Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û yên Hevpeymanî şikefteke DAIŞê li biyabana Enbarê armanc dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî hazirîya pêkanîna êrîşê li ser veşartgeheke DAIŞê li biyabana rojavayî ya Enbarê dikin di vê wêneyê de, ya ku roja 28ê Nîsana 2019an hatiye belavkirin. [Wêne ji Hêza Êlên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî hazirîya pêkanîna êrîşê li ser veşartgeheke DAIŞê li biyabana rojavayî ya Enbarê dikin di vê wêneyê de, ya ku roja 28ê Nîsana 2019an hatiye belavkirin. [Wêne ji Hêza Êlên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî, bi piştevanîya balefirên şer ên Hevpeymanîyê, dest bi êrîşek kir roja Pêncşemê (6ê Hezîranê) di kûrahîya biyabana Enbarê û herî kêm sê endamên gewre yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin, serkêşekî êlan ji Diyaruna re ragihand.

"Hêzên hevbeş ên Firqeya 8ê ya Artêşê û şervanên êlan êrîşeke mezin li biyabanê, li rojavayê zevîyên neftê yên Ekasê li navçeya Qaimê dest pê kirin," fermandarê Lîwayê Ferata Jorîn, eqîd Mûsa Kerbûlî ragihand.

Êrîşên asmanî yên Hevpeymanîya Navdewletî şikeftekek ku milîtanan ew weke veşartgehekê bi kar tanîn wêran kirin.

"Hêzên Îraqî kelaşên sê terorîstan li nêzî şikeftê dîtin," wî got, û amaje kir ku tê payîn "herî kêm 10 kesin din di hundirê şikeftê de hatibin kuştin".

Leşkerekî Îraqî li nêz wesayiteke ku li nêzî bingeheke DAIŞê li biyabana Enbarê hatiye dîtin roja 3yê Hezîrana 2019an rawestîye. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî li nêz wesayiteke ku li nêzî bingeheke DAIŞê li biyabana Enbarê hatiye dîtin roja 3yê Hezîrana 2019an rawestîye. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku wan herwiha stokeke mezin a laptopan, mobayîlên zîrek û hard dîsk dîtin ku ew mişt "agahîyên nixdar li dor paşmahîyên DAIŞê, cihên wan ên veşartinê û planên wan dihundirînin".

Wî daxuyand ku ev agahî dê alîkarîyê bikin "di pêkanîna çend operasyonan de li dijî terorîstan li Enbarê û parêzgehên din".

Kerbûlî got ku serbazan herwiha mêjereke mezin a çekan, alav û îmdadan, wesayiteke biçûk, û 12 kemberên teqîner wêran kirin.

"Di ezmûna me ya şerkirina li hember çeteyan de, kemberên teqîner piştrast dikin ku kesên hatine kuştin ne endamên sade ne, lê belê serkêşên mezin ên DAIŞê ew in ên ku xwe diteqînin dema hêzên ewlekarîyê wan dorpêç dikin," wî got.

"Şerekî vekirî li biyabana Enbarê"

Wî got ku operasyonên ewlehî li biyabana Enbarê "li gorî planên bi dîqet û raportên hewalgirî tên pêkanîn".

Wî daxuyand ku paşmahîyên DAIŞê vê dawîyê êrîşên tororîst li ser bajarokên Kerebîla û Berwanayê li rojavayê Enbarê pêk anîn di hewlekê de bo berdewamkirina çalakîyên xwe û bihêzkirina rêzên xwe.

Lê em di şerekî vekirî de ne li dijî wan û em êrîşên xwe li ser veşartgehên wan li biyabanê dewam dikin," Kerbûlî got, û teqez kir ku paşmahîyên DAIŞê di rewşa berevanîyê de ne û êrîşên ew pêk tînin dawîya wan binketin e.

Wî da zanîn ku operasyona ewlehî ya Pêncşemê "berdewamîya çend operasyonên ewlehî yên vê heftîyê li deverên din ên Enbarê hatine pêkanîn, di nav de Dorava Sersarê, navçeyên Hît û Bexdadî", û da zanîn ku gelek çekdarên DAIŞê di van êrîşan de hatine kuştin.

Li alîyekê din, Wezareta Hundir a Îraqê Înê eşkere kir ku hêzên ewlekarîyê neh gund li Enbarê ji bermahîyên şerê DAIŞê û teqemnîyan paqij kirine.

"Hêzên ewlekarîyê yên hevbeş neh gund di navbera Qaim û Akaşatê paqij kirine weke amadekarî bo vegerandina şênîyên wan," serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re ragihand.

"Terorîstên DAIŞê teqemenî, mayîn û bombe li wan gundan çandine," wî teqez kir.

Wî dîyar kir ku serbaz komgehên jêrerd ên çekan di her du mehên borî de, bi piştgirîya Hevpeymanîya Navdewletî, paqij dikin.

"Herî kêm sê ton ji teqemîyan, cebilxane, hawin û rokêtên xwemalî bo cihekî ewleh hatine veguhestin bo werin wêrankirin," wî got.

"Misyon û taska dahatî dê şandina tîmên çaksazîyê bo wan deveran be, bo berdestkirina xizmetguzarîyên serekî, din nav de av û kehrebe, berî vegerandina şênîyan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez dixwazim tevlî artêşa Îraqî bibim.

BERSIV BIDE

Destên we saxbin li ser van agahîyan! Xwedê destê hêzên elwekarîya Îraqî yên leheng sax bihêle! Em ewlehî û selametî û aramîyê ji miletê Îraqê re, bi hemû ol û tayifên xwe ve, hêvî dikin.

BERSIV BIDE