Hêzên Îraqî li parêzgeha Enbarê neh endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di nav de pênc kesên dixwestin derbasî xaka Sûrîyayê bibin kuştin.
Pagereke Lîwaya27 ya artêşa Îraqî êvara Şemîyê (29ê Hezîranê) liv û tevgera hejmarek ji endamên DAIŞê li ser sînroê gundê Terifawî, li bakurê bajarê Qaimê dît, li nêzî sînorê îdarî yê di navbera Enbar û Nînewayê de, Xanim Efiyan serokê êlekê li rojavayê Enbarê got.
Pagerê gule berdan milîtanên ku dixwestin derbasî Îraqê bibin û xwe li biyabanê veşêrin, di encamê de ew di cih de hatin kuştin, wî ji Diyaruna re eşkere kir.
Efiyan ragihand ku pereyên dolar, telefon û flaşên komputeran bi wan re bûn, û da zanîn jî ku data û wêneyên bi wan re aniha tên barkirin û analîzkirin.
Efiyan anî ziman ku "paşmahîyên DAIŞê kêmbûna ewlehîyê li alîyê Sûrî keysbaz dikin da derbas bibin û cihekê xwe li biyabanê [ya Îraqî] bibînin."
Wî dîyar kir ku "lê belê hêzên me li dirêjahîya sînor belavbûyî ne, bi tayebt li derverên ku ewlehî lê kêm e mîna Baxozê li Sûrîyayê, û her tim hewldanên derbaskirina terorîstan qedexe dikin."
Operasyoneke nû bo parastina sînor
Artêşa Îraqî, bi piştevanîya çekdarên êlan, pêvgava xwe ya di Hezîranê de destpêkirî girantir kir bo rûbirûkirina hewldanên derbaskirinê û parastina deverên sînorî, herwiha bi dehan çekdarên DAIŞê kuştin û girtin.
Efiyan got ku leşkerin ji firqeya 7an a artêşê, bi serperiştîya Fermandarîya Operasyonên Cezîrê, hêzên pasîvanên sînor, polîsê Enbarê, çekdarên êlan û balafirên hevpeymanîya navdewletî operasyonên xwe berdewam dikin da ku baş xeta sînorî kontrol bikin.
Efiyan daxuyand ku operasyoneke nû ku Yekeşmê bo parasina sînor û gitina hemû xalên dijmin dikara tê re derbas bibe hat destpêkirin.
Wî got ku "deverên biyabanî û gundên navbera navçeya Qaim û Rutbayê yên sînorî hatin pişkinînkirin, li ser bingeha datane ewlehî ku piştî koleçana asmanî, çavdêrîya çavdêrên xwecihî hatine komkirin, û ji çavkanîne hewalgirî."
Operasyonê çar endamên DAIŞê kuştî li paş xwe hiştin û du cih wêran kirin ku çekên cihêreng, xwarin û pêwîstîyên lojistîk dihundirandin.
Wî destnîşan kir ku pisporên teqemenîyan hejmareke mezin a bombeyên bidestçêkirî ku li deverên operasyonê hatibûn çandin hatin bêbandorkirin.
Bi tenê ji min re bibêjin hûn çawa wêneyan dikşînin.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT