Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên rejîmê li gundewarê başûrî yê Idlibê bi pêş ve diçin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Duman bilind dibe piştî êrîşên asmanî li ser deverên nişîn li gundewarê başûrî yê Idlibê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Duman bilind dibe piştî êrîşên asmanî li ser deverên nişîn li gundewarê başûrî yê Idlibê. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hêzên rejîma Sûrîyayê û milîsên alîgir li gudewarê başûrî yê Idlibê li nêzî bajarê Kefir Nebûdayê bi pêş ve çûn, bajarê ku berî çend rojan kete di destê wan de, çalakgerekî ji Diyaruna re ragihand.

Çalakvanekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf got ku êrîşên asmanî yên dijwar ên balefirên şer ên Sûrî û Rûsî di heman demê de hejmarek ji gund û bajarokan armanc kirin.

Wî got ku hêzên Sûrîyayê û milîsên alîgir karîn kontrola pênc bajarokan li gundewarê başûrî yê Idlibê bixin destê xwe de: Qesabiya, Humeyrat, Qirata, Herdana û Qarûtiya, yên ku ji alîyê îdarî ve ser bi Xan Şêxûn in.

Ev bajarok li jêr kontrola Tehrîr el-Şam bûn, û girtina wan hişt hêzên rejîmê karibin ku bajarokê Kefir Nebûdayê, yê berî çend rojan kete di destê wan de, ewle bikin, Esaf ji Diyaruna re got.

Du endamine Xûzeyên Sipî hewl didin ku agirekî ku bi zevîyeke çandinîyê ketiye ji ber êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî vemirînin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Du endamine Xûzeyên Sipî hewl didin ku agirekî ku bi zevîyeke çandinîyê ketiye ji ber êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî vemirînin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Êrîşeke asmanî ya Rûsî li vê bazarê li bajarê Maeret Numanê li parêzgeha Idlibê daye, û wêranîyeke mezin dirust kiriye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Êrîşeke asmanî ya Rûsî li vê bazarê li bajarê Maeret Numanê li parêzgeha Idlibê daye, û wêranîyeke mezin dirust kiriye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Wî got ku bajarokan enîya bakurî di rûyê hêzên rejîma Sûrîyayê de saz dikir, û weke bingeheke êrîşên dijber li dijî wan pêk tanî.

Wî got ku pêşveçûna rejîmê hevdem bû ligel topbarankirina bêrawestan a topxaneya rejîmê û êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî yên ku bêhtir ji 30 gund û bajarokan di demjimêrên dawî de armanc kirin.

Zarok jî di nav mirîyan de hene

Deh sivîl di êrîşên asmanî û topbarankrinan de Çarşemê (5ê Hezîranê), ku sivîlan kiribû Cejna Remezanê, hatin kuştin, AFP ragihand.

Ji şeş sivîlên ku di êrîşên asmanî de li ser bajarokê Kefir Ewêd mirin du zarok bûn, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Nîvroya Çarşemê xizmên qurbanîyan li goristana bajarok kom bûn dema ku kesekî goreke mezin dikola.

Paşmahîyên belawla yên yek ji zarokan di kartoneke stûr de bû berî ku were binaxkirin, fotograferekî AFP ragihand.

Kelaşê yê din bi kaxezeke şîn a neqişandî hatibû nixumandin.

Rewangehê got ku sivîlekî din di topbarana rejîmê de li gundewarê bakurî yê Hemayê, ku li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, hat kuştin.

Êrîşên asmanî yên rejîmê motorek li bajarokê Maeret Numanê kirin armanc, û jinek û du zarokên wê kuştin, li gorî Rewangehê.

Bazar û nexweşxane dibin armanca êrîşên asmanî

Êrîşên asmanî Çarşemê bazarek li Maeret Numanê armanc kir, û gelek qurbanî ketin, û wêranîyeke mezin çêbû, Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wan herwiha nexweşxaneya Xetîb li Kefir Nubilê armanc kir, û ew ji kar ket û wiha Kefir Nubil û deverên hawîrdor bê nexweşxane man, ji ber ku berî aniha çar nexweşxane li deverêji kar ketibûn ji ber êrîşên asmanî.

Esaf got ku dixuye ku êrîşên asmanî malên sivîlan li bajarokên ku dikevin ser xeta veqetîn a di navbera deverên li jêr kontrola rejîmê û deverên li jêr kontrola komên opozîsyona çekdar û Tehrîr el-Şam armanc dikin.

Zevîyên çandinîyê jî bûn armancên êrîşên asmanî,û agir bi wan ket û ev yek bû sedema jidestdayîna dexl û danên salane, wî wiha got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500