Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Sûrî dixwazin rejîm ji ber tawanên şer were cezakirin

Weîld Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Berevanîya Sivîl zarokekî di êrîşeke kîmawî de birîndar bûye diguhêzin. Çalakgerin Sûrî hewl didin ku bihêlin endamên rejîma Sûrî yên destên wan tawanên şer de hene li Sûîryayê, di nav de êrîşên kîmawî, rastî darizandinê werin li Ewropayê. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Endamên Berevanîya Sivîl zarokekî di êrîşeke kîmawî de birîndar bûye diguhêzin. Çalakgerin Sûrî hewl didin ku bihêlin endamên rejîma Sûrî yên destên wan tawanên şer de hene li Sûîryayê, di nav de êrîşên kîmawî, rastî darizandinê werin li Ewropayê. [Wêne ji Beşîr Besam hatiye wergirtin]

Çalakgerin Sûrî hewl didin ku bihêlin endamên rejîma Sûrî ên destên wan di tawanên şer de hene li Sûrîyayê rastî darizandinê werin li Ewropayê, pisporan ji Diyaruna re got.

Gelek komên çalakgerên Sûrî, bi piştgirîya parêzerên Sûrî û Ewropî giranîyê didin doza tawanên şer û tawanên dijî mirovahîyê ên ku li Sûrîyayê qewimîne, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew van tawanan belge dikin da misoger bikin ku tawanbar -- gelek ji wan zabit û leşkerên rejîmê ne, yên ku ji Sûrîyayê derketin weke beşekî ji pêla penaberên Sûrî yên reviyan Ewropayê -- dê werin darizandin.

Wî dîyar kir ku hin endamên rejîmê hatin şopandin û li dadgehên Ewropî hatin darizandin bi rêya prensîba "desthilatdarîya dadwerî ya cîhanî".

Ev prensîb destûrê dide ku dewlet û rêxistinên navdeletî ku dozê li dijî kesekî tawanbar vekin, bêyî ku guh bidin bê ew tawana tê angaştin li kû çêbûye.

"Hin rêxistinên mafên mirov sûd ji ketina hin deveran li jêr destên opozîsyona Sûrî wergirtin û gelek fermanên ji alîyê fermandarên serbazî yên berz ve hatine derxistin, têkildarî girtin û êşkencekirinê, belge bikin," Besam got.

Wî daxuyand ku ev belge nav û delîlên ku dîyar dikin destên wan di tawanan de hene dihundirînin, û "materyalên ku dê weke delîlên binirx werin bikaranîn dema ev tawanbar di dadgehên navdewletî de werin darizandin nîşan didin".

Wî da zanîn ku herwiha çalakger di xebatinan de beşdar dibin da kubikaranîna rejîma Sûrî ji çekên kîmawî re li dijî deverên li derveyê kontrola wê belge bikin, deverên ku gelek şandeyên NY test û lêkolîn li wan cîbicî kirin.

Şopandina zabitên Sûrî li Ewropayê

Gelek alî destên wan di tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê de li Sûrîyayê hene, di nav de komên tundrew ên mîna "Dewleta Îslmaî" (DAIŞ) û Tehrîr el-Şam, çalakgerê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re ragihand.

"Tawan pir reng in di nav wan de kuştina bi kom, kuştina sivîlan, bikaranîna çekên li ser asta cihanî qedexekirî, revandin û tawanine din ên ku qanûna navdewletî kesên destê wan di wan de heye ceza dike," wî ji Diyaruna re got.

Ebdula got ku ev doza lêpirsîn û darizandinê "guhertineke balkêş tê de çêbû dema ku çalakgeran dest pê kir dane dûv zabit û leşkerên rejîmê yên ku daxwaznameyên pênaberîyê li Ewropayê pêşkêş kirin".

Wî dîyar ku ew agahîyan derbarê reftarên van tekekesan ji çalakgerên ku hîn li Sûrîyayê ne ji gilîdarên giştî yên gengaz re dibin.

Darizandina tawanbarên şer ên hîn li hundirê Sûrîyayê ne li gor şert û mercên aniha heta astekê dê zehmet be, Wail Şermî, profesorê qanûna tawankarî ya navdewletî li Zanîngeha Qahîrayê, wiha şirove kir.

Ew dê hêsantir be ku dozên bersûckirina navdewletî li dijî wan biweşînin li hin welatên Ewropî yan di rêya dadgehên taybet re li Dadgeha Tawanbarkarî ya Navdewletî li Lahayî, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku pêkanîna biryaran dê bimîne zehmet gava ku hîn rejîm li ser hukim bimîne, "ji ber bi awayekî xwezayî ew dê şopînerên xwe biparêze".

Komîteyeke girêdayî Encumena Mafên Mirov a NY bêtirî 70,000 binpêkirinên di warê mafên mirov de qeyd kirin ji çaxê ku kirîza Sûrî di sala 20111an de dest pê kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê berê xwe bide we! Hûn pir derwînin! We zorîya Museylema el-Kezab jî biriye! Hûn şaştî û sûcên xwe dixin hustê xelkên din de!

BERSIV BIDE