Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pispor: Komên girêdayî Îranê li paş êrîşên bi rokêtan ên li Îraqê ne

Faris Omran

Endamine milîsa Easib el- Heq kombûyîneke mezin li Bexdayê di 31ê Gulanê de hazir dibin.[Wêne ji malpera Esaib el- Heq hatiye wergirtin]

Endamine milîsa Easib el- Heq kombûyîneke mezin li Bexdayê di 31ê Gulanê de hazir dibin.[Wêne ji malpera Esaib el- Heq hatiye wergirtin]

Pisporekî serbazî yê Îraqî komine çekdar ên girêdayî Îranê bi êrîşên dawîn ên li ser deverine ku cihê şande û berjewendîyên navdewletî ne li Îraqê tawanbar kirin.

Di 19ê Gulanê demûşekeke Katyoşa ber bi Navçeya Kesk a Bexdayê ve hat berdan -- ku navenda ofîsên hikumî û balyozxaneyan e, di nav de şandeya Amerîkî -- piştî çend rojan ji derxistina Amerîkayê ji karmendên xwe re ji Îraqê, ji ber gefên Îranê.

Roja Çarşemê (19ê Hezîranê)mûşekeke Katyoşa bi ser kompanîyeke kolanê ya Îraqî li devera Burcisiya li nêzî Besrayê ket", di encamê de sê Îraqî birîndar bûn, fermandarîya serbazî di daxuyanîyekê de got.

Burcisiya komavahîyeke li nêzî bajarê başûrî yên sereke yê Îraqê ye, ku devereke sereke ya berhemanîna neftê ye û mêvandarîya gelek kompanîyên Îraqî û bîyanî dike, di nav de kompanîya Exxon Mobil a Amerîkî ya mezin.

Berî bûyera Burcisiya bi çend saetan, artêşa Îraqî ragihand ku mûşekek li qesrên serokatîyê yên li Mûsilê ket, ku leşkerên Amerîkî li wir belavbûyî ne.

Êvara Duşemê, sê mûşekên Katyoşa li baregeha artêşê ya Tacîyê ketin, ku mêvandarîya serbazên Îraqî û biyanî dike, di nav de yên Amerîkî.

Êvara Îna borî, sê hawinan baregeha Beled a asmanî li bakurê Bexdayê kir armanc, tiştê hişt agir pê bikeve û sê leşkerên Îraqî birîndar bibin.

Piranîya êrîşan bi rêya mûşekên Katyoşa ji "dûrahîne kurt di navbera sê heta çar kîlometeyan de" hatine avêtin, pisporê serbazî û stratejî Mueyed Selam Cihêşî Înê (21ê Hezîranê) ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku mûşeka ku komavahîya qesrên serokatîyê ya li Mûsilê kiribû armanc cuda bû, û da zanîn ku ew "ji şeş kîlometreyan dûrtir, ji dawîya rojava heta dawîya rojhilatê Mûsilê ango cihê komavahî lê ye" hatiye avêtin.

Wî dîyar kir ku "mûşek hatiye nûkirin da bibe mûşekeke pîvan 122mm."

Ji milîsan re "Îraqî ne xem in"

Cihêşî anî ziman ku mûşek ji topavêjine ku ji hêla milîsên girêdayî Îranê çêkirîne an jî çaksazkirîne hatine avêtin, û da zanîn jî ku ev mûşekavêj berî niha ji hêla van milîsan di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de hatine bikaranîn.

Cihêşî daxuyand ku endamên milîsê "ji qazî ve mûşekavêj li deverên êrîşê hiştine û ew ji cih neleqandine, da berpirsyarîya xwe piştrast bikin" û peyamekê ji desthilatan re rê bikin ku ew dikarin ji wisa bêhtir bikin.

Êrîşa Çarşemê piştî rojekê ji qedexeya hikumeta Îraqî ji çalakîyên ji hêla hêzên Îraqî û ne Îraqî re bêyî xeberdarkirina dewletê hat.

Cihêşî tilîyên tawanbarîyê bi taybetî dirêjî milîsa Ketaib Hizbelah a Îran piştevanîya wê dike têkildarî van êrîşan.

Wî destnîşan kir ku milîsên girêdayî Îranê berpirsyarên êrîşa nîvê meha Hezîranê ne jî, ku mûşekeke Katyoşa li nêzî navenda serokê parlamana Îraqî Mihemed Helbûsî li taxa Cadriyê li navenda Bexdayê xist bêyî tu birîndar çêbibin.

"Roj bi roj, tê teqezkirin ku ev milîs nema guh didin jîyana xelkê Îraqê," Cihêşî got, "û ku girêdana wan a yekemîn û herî dawî jî bi Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê [Pasdaran] ve ye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500