Îranê yên tayîfgerî yên ku li Îraqê pir in, nemaze yên li deverên ji DAIŞê hatine rizgarkirin, ev yek bixwe jî teşeyeke terorê ye.

Sincarî da zanîn ku li gorî fermanên Pasdaran, milîsên girêdayî Îranê "dest danîn ser samanên dewletê û mizgeftên ku bi salan ên Weqfa Sunî bûn li Mûsilê."

Ev mizgefta Pêxemberê Şerîf, Pêxember Yûnis û herwiha bazara zêrkeran jî digirin nava xwe.

Wî got ku niştecihên xwecihî "bi kerb û hêrs" bersiva van kiryaran dan, û ew weke "hewldaneke beloq a tayîfgerîyê" şirove kirin.

"Milîs dixwazin demografîya welat jî biguherînin bi rêya derxistina xelkê ji malên wan û rênedan dîsa vegerin cihên xwe yên resen," Sincarî eşkere kir.

Rewş li taxa Cerf Sexr a Selahedînê bi vî rengî bû, ku milîsên girêdayî Îranê nehiştin niştecih vegerin warê xwe piştî derxistina DAIŞê.

Sincarî dîyar kir ku hewldanên mîna vê li derdora parêzgehên Bexda û Nînewayê jî hebûn.

Wî anî ziman ku kiryrên din ên milîsên Îranî birîtî ne ji destdirêjî û girtinên bêserûber, ku dixwazin fitîla tayîfgerîyê vêxin û "parçekirina civakê han bidin."

Weke nîşaneke din a desthilatîya Îranê, li hinek deverên Îraqê, di nav de parêzgeha Diyalayê, belavokên tayîfgerîyê eşkere li kolan û meydanên giştî yên bajêr, ligel wêneyên rêberên Îranî, tên belavkirin.

Lawazkirina nasnameya Îraqî

Lawazkirina nasnameya Îraqî "tiştekî herî tirsnak e ku Îran û milîsên peyayên wê dixwazin vê yekê pêk bînin," Xazî Fêsel Husên, şêwirmendekî Navenda Lêkolînên Stratejîk a Îraqî wiha şirove kir.

Husên ji Diyaruna re dîyar kir ku "rejîm li Îranê xwe dispêre armanceke stratejîk ku belavkirina Wîlayeta Feqîh li herêmê ye," lewma rejîm hewl dide bandorê li nasnameyên çandî û olî yên welatên din bike.

Wî got ku Îran li ser belavkirina Wîlayeta Feqîh de di nava Îraqîyên Şîyî de dixebite bo "bi temamî alîgirên Îranê" bin, û da zanîn jî ku Îran herwiha dixwaze dest deyne ser bajarê Necef ê pîroz.

Husên daxuyand ku "Îranî li ser belavkirina îdyolojîya xwe di nava niştecihên deverên rizgarkirî de dixebitin," û da zanîn jî ku rejîm rêbaza "gêzer û dar" bi kar tîne bo niştecih Wîlayeta Feqîh qebûl bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Birêz Mîsal Alûsî got ku pêwendîyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û gelê Îraqê de baştir in ji pêwendîyên ligel Îsraîlê ku ev kes girêdayî wê ne. Êdî bese ev derew û çewtî. Tayîfgerî karê we ye û koka wê ji we ye. Şîe hertimî ligel bawerîyên xwe rast in, û hergav ligel tayife û olên din aştîxwaz bûne. Isbat jî ew e ku wan bi hemû hêza xwe berevanî li Sunîyan kir, û Îranîyan xwîn rijand bo xatirê Îraqa pîrozîyan.

BERSIV BIDE