Nûçeyên Iraqê
Civak

Mûzîkvanên Besrayê gefên tundrewan paşguh dikin

Ala Husên li Bexdayê

Tîpa Besrayê ya Niştimanî bo Hunerên Gelêrî, bi birêveberîya mûzîkvanê Besrayê yê navdar Saed Yabis. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Saed Yabis hatiye wergirtin]

Tîpa Besrayê ya Niştimanî bo Hunerên Gelêrî, bi birêveberîya mûzîkvanê Besrayê yê navdar Saed Yabis. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Saed Yabis hatiye wergirtin]

Çalakên xwecihî hişyarî ji gefeke nivîsî ji mûzîkvanên parêzgeha Besrayê re ku ehd dane ku organîzerên konsera xwecihî bikujin.

Lê gefa ku li ser medyaya civakî hat belavkirin, rastî tinazîyan hat ji alîyê civaka hunerî li Besrayê ve, û desthilatdarîya ewlehî dibêje bûyer haleke takekesî ye ku ew dikare wê kontrol bike.

Belavokan gef li moleke li Besrayê xwar, cihê ku konserek dê lê were lidarxistin.

Di hevpeyvînekê de bi malpera Bexdad Today re, hunermendê gelêrî Ebdula Besrî got ku endamên Tîpa wî gefa mirinê wergirtine ji komeke ku navê xwe dike "Koma ku qencîyê han dide û xirabîyê qedexe dike".

Besrî got ku wî guleyeke bi pelekî pêçayî li pêşîya derîyê mala xwe dît li taxa Xemse Mîl li orta Besrayê, ya ku gef û ayatên Quranê derbarê handana qencîyê û qedexekirina xirabîyê dihewandin.

Tu hewcedarî ji hişyarîyê re nîne

Endamê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Besrayê Cebar Saedî xwarina gefan nekire tiştek, dibêje nehêjane ku yek guh bide wan.

"Ev kirarine tekekesî ne armanc dikin ku tevlihevîyê bixin rewşa ewlehî li parêzgehê û ne gelekî xeternak in ku yek bi rastî bitirse," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ajansên ewlehî û yên hewalgirî gelekî guh didin şopandina rewşên mîna van, û vê dawîyê wan karîbû 12 kesan bigirin ên bersûc bûn ku bombeyên dengbar bi kar anîbûn da ku gengeşeyên xwe yên kesane safî bikin û xelkê bitirsînin.

Wî da zanîn ku hejmarek ji wan kesên girtî berê endamine partîyên siyasî ên xwecihî bûn, lê van partîyan got ku ev demeke dirêj e ku ew ji endamîyê ketine û ew bersûc kirin ku ew partîyan bi awayekî çewt weke perdeyekê bi kar tînin.

"Besra ewle ye û ti tekekesên ku her kes ji wan ne xweş e nikare tevlihevîyê bixe aramîya wê de," wî got, û anî ziman ku hemû niştecî dikarin bi azadî tevlî çalakîyên wan ên hunerî, çandinî û kêfxweşî bibin.

Hunermend tinazîyên xwe bi gefan dikin

Serokê berê yê Yekîtîya Hunermendên Besrayê Fethî Şedad tinazîyên xwe bi gefan kir, gefên ku dibe tenê li ser medyaya civakî "rûbera grîmaneyî" bibînin û ti bandora wan li ser erdê nîne.

Wê ji Diyaruna re got ti gefên rast ji ti alîyî li dijî hunermendên Besrayê nînin, û wî pesnê rola Fermandarîya Operesyonên Besrayê û hêzên ewlehîyê da di warê parastin ewlehîyê û kontrolkirina rewşê.

Şedad mikur hat ku hin partîyên "zikreş" hene ku hewl didin tevlihevîyê li Besrayê çêkin bi rêya belavkirina angaştinan ku gefên terorî hene, da ku têkilîyên baş ên di nav ajansên ewlehî û hunermendan de li parêzgehê lawaz bikin.

"Huner li Besrayê dê neyê çewisandin ji ber gefên ketober," wî got, û not kir ku yekîtîya hunermendan xwe amade dike da ku festîvala sînemayê ya herî mezin li parêzgehê li dar bixe.

Wî got ku di nerîna wî de, ev yek delîlekî dîyar e ku "Besra dê çalakîyên xwe yên hunerî ranewestîne û dê berdewam hunerê biafirîne û geş be".

Endamê Yekîtîya Hunermendên Besrayê Kazim Kezar ji Diyaruna re got ku hunermendên xwecihî dê berdewam mûzîka xwe perform bikin û festîvalên çandî li dar bixin, ên ku di rêya desthilatdarîya xwecihî re tên lidarxistin û cemawerekî mezin li wan hazir dibe.

Wî got ku ev çalakî hemû hayê wan ji exlaqên giştî heye û ne kirêt in, di heman demê de wî teqez kir ku yekîtî dê derfetê nede ti kesî ku nav û dengê hunerê li parêzgehê xirab bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500