Nûçeyên Iraqê
Civak

Milîs pereyan didin Îraqîyan bo ew di çalakî û meşên piştgirîyê ji Îranê re beşdar bibin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Ciwanên Îraqî tevlî kombûnekê dibin ku Hereket Nuceba li Necefê di sala 2016an de li dar xistibû. Milîs hejar bertîl kirin bo di çalakîyan wan de amade bibin pişt kêmbûna kesên hazir di mehên dawî de. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin] 

Ciwanên Îraqî tevlî kombûnekê dibin ku Hereket Nuceba li Necefê di sala 2016an de li dar xistibû. Milîs hejar bertîl kirin bo di çalakîyan wan de amade bibin pişt kêmbûna kesên hazir di mehên dawî de. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin] 

Milîsên ku Îran piştevanîya wan dike pereyan didin Îraqîyên hejar bo tevlî xwenîşandan û çalakîyên ku piştgirîya polîtîkaya derve ya Îranê dikin bibin, berpirsyar û şênî ji Diyaruna re teqez dikin.

Wan got ku milîsên mîna Hereket Nuceba, Esaib Ehil el-Heq û Lîwaya Seyid el-Şuheda xelkê bixwarinê bertîl dikin û hinek birêveberîyên dibistanan neçar dikin ku xwendekarên xwe bişînin bo ew tevlî çalakîyên piştgirîyê ji Îranê re bibin.

Piştî ku beşdarbûn di van çalakîyan de kûm bûye, ev milîs Îraqîyên li deverên xizan li Bexdayê, Besrayê û Necefê bertîl dikin, berpirsekî di Wezareta Hundir a Îraqî de ji Diyaruna re ragihand.

"Sê çalakî vê dawîyê ji alîyê milîsan ve li Bexdayê hatin lidarxistin, û yeke din li Necefê û du li Besrayê, ku şênîyên hejar hatin bertîlkirin bo amade bibin," berpirsê ku daxwaz kir ku navê wî neyê eşkerekirin got.

Wî got ku çalakî xwenîşandanên Roja Qudis jî, ku her sal bi sponserîya rejîma Îranê li welatên ku ew li wan xwedan bandor e pêk tên û îsal roja 31ê Gulanê hat lidarxistin, dihundirînin.

Herwiha protest li dijî sizayên li ser Îranê hatine sepandin; xwenîşandanek ku daxwaz dike rêgirî li ber vekirina konsulxaneya Erebistana Siûdî li Necefê bê kirin, û herî dawî gotareke fermandarê Esaib Ehil el-heq, qeys Xez'elî hatin lidarxistin.

"Bêhtir ji 70% ji beşdarvanan [ên di van çalakîyan] yan pere yan jî xwarin wergirtine," berpirs teqez kir.

"Xelk hatiye guhertin"

Milîs carê xwendekarên dibistanan di van çalakîyan amade dikin, "lê ji ber ku dibistan vala ne ji ber havînê, ew di şûna wê de pereyan didin xelkê bo li çalakîyên wan amade bibin", Ehmed Ebas Taî, endamê Tevgera Sivîl a Îraqî wiha şirove kir.

Divê hikûmetê li vê mijarê binêre weke ku milîs "hewcedarîya aborî ya hejaran bi kar tînin, wan tevlî çalakîyên siyasî yên xeternak dikin, rastîyan diguherin û raya giştî dixapînin", wî ji Diyaruna re ragihand.

Rojnamegerê Îraqî Bera Şemerî got ku ev tişt ne nû ye, lê berî niha bi tenê sînordar bû di demê hilbijartinan de çaxê ku partîyên siyasî pere didan xelkê ku li kombûn û çalakîyan amade bibin.

"Lê aniha komên çekdar dibînin ew neçar in xwe li vê tektîkê bigirin ji ber ku ew dixwazin hejmareke baş li pêş baregehên wan kom bibin û dixwazin nîşan bidin ku gelek xelk li ser bangewazîya wan dikevin tevgerê," wî ji Diyaruna re şirove kir.

Wî got ku xelk hatiye guhertin û êdî ev xwenîşandan û çalakî ji xelkê re nabin bangewazî û êdî kes bi wan bandor nabe. "Berevajî, welatîmilîsan bi dizîyê û têkdana karên wan gunehbar dikin."

Şemerî got ku lewra, milîs her xwenîşanderekî dora 10,000 dînarên Îraqî (8 dolar) didin wî yan jî xwarinê bê beranber di çalakîyan û xwenîşandanan de belav dikin.

"Berê, hestên tayifî bes bûn ku xelk beşdarîyê bike," wî got, "lê ev bang êdî xelkê naxapînin, ji ber ku ew ji milîsan û sloganên wan nîgeran in, di demekê de ku welat bi hewcedarî xizmetguzarîyan, ewlehî û yeksanîyê ye".

"Cemawedarîya kêm"

Ev kom êdî nikarin kolanê bixin tevgerê, bi taybetî li başûrê Îraqê, Elî Xalib, xebîrek di karûbarên Îraqî de wiha dibîne.

Milîs dixwazin ku Îraqîyan tevlî hinek babetan bikin têkildarî siyaseta derve ya Îranê ku tu berjewendîyê wan di wan de tune ye, wî wiha ji Diyaruna re şirove kir.

Wî daxuyand ku Îraqî dibînin ku serokên van milîsan û xizmên wan di xweşîyê de dijî "lê ji wan tê xwestin ku xwîna xwe feda bikin".

Galib got ku cemawerdarîya milîsan kêm e, "lewra ew pereyan bi kar tînin bo bikaranîna hejaran û hewcedarîya wan [bo piştgirîya wan bikin]", û da zanîn ku bikaranîna kesên xizan bedexlaqî ye.

Mihemed Cabir, 59 salî, çaksazê alavên germkirinê yên li ser sûtemenîyê dixebitin, yê ku li taxa Bajarê Sedir li rojhilatê Bexdayê dijî, got ku wî vê dawîyê 10,000 dînarên Îraqî wergirtine li hember beşdarbûna di xwenîşandanekê de li Bexdayê.

Ji nav kesên di koma wî de "Hecî Rîda" yê ku di sektorê kehrîzan de dixebite, û Um mihemed ku zarokên kurê wê, yê leşkerê şehîd, xwedî dike bi firoştina çixareyan li ser resîfê amade bûn, Cabir ji Diyaruna re got.

"Min nizanîbû ku xwenîşandan ji ber çi bû," wî got. "Piranîya xelka li wir siwarî basê bûn û zilamekî cilê serbazî lê bû pere yek bi yek dane me."

"Wî gef xwar ku her kesekê berî bidawîbûna xwenîşandanê biçe ew dê ji wan agahdar bibin û dê pereyan ji wan bistînin," Cabir got.

"Piştî ez gihiştim wir min dît ku xwenîşandan bo protestkirina şerê li dijî Îranê ye û bo bilindnirxandina wê dewletê û piştgirîkirina siyasetên wê," wî got.

"Bi rastî, min nizanî ku gef li dijî Îranê heye yan jî şerek li dar heye heta piştî ez tevlî xwenîşandanê bû, û rewşa kesên din yên bi min re di basê de bûn jî weke yan min bû," wî teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ji kerema xwe re, ez bi hewceyî encamên gera sêyem a ezmûnên 2019an im, gera yekem, Kerxa duyem.

BERSIV BIDE