Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îran qaçaxîya neftê dike û sizayan bin pê dike

Faris Omran

Ev wêneyê bendereke neftê ya Îranî ye ku ji alîyê Kompanîya Nefta Niştîmanî ya Îranî di 29ê Kanûna Yekem de hatiye belavkirin.

Ev wêneyê bendereke neftê ya Îranî ye ku ji alîyê Kompanîya Nefta Niştîmanî ya Îranî di 29ê Kanûna Yekem de hatiye belavkirin.

Piştî sizayên li ser şandinên neftê yên Îranî hatine sepandin, Komara Îslamî di demeke zehmet re derbas dibe têkildarî dîtina kiryarên navdewletî, û xebatên xwe ber derxistina bi qaçaxî ve ji nefta xav re ji welat birine, berpirs û pispor ji Diyaruna re şirove dikin.

Di nîvê pêşîn ê vê salê de, şandinên neftê yên Îranê bo ji sê milyon bo kêmtir ji 500,000 bermîl rojane daketine di encama sizayan de.

Pisporan got ku dixuye rejîm rexmîn nake ku şandinên wê bigihêjin sifir, tevî ku hinek îmdadên ji alîyê amerîkayê ve bo çend welatan hatin rawestandin, ku Îran ji bêhtir ji 10 milyar dolar salane ji dahatên neftê mehrûm hişt.

"Îranîyan çend caran ragihand ku ew dê li her rêyeke gengaz bigerin bo şikandina sizayan," mamosteyê zanista siyasî li Zanîngeha Mustensiriyayê, Îsam Feylî ji Diyaruna re ragihand.

"Bê guman wan berê xwe da qaçaxîyê bo hevalbendên xwe li herêmê bi neftê zêde bikin, bi taybetî rejîma Sûrîyayê," wî got.

"Barên neftê yên ji Îranê bo Sûrîyayê bi qaçaxî hatin şandin di meha Gulanê de xwesteka tehedîkirina civaka navdewletî piştrast bike, heta ku ew bibe sedema buhayekî mezin jî," wî got.

Di destpêka Hezîranê de, wêneyên asmanî yên Tanker Trackers, ku depokirin û barên nefta xav li çend deverên girîng raport dike, ku gihiştina pênc tankerên Îranî bo bendera Baniyas a Sûrîyayê di destpêka Gulanê de nîşan dan.

Her barek dora milyon bermîl neft vediguheze, ku bêhtir ji 60 milyon dolar buha dike, li gorî raporteke Wall Street Journal ku roja 11ê Hezîranê belav bûye.

Feylî got ku Îranî dixwaze du balindeyan bi kevirekî bikuje, him ew dixwaze dahatên neftê ji Sûrîyayê bên, eger fatore û dayîna pereyan dereng be jî, û him jî ew alîkarîya rejîma Sûrîyayê dike di kêmkirinafişara hundirîne de ji ber kêmbûna sûtemenîyê.

Wî got ku Îran xeterîya zêdebûna nerazîbûna cemawerî li dijî rejîma Sûrîyayê li ser berjewendîyên xwe li herêmê nas dike, û da zanîn ku di berjewendîya tehranê de ye ku rejîma Beşar Esed biparêze û rê li ber hilweşana wê bigire.

Wî got ku bi piştgirîkirina rejîma Sûrîyayê bi şandinên neftê û bi rêya rêbazên din, ew dixwaze piştrast bike ku Sûrîyayê weke beşekî ji ya jê re tê gotin "tewerê berxwedanê" dimîne.

Cihgirtina milîsên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike

Hinek alavên ragihandinê gotin ku Îran mekanîzmeke çqaçaxîya ya nû bi kar tîne ku di rêya wê re milîsên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike nefta Îranî tînin bendera Besrayê li Îraqê, û paşê neft bi rêya tankeran tê veguestin weke ku ew nefta Îraqî be.

Feylî daxuyand ku bi vî awayî, Îranê karî "milyonên dolaran ji dahatên neftê qezenc bike".

"Milîsên Îraqî [yên Îranî piştevanîya wan dike] her tiştî dikin bo loyaletî û dilsozîya xwe ya semîmî ji Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) re nîşan bidin," nivîskar û rojnamegerê Îraqî Ziyad Sincarî ji Diyaruna re zelal kir.

Bi van kiryaran, ev milîs aborîya Îraqê wêran dikin ûÎraqê diavêjin nav dilê bahozê.

Wî got ku Îran siza ji xwe re anîn, weke encamekê ji polîtîkayên wê û desttêwerdanên wê di karûbarên welatên din de.

"Berjewendî û xaka Îraqê ji alîyê rejîma Îranî ve tên bikaranîn ji ber van komên ku bi mebest Îraqîyan azar didin û serwerîya welatên wan binpê dikin," wî daxuyand.

Sirovekarê siyasî û parlemantarê berê yê Îraqî Taha Lehîbî ji Diyaruna re ragihand ku ew bawer dike ku ne dûr milîsên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike neftê bi qaçaxî ji Îranê bi tankeran dibin Sûrîyayê, û herwiha sîxurên din û bazriganên bazara reş jî tê de cih digirin.

Sîxurên van milîsan ên di sazîyên dewleta Îraqî de bi cih bûne roleke sereke di qaçaxîya nefto bo Îraqê ji Îranêû miştkirina bazara Îraqî bi berhemên Îranî yên din digerînin, Lehîbî teqez kir.

Wî bal kişand ser raportên medyayî yên dawî yên ku dilsozên Îranê gunehbar dikin bi "dayîna girêbestên binesazîyê di çend sektorên aborî de bo pêgehên ku bi awayekî nepenî girêdayî Pasdaran in û pereyan dixin xezîneyên wê de".

Wî got ku bi alîkarîkirina Îranê li ser hesabê berjewendî û siberoja gelê Îraqê, ev milîs "bi agir dilîzin".

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hûn daholeke arzan a propagandaya Amerîkayê ne. Îran guh jî nade we. Îran yarîzaneke ku bihredarîya xwe li ser zemînê nîşan dide!

BERSIV BIDE

Dîyar e ku ew bi zimanê Îbrî diaxêvin.

BERSIV BIDE

Kîn û nefreta xwe li dijî Îranê deynin alîyekî! Dema ku embargoyek li ser Îraqê hat sepandin, wê nefeta xwe da Îranê da ku jê re bifiroşe. Bese ji nefret û dijminahîya we re! Van rêbazan betal bikin!

BERSIV BIDE