Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Wezareta Çandê ya Îraqê dê destpêşxerîyên rûbirûbûyîna tundrewîyê bide pêş

Xalid Taî

Nûnerine ji sazîyên çandî yên Îraqî di civînekê de cih digrin bo nîqaşkirina projeyeke çandî ya giştgîr bo rûbirûbûyîna hizirên tundrew, di dîroka 22ê Gulanê de. [Wêne ji Wezareta Çandê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Nûnerine ji sazîyên çandî yên Îraqî di civînekê de cih digrin bo nîqaşkirina projeyeke çandî ya giştgîr bo rûbirûbûyîna hizirên tundrew, di dîroka 22ê Gulanê de. [Wêne ji Wezareta Çandê ya Îraqê hatiye wergirtin]

Wezareta Çandê ya Îraqê amade ye ku projeyeke nû a omîdewar dest pê bike ku dixwaze li hember îdyolojîya tundrew li ser astekî çandî raweste, bi alîkarî û beşdarîya çend hevparên ne hikûmî.

Roja 22ê Gulanê, Wezîrê Çandê Ebdul Emîr Hemdanî bi nûnerên yekîtî û rêxistinên medyayî û çandî re civiya bo nîşandayîna armancên projeyên û bicihanîna projeyê li ser zemînê.

Proje dixwaze ku bersiv be ji "hemû hizirên terorîst yên wêranker re be di hewlekê de bo paqijkirina civakê ji ramanên wiha", serokê Navenda Îraqî bo Pêşxistina Medyayê Ednan Sîrac, yê ku li civîna destpêkê amade bû, wiha şirove dike.

"Bi rêya vê destpêşxerîyê, wezaret dixwaze ku civakê û nifşên pêşerojê ji gef û xeterîya van hiziran biparêze," wî ji Diyaruna re ragihand.

Çalakvanine sivîl rûniştinekê bi zarokên dibistanan re li parêzgeha Nînewayê li dar dixin bo rûbirûbûyîna tundrewîyê, wêne vedigere dîroka 8ê Gulana 2017an. [Wêne ji Tora Civaka Sivîl li Nînewayê hatiye wergirtin]

Çalakvanine sivîl rûniştinekê bi zarokên dibistanan re li parêzgeha Nînewayê li dar dixin bo rûbirûbûyîna tundrewîyê, wêne vedigere dîroka 8ê Gulana 2017an. [Wêne ji Tora Civaka Sivîl li Nînewayê hatiye wergirtin]

Wî got ku proje dê bernameyên dem-dirêj bihundirîne û dê dewlet û rêxistinên ne hikûmî, medya û pêgehên din tê de cih bigirin.

"Herkes dixwaze ku tevlî bibe, û rûmeteke niştîmanî ya taybet bi şerê li dijî tundrewîyê bi dest bixe," wî got.

"Program û plan li dar in, û civîn û workşopên biçûk ên din dê bên girêdan bo bicihanîna hemû alîyên projeyê," Sîrac got, û da zanîn ku ev yek dê piştgirîyeke mezin ji hikûmetê werbigire.

Tê payîn ku baldarîya mezin li ser belgefilm û festîvalên şanogerî, û herwiha rêxistinkirina çalakîyên çandî û pêşangehên pirtûkan û fotografî be.

Sîrac got ku armanca dûr ew e ku tîşik li ser îdyolojîya tundrew a ji Îslamê hatiye şewihandin bê danîn û şopên wê yên felaketbar li ser komelgehan bên bêvirandin.

Wî got ku kar li dar e bo rêxistinkirina kampanyayên pêgehendinê û perwerdahîyê li dibistanan û meydanên giştî û bo belavkirina poster û peyamên ku tundrewîyê şermezar dikin û şîraza civakî bi hêz dikin.

Şerekî giştgîr

"Binxistina serbazî ya terorîzmê ne dawîya kar e," sekreterê giştî yê Yekîtîyan Nivîserên Îraqî Brahîm Xeyat ji Diyaruna re ragihand.

Zehmetîya mezin ji dema derkirina DAIŞê ew e "çawa nehêlin terorîst rayên xwe careke din di civaka me de bikolin û careke din serî hildin bi rêya avakirina himêzgehên cemawerî", wî got.

Xeyat got ku nivîserên yekîtîyê berî niha nexşerêyek bo qonaxa paş-DAIŞê danîn û gelek konferans û semînar di vê derbarê de li dar xistin.

Wî got ku yekîtî kar li ser hundirandina raman û destpêşxerîyan di projeyeke giştgîr de dike ku Wezareta Çandê plan dike wê bide destpêkirin.

"Planên me ji belavkirina aştî û hezkirinê li hember kîndarî, tundî û demargîrîyê pêk tên," wî got.

Wî got ku ev yek dê "duristkirina mêvandarekî çalakîyên çandî ku hevgirtina civakî bi hemû rengînîya xwe bi hêz bike û teqez bike ku em hemû di hemû gemîyê de ne û divê em ezmûna xwe ya demokrat bi hêz bikin bihundirîne".

"Rûbirûbûyîna hizira tundrewî erk û spartekeke zehmet e," Xeyat teqez kir.

"Bo serketina wê, pêdivîya me ne bi tenê bi terkîzkirina xebatên me li ser alîyên çandî heye, lê belê divê em kar li ser baştirkirina performansa hikûmetê li ser asta xizmetguzarîyan û rûbirûbûyîna hejarîyê, nezanîyê û gendelîyê bikin," wî got.

Wî teqez kir ku hilkirina tundrewîyê "cengeke gelemperî ya çandî, civakî û aborî ye, ku pêwîstî bi pêşxistina hemû samanan heye bo bidestxistina serketinê" û hemû pêgeh haydar kirin ku divê ew heta dawî bi hev re bixebitin.

Parastina ciwanan û sîpekan

Ev salên dûvûdirêj in ku rêxistinên civaka sivîl bo rûbirûbûyîna ramanên tundrew dixebitin, Muhened Ewmarî, birêveberê medyayî yê Tora Civaka Sivîl li Nînewayê, ji Diyaruna re ragihand.

"Çend kampanyayên pêgehandinê û workşop ji şênîyên Mûsilê û bajarên din ên Nînewayê re hatin rêxistinkirin, û projeyên me yên li dar hene yên ku ciwanan û sîpekan dikin armanc bo rûbirûbûyîna raman û konseptên çewt," wî got.

Ewmarî bang li hikûmetê kir ku piştgirîya van çalakîyan bike û xebatên tahîlkirina derûnî bo zarokên li kampan dijîn araste bike.

"Divê em van zarokan li xwe bigirin û wan han bidin da ku ramanên tundrew û terorîst rêya xwe bo hişên wan çê nekin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500