https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/06/13/feature-02?di_exp_001=true

×
×
Siyaset |

Cezayên nû zextan li ser rejîmên Sûrîya û Îranê zêdetir dikin

Weîld Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

image

Kompanîya Eman ji hêla Wezareta Xezîneya Amerîkî di 11ê Hezîranê de hat cezakirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Parêzerekî Sûrî got ku cezayên nû yên roja Sêşemê (11ê Hezîranê) ji hêla Xezîneya Amêrîkayê ve li kesayetine Sûrî hatin birîn, yên ku wan rêkeftinên darayî, bazirganî û milkîyetê bo Sûrîya û Îranê pêk tanîn dê zextan li ser herdu alîyan zêdetir bikin.

Xezîneyê roja Sêşemê got ku "ev ceza nahêlin fînans û fînansker xebatên nûavakirin û weberanînê ji rejîmê re bikin."

Hersê kesayetên bi navê Emîr, Husên û Samir Foz -- bazirganekî Sûrî bi rêzeotêlên xwe di nav de Çar Demsal li Şamê û Yanîgeha Orientê naskirî bû -- hatin cezakirin.

Xezîneyê Samir Foz, xizmên wî û împeratorîya wî ya bazirganî ku ew ji şerê li Sûrîyayê sûdê werdigirin tawanbar kirin.

image

Banka Bereka ya Sûrî, ya Samir Foz, bi veguhastina pereyan ji rejîmên Sûrî û Îranî re tê gumanbarkirin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

image

Ceza li Samir Foz û kompanîyên din ên li jêr destê wî ji hêla xezîneya Amerîkayê di 11ê Hezîranê de hatin birîn. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Xezîneyê anî ziman ku 16 kesayet û kompanî, di nav de Kompanîya Eman, ên ketine lîsteya reş, toreke navdewletî ku rejîma Beşar Esed jê sûd werdigire ava kirine.

Ji kompanîyên Foz jî, MENA Crystal Sugar heye, yek ji mezintirîn parzûngehên şekir li Rojhilata Navîn e, ku ew jî ceza lê hatine birîn.

Girûpa Eman gelek tiştan pêşkêş dike, weke komkirina siwareyan, milkîyet û dermanan.

Wezaretê dîyar kir ku tevî cezayên Amerîkî yên li ser hemû hinardeyên Îranî sepandîne, Samir Foz neftê ji Îran derbasî Sûrîyayê dikire.

Foz li bajarê Laziqîyê yê beravî ji dayîk bûye, heta destpêka şerê Sûrî heta gava têkilîyên wî bi Esed re belî bûn nenaskirî bû -- û karîbû di nava deverên ku li jêr destên hin hêzên din de bûn tevbigerîya -- ku ev têkilî bisûd bûn.

Gava Esed şerek li hember wî da destpêkirin, Foz malbata xwe bir Turkîyayê û li ser esasê weberanînên xwe welatîbûyîna wê wergirt.

Lê belê wî berê xwe ji desthilatên Turkîyayê di dawîya 2013an de guherî gava termê bazirganekî Mesrî li taxên Stenbolê hat dîtin, termê wî ji hêla kûçikên taxan hatibû parçekirin.

Raportên Turkî dibêjin ku bazirgan, Remzî Meta, ji sozên xwe yên dê qaseyeke mezin a genim ji Ukrayine derbasî Sûrîyayê bike vegerîya. Foz hat girtin lê berpirsyartîya xwe ya vê yekê red kir û serbest hat berdan.

"Xapên bazirganî bo xwevedizîna ji cezayan"

Parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got ku cezayên dawîn payînkirî bûn, ji ber ev kes û kompanî pir tên pişkinînkirin ji gava operasyonên xwe li hundir û derveyî Sûrîyê dane destpêkirin.

Besam da zanîn ku Samir Foz xapên bazirganî pêk anîn da xwe ji cezayên ku li ser Îran û Sûrîyayê hatine sepandîne vedize.

Vê yekê kirîna nefta xav a Îranî û veşartina nasnameya keştîyên bazirganî yên gelek tişt ji rejîma Sûrî re rê dikirin dihundirand, Besam eşkere kir.

Wezareta Xezîneyê di daxuyanîya xwe ya roja Sêşemê de got "bi hewldana ku xwe bigihîne sektora darayî, desthilat û sûdgirtina ji sektora darayî, Samir Foz dikarîbû cihekî xwe di sektora darayî ya Sûrî de bigire".

Di nav de kirîna dawî ya pehrên taybet ên Banka Îslamî ya Navdewletî ya Sûrî û Banka Bereka ya Sûrî.

Foz hewl dide dezgeheke darayî bi hevbeşîya bankeke Rûsî li Sûrîyayê ava bike, ew jî da veberînerên Rûs ber bi Sûrîyayê ve bikişîne.

"Samir Foz pir ji xebatên nûavakirinê li Sûrîyayê sûd wergirt-- di nav de ew avahîyên ecêb ên ku rejîma Sûrî ew vegerandin jêr kontrola xwe -- û hewl dide veberînerên bîyanî bo projeyên nûavakirinê li Sûrîyayê bi cih bike.

Sigal Mandelker wekîla wezaretê bo karûbarên terorê û hewalgirîya darayî got ku "ev komikên biçûk ên Sûrî rasterast piştgirîya rejîma Esed a kujer dikin û avahîyên ecêb li ser xaka kesên ji welatê xwe derketine ava dikin".

Zêdekirina zextan li ser rejîmên Îran û Sûrîyayê

Cezayên Amêrîkî yên nû dixwaze rejîmên Îran û Sûrîyayê bifetisîne, Wayil Şerîmî profesorê tawanên qanûnî yê Zanîngeha Qahîrayê ji Diyaruna re anî ziman.

Wî got ku ev ceza girtina hemû rêyên ku belkî herdu rejîm bo xapandina cezayên li ser wan sepandî bi kar bînin armanc dike.

Şerîmî got ku Yekîtîya Ewropayê îsal li heman kesayet û kompanîyan ceza birîbû, ku cezayên Amerîkî yên aniha xurt dike.

Wî destnîşan kir ku cezayên aborî beşkî şerê nû ye ji ber ew zextê li rejîmên armanckirî dike ku hinek çalakîyên xwe rawestînin an jî bendên xwe li ser gelê xwe rakin yan sivik bikin.

Wî daxuyand ku armanc ji van cezayên dawîn ew e ku bêhtir zext li herdu rejîman bên kirin da hew piştgirîya milîsên tayîfî bikin, çekên ku li ser asta navdewletî qedexe ne bi kar neyînin û herwiha tundîyê li dijî sivîlan pêk neyînin.

Tu vê mijarê diecibînî?
1
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan
Captcha