Nûçeyên Iraqê
Aborî

Pasdaran gelek rûberan li Sûrîyayê dide ber xwe bi bihaneya jinûveavakirinê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ala Îranî li ser navgînên ku karên giştî dikin li bajarê Şamê yê Sûrî rakirî ne. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Ala Îranî li ser navgînên ku karên giştî dikin li bajarê Şamê yê Sûrî rakirî ne. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Rêxistineke ku Îran temwîla wê dike û Hizbulaha Lubnanî bi rê ve dibe operesyonên xwe li Sûrîyayê berfireh dike dibin sîya ku ew operesyonên nûavakirinê cîbicî dike û alîkarîyê dabîn dike, çalakgerên Sûrî ji Diyaruna re dibêjin.

Wan Cîhad el-Bîna bersûc kir ku ew armancên xwe yên sereke vedişêre: tecnîdkirina ciwanan da ku di nav refên Hizbulah de xizmetê bikin, peymanên eqarî yên mezin bi dest dixin, ev yek jî heta rêjeyeke mezin temwîla Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dabîn dike.

Rêxistin molozan radike û avahîyan li gelek deverên Sûrî saz dike, "ligel belavkirina alîkarîyên xwarinê û pereyan, bi taybet li deverên dûr û paşguhkirî", Parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna eşkere kir.

Tevî li ber çav çalakîyên rêxistinê xwedî xwezayeke mirovî ne, "ew yekser qezencê ji Feyleqa Pasdaran re bi dest dixin" di rêya hêsankirina berfirehbûna wê li sernaserî Sûrîyayê û "gelek peymanên karê giştî yên hikûmeta Sûrî bi dest dixe", wî got.

Wî got ku ev yek dihêle ku Cîhad el-Bîna qezencan ji gencîneya Sûrî bi dest bixe, yan yekser yan jî di rêya kompanîyên piçûk ên girêdayî wê ên ku di rêya kompanîyeke Sûrî re kar dikin.

Giranîyê didin bajarokê sînorî

Di rêya Cîhad el-Bîna re, Feyleqa Pasdaran di xebatên xwe de giranîyê dide bajarê Elbû Kemalê yê parêzgeha Dêra Zorê, yê ku tam li ser sînor e li rex bajarê Qaimê yê Îraqî, wî not kir.

Cihê wî yê stratejî dihêle ku ew xelateke mezin be ji Feyleqa Pasdaran, "ya hewl dide ku kontrola Elbû-Kemalê bike da ku rêyeke ebedî bi Îraqê re misoger bike", wî got.

Milîsên girêdayî Feyleqa Pasdaran gelekî li wê deverê hene ji çaxê ku ew bûne li wê deverê hebûna xwe berfireh dikin, wî got, bi taybet Hizbulah, ya ku bi giranî li Elbû-Kemalê belav bûye û hejmareke ofîsên rêxistina Cîhad el-Bîna vekiriye.

"Şahidên çavdîtî ragihandin ku wan kemyonên rêxistina Cîhad el-Bîna dîtin li gel hêzên Hizbulah ên ku barê wan dideynin û kemyonine din di kolanine din de ji ber çav winda dibin kolanên ku bûne navendine serbazî yan bajarokine ku bûne leşkergeh ji milîsê re," Besam got.

Ev kemyon pasvanîyeke serbazî ji wan re peyda dibe û tê parastin, "ev yek destnîşan dike ku ew bi çekan barkirî ne", wî got.

''Alaveke berfirehbûnê''

Besam got ku Cîhad el-Bîna li Bêrûdê hat damezrandin ji alîyê Hizbulah ve û bû weke enîyekî ji bo berfirehbûna Îranî li Libnanê di bin sîya pêşxistinê de.

Dema ku şer li Sûrîyayê dest pê kir, "rêxistin bû alaveke sereke da ku hebûna xwe li Sûrîyayê berfireh bike di rêya alîkarîya ku li deverên dûr û paşguhkirî têb belavkirin, deverên ku encamên aborî yên şerê berdewam ew wêran kirin", wî got.

Dema ku rêxistin cihê xwe çêkir, "wê karîbû navendên xwe li deverên din mîna Şam, deverên wê yên gundewarî ava bike, herwiha Dêra Zorê û hin deverên Helebê", wî got.

Cîhad el-Bîna "di destpêkê de navendên xizmetguzarîyên bijîşkî vekirin ên ku di rêya wan re xwe gihandine malbatan û bi vî awayî wê karîbû xelkê tecnîd bike", Besam not kir.

Li Dêra Zorê, rêxistinê dest danî ser bi dehan mal û milkan, wê ew ji xwedîyên wan dikirîn yan jî erd û avahîyan deman dike, çalakê xwecihî Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku piranîya van çalakîyan li taxa Camiyatê ne li Elbû Kemalê, "taxa ku bûye baregeheke serbazî û cih ji çekdaran û malbatên wan re".

Zext li Sûrîyan tê kirin

"Herwiha zext li niştecîyan tê ji alîyê milîsên li bajar zorê li wan dikin ku mal û milên xwe bifiroşin, yan di rêya gefan re yan jî dê werin girtin yan dikanên wan bigirin," Ebid got.

Wî not kir ku piranîya diravkarîyan di rêya Ofîsa Parastina Hevalan re tên cîbicîkiri, ofsa ku operesyonên firoştin û bidestxistinê pêk tînin piştî ku xwedîyê milk di rêya Cîhad el-Bîna re dibine wir.

Ligel bidestxistina milk, herwiha Cîhad el-Bîna ciwanan ji bo bercewendîyên Hizbulah re tecnîd dike bi mûçeyeke mehane dora 200 dolaran û wî not kir ku vê dawîyê Hizbulah dest pê kiriye mûçeyan bi pereyên Sûrî dide.

Ev yek dîyar dike "ku Feyleqa Pasdaran û milîs nema dikarin mûçeyan bi pereyên bîyanî bidin", wî got.

Wî got ku tecnîdkirin ji bo bercewendîyên Hizbulah re tên cîbicîkirin "di rêya fişarê li ser ciwanên ku raportan derbarê serbazîya neçarî yan ya yedek tên xwestin", zêdeyî vê yekê ew sûdê ji şert û mercîn wan ên madî yên zehmet û betalîyê werdigirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ji Kendavê bi rûmettir e.

BERSIV BIDE