Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Êrîşên asmanî yên rejîmê li ser Idlibê sivîl û zarokan dikujin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Doman bilind dibe di êrîşên asmanî yên vê dawîyê li ser gundewarê başûrî yê Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Doman bilind dibe di êrîşên asmanî yên vê dawîyê li ser gundewarê başûrî yê Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Di van saetên dawî de, hat ragihandin ku balefirên şer ên Sûrî dest bi êrîşên xwe yên asmanî kirine li beşinan ji parêzgehên Idlib û Hemayê, û hejmarek sivîl mirin, di nav wan de zarok jî, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Şerê dijwar berdewam e li xalên kontaktê yên di navbera rejîma Sûrîyayê û milîsên girêdayî wê ji alîyekî ve û Tehrîr el-Şam û komên çekdar ên din, di nav wan de komên tundrew, ji alîyekî din ve, çalakger Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Wî daxuyand ku balefirên şer ên Sûrî bi dehan êrîşên asmanî li ser bajarok û gundan li beşên cuda ji Idlib û gundewarê Hemayê pêk anîn.

Wî got ku êrîşeke asmanî li hejmareke malan da li devera Cebel Zawîyê li gundê Cozêfê li başûrê gundewarê Idlibê, pênc kes tê de mirin, di nav wan de du zarok.

Operasyonên rakirina molozan li bajarokê Meret Numanê berdewam in, cihê ku hîn li kesên wendayî digerin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Operasyonên rakirina molozan li bajarokê Meret Numanê berdewam in, cihê ku hîn li kesên wendayî digerin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Rizgarker bi şev li kesên sax ên ku dibin molozan de asê mane digerin li bajarokê Seraqibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Rizgarker bi şev li kesên sax ên ku dibin molozan de asê mane digerin li bajarokê Seraqibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, her du zarok ku xwişk bûn û temenê herduyan kêmî deh salan bû, AFP ragihand.

Hejmareke din di êrîşê de birîndar bûn, hin ji wan rewşa wan dijwar e, ev yek dihêle ku dibe hejmara mirîyan dê zêde bibe.

Wî dîyar kir ku êrîşên asmanî herwiha bajar û bajarokên Kefer Nibul, Sufuhon, Naqir, Kefer Betîx, Kefer Ewîd, Kansefra, Bidama, Ernaba, Eblîn, Bisamis, Najya, Merand û Kindayê dane ber xwe.

Rakirina molozan berdewam e

Di heman demê de, rakirina molozan li bajarê Maeret Numanê berdewam e piştî êrîşa asmanî ya şeva Şemîyê ya ku workşopeke çakkirina siwareyan armanc kir, û du zarok di nav mirîyan de bûn, Esaf got.

Wî daxuyan ku herwiha rakirina molozan li bajarê Seraqibê berdewam e, piştî hat teqezkirin ku qurbanî û kesin dibe sax bin di bin molozan de hene.

Wî ragihand ku deh kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn roja Şemîyê.

Jinek û sê zarok di êrîşeke asmanî de hatin kuştin li bajarokê Seraqibê, Rewangiha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê ragihand ku zarokekî din li gundê Kefer Zêtayê mir, û du sivîlên din di êrîşên li ser gundên Kansefra û xan Subulê de mirine.

Esaf got ku şerekî dijwar li enîyên şer ên pêşîn di navbera rejîmê û alîgirên wê û Tehrîr el-Şam û komên çekdar ên din de berdewam e, di nav wan de komin bi rêveberîya Ceyş el-Izayê.

Ev bi piranîya xwe li derdora parêzgeha Idlibê û bakur û rojavayê gundewarê Hemayê diqewime.

Esaf daxuyand ku şerê herî dijwar li derdora xala pêşkinînê ya Hemamiyatê li Hemayê diqewime, devera Kebinayê li Laziqîyayê û li dirêjahîya mihwerê Sermaniyayê li bakurê gundewarê Idlibê.

Wî got ku li deverên Hewîz û Şenabirayê li gundewarê rojavayî yê Hemayê, herdu alîyan bi gule û fîşekên segvanan di pevçûnan de bûn, lê wan xetên veqetîn ên di navbera deverên li jêr kontrola herdu alîyan de derbas nekirin.

Zêdebûna hejmara kesên mirî

Ji Çarşemê ve, AFP ragihand ku Rewangehê gotîye ku bêtirî 60 kesên sivîl hatine kuştin di êrîşên asmanî yên rejîma Sûrî de li ser herêma Idlibê.

Ji çaxê ku şer dest pê kiriye zêde dibe li bakur û rojavayê Sûrîyayê ji dawîya Nîsanê ve, bêhtir ji 470 kesên sivîl mirine di bombebarandinên Rûsya û rejîma Sûrîyayê de yên li wê deverê.

Herwiha 780 çekdarên tundrew û yên opozîsyonê û bêhtir ji 610 çekdarên rejîmê di êrîş û pevçûnên li ser erdê de mirin.

Tundîyê hişt ku dora 330,000 kes ji malên xwe birevin û 23 navendên tundirustî yan hatin wêrankirin an ziyan giha wan, li gorî NY.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500