Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî tora "Wîlayeta Başûrî" ya DAIŞê têk dibin

Xalid Taî

Endamine toreke terorîst ku berpirs bû ji teqînên li parêzgehên başûrî yên Îraqî di Kanûna Yekem a 2018an de hatin girtin. [Wêne ji Şana Bazan a Hewalgirîyê hatiye wergirtin]

Endamine toreke terorîst ku berpirs bû ji teqînên li parêzgehên başûrî yên Îraqî di Kanûna Yekem a 2018an de hatin girtin. [Wêne ji Şana Bazan a Hewalgirîyê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî hewldaneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku dixwest "Wîlayeta Başûrî" ya rêxistinê nû ava bike, ku ji Dora li başûrê Bexdayê dest pê dike û digihêje neh parêzgehên Îraqî li başûr, têk bir.

Di operasyoneke razî û lezok de, Ajansa Ewlekarîya Niştîmanî rê li ber "planeke DAIŞê ya nû bo nûavakirina 'Wîlayeta Başûrî' girt", analîzerê ewlehî Fadil Ebû Rexîf Duşemê (17ê Hezîranê) ji Diyaruna re ragihand.

Ebû Rexîf dîyar kir ku wan tora sereke ya şanê ji hev xist, ku endamên wê plan dikirin êrîşeke terorîst li neh parêzgehên başûrî bi rêya baregehine seretayî ku li bajarokên Yûsivîya û Skenderîya li başûrê Bexdayê ava kirine pêk bînin.

Wî got ku li ser bingeha raportine hewalgirî, hêzên ewlekarîyê karîbûn rêze êrîşan li ser deverên li derdora başûrê Bexdayê pêk werînin, "ku hişt hemû endamên torê yên 17 werin girtin."

Endamine hêzên ewlekarîya Îraqî agir bi stargehên DAIŞê li başûrê Bexdayê di Îlona 2017an de dixin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Endamine hêzên ewlekarîya Îraqî agir bi stargehên DAIŞê li başûrê Bexdayê di Îlona 2017an de dixin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Ebû Rexîf anî ziman ku tor ji hêla "Walîyê Başûr" ve dihat birêvebirin, ku endamekî DAIŞê û bi navê Ebû Teyba dihat naskirin û navê wî yê rastîn Elî Ehmed Ebûd Îsawî bû.

Wî daxuyand ku Ebû Teyba ji ber gelek tawanan, herwiha ji ber avakirina stargeh û baregehan ji DAIŞê re li nêzî Bexdayê, ji hêzên ewlekarîyê re dihat xwestin.

Endamên di nava torê de hatine girtin ev in: Deyim Kerîm Cenabî, yê bi navê Ebû Sûheyb tê naskirin, ku piştevanîya lojistîk ji Wîlayetê re pêşkêş dikir; Welîd Talib Cemîlî, bi navê Ebû Huzeyfa, weke birêveberê Wîlayetê hatibû erkdarkirin; û Burhan Muhsin Elwan Mesûdî, bi navê Ebû Ishaq, ku berpirsê stargehan bû.

herwiha Elî Kertanî, ku berpirsê liv û tevgera milîtanan û çekan bû, û Ziyad Mean Xelef Obêdî, sekreterê giştî yê "Wîlayeta Başûrî" jî di operasyonê de hatin girtin.

Ebû Rexîf dîyar kir ku torê "inxîmasîyan"-- ango êrîşkerên xwekuj ku xwe dixin refên dijmin de -- û çekdarên ku xwe ji êrîşên terorî re amade dikirin jî digirtin nava xwe.

Wî da zanîn ku hêzên ewlekarîya Îraqê berî niha gelek hewldanên DAIŞê yên nûavakirina"Wîlayeta Başûrî" têk biriye bi rêya armanckirina tor û şanên DAIŞê yên teqîn û êrîş li başûrî Îraqê pêk tanîn.

Têkbirina paşmahîyên DAIŞê li Bexdayê

Di heman demê de, hêzên ewlekarîyê roja Yekşemê (16ê Hezîranê) ragihand ku pêngaveke ku deverên derdora Bexdayê ji paşmahîyên DAIŞê paqij bike dest pê kiriye.

"Armanc ji pêngavê lêgerîn li veşartgehên raz ên terorîstan li deverên mişt dehl, berhemên kiştûkalî û çemên çikyayî ye, ligel baldarîyeke mezin bi beşê bakurî yê Bexdayê," Ebû Rexîf got.

Wî got got pêngav ji deverên Zûr, Hewar û Elbû Heyan dest pê dike, û heta bi dorava Kermayê li parêzgeha Enbarê berdewam dike.

"Paşmahîyên DAIŞê hewl didin ku bi dizî derbas bibin û xwe li nav zevîyên çandinîyê veşêrin, yên ku dora 6,000 duneman in û ji Bexdayê re pir girîng in," wî got, û da zanîn ku dibe ew bingehên gengaz ên êrîşên terorî bûn.

Ebû Rexîf bang bo zêdekirina xebatên ewlehî û hewlagirî kir bo bidawîkirina her hebûneke terorîstan li wan deveran bi temamî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500