Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Endamên Leşkerîya Sûrî direvin bo tevlî şerê Idlibê nebin

Welîd Ebul li Qahîrayê

Hêzên artêşa Sûrî aniha gelekî xwe dispêrin endamên leşkerîya neçarî, piştî destjêberdanên ku di sala 2011an de dest pê kirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hêzên artêşa Sûrî aniha gelekî xwe dispêrin endamên leşkerîya neçarî, piştî destjêberdanên ku di sala 2011an de dest pê kirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Endamên leşkerîya artêşa Sûrî ji leşkerîya neçarî direvin ji ber ditirsin ku ew dê werin kuştin an dîlkirin di şerên ku li Idlib û Hemayê berdewam in, çalakgerekî Sûrî got.

Wî got ku ew yek bû sedema alozîyan li bajarokên wan endamên leşkerîyê, û not kir ku ev reva ji leşkerîya bi awayekî bi kom çê dibe û li ser asta parêzgehê ye.

"Êrîş bi şev û roj hene û xalên pêşkinînê yên rejîmê bi awayekî berfireh belav in," Mihemed Bêk çalakgerekî ji gundewarê Şamê got.

Birêveberîya Ewlehîya Siyasî û Birêveberîya Hewalgirîya Cewî didin dûv kesên ji leşkerîya neçarî reviyane li deverên mîna Nebekê li gundewarê Şamê, wî ji Diyaruna re got.

"Vê yekê rû da piştî bêtirî 50 endamên leşkerîya neçarî ku ji bajarok in ji leşkerîya neçarî reviyan ji ber ew red dikin ku herin zonên şer li Idlib û Hemayê piştî hejmarek ji wan vê dawîyê hat kuştin û yek ji wan hat girtin," wî got.

Wî got ku li gorî jêderên wî, "du mucened hatine kuştin". "Lê dibe ku hejmara yên kuştî bilindtir be ji hejmara hatiye îlankirin."

Wî da zanîn ku tirs heye ku hejmara kesên mirî hatibe veşartin "ji ber tirsa wann ji reaksyonan", wî anî ziman.

Êrîş kesên reviyayî armanc dikin

"Di êrîşan de, hêzên ewlekaîyê bi awayekî dijmindarî bi malbatên kesên ji leşkerîya neçarî reviyane didin û distînin, tevî ku dever dilsoza rejîmê ye jî," Bêk got.

"Rejîm ditirse ku dibe ev destpêka serhildana sivîl be, weke çawa li Deraayê, ku redkirin ji şerkirina li Idlibê re heye," wî got.

"Gotegot hene ku malbat alîkarîyê bi kurên xwe re dikin ku xwe veşêrin an birevin welatên cîran di rêya milîsên alîgirê rejîmê re, di nav wan de Hizbulaha Lubnanî," wî got.

Hizbulah "têkilîyên wê bi firqeyên Pasîvanîya Komarî ya Sûrî ne li Idlib û Hemayê baş in, cihê ku ew leşker leşkerîya neçarî dikin", wî got.

Ji ber vê yekê, Bêk got, "Fermandarîya Pasîvanîya Komarî red kir ku bêhinvedanan bide gelek leşkerên ji Nebekê" ji bo nema derfet hebe ku kes bireve.

Wî got ku ji ber gelek rewşên revê çêbûn, rejîma Sûrî û rûspîyên bajarok têkilî bi hev re kirin "û li hev kirin ku leşkerên reviyayî vegerin lê divê ew neyên cezakirin û bê misogerkirin ku ew dê careke din li zonê şer neyên belavkirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev daxuyanî delîlê feşel û têkçûnê ye. Opozîsyonê xwe spart dewletine ku di berjewendîyên gelê Sûrî de nafikirin, lê ew tenê di berjewendîyên xwe de difikirin. Gelê Sûrî nirx buha da. Opozîsyona Sûrî weke kerta ku dewlet bi kar diênin da berjewendîyên xwe bi dest bixin. Tiştê li Heleb, Xûta û Deraayê çêbû ji bîr nekin. Idlib jî li ser heman şopê ye. Ji ber ev kert nema bi kêr tê yan jî hewcebûna bi wê kertê dê nêzîk bi dawî bibe.

BERSIV BIDE

Şehîdên Şamê.

BERSIV BIDE