Nûçeyên Iraqê
Medya

Mîdyavanek di şerê li bakur-rojavayê Sûrîyayê de tê kuştin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Medyavan Emced Bekîr di êrîşeke asmanî ya li ser gundewarê parêzgeha Hemayê di 19ê Hezîranê de hat kuştin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Medyavan Emced Bekîr di êrîşeke asmanî ya li ser gundewarê parêzgeha Hemayê di 19ê Hezîranê de hat kuştin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Şerên di navbera hêzên ser bi hikumetê ve û komên tundrew yên ku dest datîne ser bakur-rojavayê Sûrîyayê de herî kêm 55 çekdar Sêşemê (18ê Hezîranê) kuştine, li gorî rêxistineke çavdêrîyê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku şer li qeraxên parêzgeha Hemayê gur bû gava hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam êrîş bir ser çeperên rejîmê.

Rewangehê dîyar kir ku herî kêm 14 ji hêzên ser bi hikumetê ve, 41 tundrew û çekdarên opozîsyonê di van pevçûnan de hatine kuştin.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ji AFP re axivî û got "hêzên rejîmê êrîş têk birin" berî şer raweste.

Ev Medyavan Tahir Omer e piştî ew ji serê xwe ji hêla leşkerên rejîmê li gundewarê Hemayê di 18ê Hezîranê de birîndar bûye. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev Medyavan Tahir Omer e piştî ew ji serê xwe ji hêla leşkerên rejîmê li gundewarê Hemayê di 18ê Hezîranê de birîndar bûye. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Di nava qurbanîyan de Emced Bekîr bû, ew mîdyavaneke ku Çarşemê di encama êrîşeke asmanî de ku siwarîya wî armanc kir hatin kuştin, gava ew ji rûmalkirina nûçeyên şerê li bakurê gundewarê Hemayê vedigerîya.

Çalakvanekî din jî yê bi navê Tahir Omer, bi guleyekê di serî de ji hêla leşkerên rejîmê ve birîndar bûdi şerê li gundewarê Hemayê de roja Sêşemê .

Çalakvanê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand ku "herdu çalakvan naskirî ne ku tev komên çekdar diçin zonên germ bo weşana zindî veguhezin".

Sivîlên li Idlibê "buhayekî giran" didin

Esaf anî ziman ku gelek gund û bajarokên parêzgeha Idlibê aniha "bi temamî vala ne ji ber wêrankirina rûbereke mezin û reva xelkê wan ber bi deverên ewleh li hundirê bajarê Idlibê û li nêzî sînorê bi Turkîyayê re."

Esaf dîyar kirin ku deverên wêrankirî Mearet Hurma ya li gundewarê başûrî yê Idlibê digire nava xwe, "ku ji ber êrîşên asmanî û bombebaranan hejmareke mezin hat kuştin û birîndarkirin."

Li alîyekî din, nûnerê giştî yê NY Antonio Guterres bang li Rûsîya û Turkîyayê kir ku "rewşê aram bikin" li Idlibê.

Guterres ji rojnamegeran re got "ez pir ji bilindkirina şerê li Idlibê nîgeran im û bi taybetî rewşa tirsnak ku gelek alîyên çalak vê yekê gur dikin. Careke din jî sivîl buhayekî giran didin."

Daxuyanîyên wî berî civîneke Encumena Ewlekarîyê ya NY roja Sêşemê bo giftûgokirina rewşê hat.

Mark Lowcock, birêverberê karûbarên mirovî yên NY ji encumenê re got ku cîhan "li ber çavên me rastî bobelateke mirovî tê".

Divabû ku beş in ji Helebê, Hemayê û Idlibê -- dawîn asêgeha hêzên tundrew li Sûrîyayê -- ji êrîşa mezin a rejîmê werin parastin li gorî lihevkirina avakirina herêmeke veqetîner a ku Rûsîya û Turkîyayê di Îlonê de îmze kiribûn.

Lê belê lihevkirin bi temamî nehat pêkanîn ji ber ku tundrewan vekişîna ji herêma veqetîner red kir.

D Kanûna Duyem de, Tehrîr el-Şam serdestîya xwe ya îdarî li herêmê berfirehtir kir.

Rejîma Sûrîyayê û Rûsîya bombebaranên xwe li ser herêma bakur-rojavayê Sûrîyayê ji Nîsana borî de giran kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500