Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Piştgirêdana Îranê bi milîsên biyanî asta qeyrana Pasdaran eşkere dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Fermandarê Hêza Qudis a Pasdaran Qasim Sulêmanî di civînekê de ligel efserên bilind ên Pasdaran û serokên milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve beşdarî civîneke "awarte" ku li Ahwazê tê girêdan dibe. [Wêne ji Medyaya civakîhatiye wergirtin]

Fermandarê Hêza Qudis a Pasdaran Qasim Sulêmanî di civînekê de ligel efserên bilind ên Pasdaran û serokên milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve beşdarî civîneke "awarte" ku li Ahwazê tê girêdan dibe. [Wêne ji Medyaya civakîhatiye wergirtin]

Bi biryara xwe ya anîna milîsên biyanî bo alîkarîkirinê di serkutkirina nerazîbûnan de li deverên ziyandar ji lehîyan, Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) asta qeyrana ew rastî wê tê eşkere kir, xebîrên karûbarên Îranê ji Diyaruna re dibêjin.

Hêrsa cemawerî li Îranê li hember şêwazê ku Komara Îslamî danûstandin bi felaketa lehîyan kir û paşguhkirina mezin û ziyanbar ji jêrxaneyê re, ku şopa wê wêranker kûrtir kir, zêde dibe.

Belavkirina milîsên ser bi Pasdaran ve ji welatên mîna Îraq û Lubnanê hişt ku keşûhewaya dijber a piştî lehîyan zêde bibe, lehîyên ku bûn sedema bêwarîya bi hezarên Îranîyan û ziyaneke li ser asteke berfireh.

Pêgehên Hêzên Heşd Şaebî, Hizbulaha Lubnanî, Lîwayê Fatemiyûn, ku milîseke ji çekdarên Afxanî pêk tê û Pasdaran piştevanîya wê dike, li herêmê Ahwaz, Xuzestan û Loristanê hatin dîtin.

Hin endamên Hizbulaha Lubnanî ala xwe li herêma Ahwazê ya binavbûyî hil didin. [Wêne ji Medyaya civakîhatiye wergirtin]

Hin endamên Hizbulaha Lubnanî ala xwe li herêma Ahwazê ya binavbûyî hil didin. [Wêne ji Medyaya civakîhatiye wergirtin]

Wêranî û ziyana ku lehîyan baranan li hinek deveran li Îranê durist kirin bûn sedema gurbûna nerazîbûnan li hember hikûmetê. [Wêne ji Medyaya civakîhatiye wergirtin]

Wêranî û ziyana ku lehîyan baranan li hinek deveran li Îranê durist kirin bûn sedema gurbûna nerazîbûnan li hember hikûmetê. [Wêne ji Medyaya civakîhatiye wergirtin]

Ahwaz şanogeha xwenîşandanên cemawerî li dijî Pasdaran û hikûmetê bûn, li gorî lêkolînerê Navenda Şerq bo Lêkolînên Herêmî û Stratîjî, Fethî Seyid, yê pispor di karûbarên Îranî de.

"Van koman li derdora van herêman cih girt û ew dorpêç kirin bo nehiştin û serkutkirina herê çalakîyeke cemawerî," wî ji Diyaruna re ragihand.

Seyid got ku bi anîna alîgirên biyanî bo alîkarîkirinê di nehiştina xwenîşandanan de, Pasdaran dixwaze ku nameyekê bigihîne miletê Îran "serkutkirineke mezin li benda kesên serî hildin e".

Wî got ku ji cîhana derveyî re, belavkirina milîsên biyanî hewleke bo bibîrxistineke cidî bû ku " Pasdaran dikare hêzên xwe di sînoran re li Rojhilata Navîn bixe tevgerê, bi gotineke din, ew dikare bersiva her gefekê li her deverekê bide".

Dizîna pereyên alîkarîyan

Yek ji jêderên serekî yên hêrsa cemawerî dizîna Pasdaran ji pereyên ku danerên xwecihî û biyanî ji hawarçûna lehîyan re terxan kirine ye.

"Pasdaran dest li ser pereyên alîkarîyê yên li nava Îranê hatin komkirin û herwiha pereyên ku hinek welatên Rojavayî û Erebî ji lêqewimîyên lehîyan re terxan kirin danîn," şirovekarê siyasî Elî Narîmanî ji Diyaruna re ragihand.

"Lê, ne kaş û ne jî alîkarîyên hişk heta niha nehatine tomarkirin weke ku ew li ser lêqewimîyan hatine belavkirin," wî got, û da zanîn ku herî gengaz ew e ku ew li ser milîsên biyanî hatibin belavkirin, milîsên "yên ku qaşo hatine bo piştgirîyê bikin û hawarçûnê dabîn bikin".

Narîmanî got ku lehîyan hişt ku piştgirî û hevsozîya civakî bi hezarên kesan re li deverên lehîyan ew dane ber xwe zêde bibe, û xelkê bi xwe tîmên hawarçûnê rêxistin kirin bo alîkarîkirinê di paqijkirinê de piştî lehîyan.

Wî got ku lê hêzên ser bi Pasdaran ve 40 kesên beşdar di wê xebatê de binçav kirin, û dest danîn ser pereyên alîkarîyê yên wan ew kom kiribûn bo alîkarîkirina lêqewimîyan.

"Di heman demê de, elementên Hizbulah (a Lubnanî) Hereket Nuceba (Iraqi) bi awayekî vekirî belav bûn û alayên xwe bi awayekî proveksyonbar ji sivîlan re hil girtin," Narîmanî wiha şirove kir.

Wî amaje kir ku van milîsan tu karên hawarçûnê pêk neanîn, lê bi tenê wan li hinek xalên dîyarkirî cih girt, ku ji wan ciha ew bikaribin ku bi lez belav bibin bo serkutkirina nerazîbûnan.

Pasdaran berjewendîyên xwe diparêze

Di danûstandina xwe bi lehîyan re, berîtîya eşkere ya Pasdaran parastina weberanînên li deverên yên ku dahatê jê re peyda dikin bû, ku ew ji zevîyên neftê û bexçeyên geyayê şekir yên kompanîyên ser bi Pasdaran ve pêk tên.

Narîmanî got ku vê yekê herwiha "hêrsa sivîlan bilindtir kir".

"Bikaranîna Pasdaran ji alîgirên xwe yên biyanî re nîşaneke pir girîng û xeternak bû ku dîyar dike bawerîya wê bi hêzên ewlekarî yên xwecihî nayê bo serkutkirina xwenîşandanên," lêkolînerê warê karûbarên Îranî Şiyar Turko wiha rave kir.

"Hatina van komên çekdar ne cihê pêşwazîyê ye, heta ji alîyê kesên nêzîk ji bazinên biryardarîyê," nemaze piştî ku hat zanîn ku hatina van koman bi awayekî tekalî ji alîyê Pasdarn ve hatiye rêxistinkirin, wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev wêneyeke Hêzên Heşda Şaebî ye ku ew diçin bo hawarçûnê bidin û alîkarîya mirovî hilgire.

BERSIV BIDE

Pasdarên Şoreşgerî yên Îranî ew bûn yên berevanî li Gora Zeynebê kirin. Ew bûn yên ku berevanî li Îraqê û pîrozîyên wê kirin. Bijî leşkerên Mehdî el-Muntezer.

BERSIV BIDE