Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Îraqî lêpirsînê di kuştina gundîyên Diyalayê de dike

Faris Omran

Berpirsên ewlekarî yên Îraqî roja 2yê Hezîranê serdana cihê kuştinekê li gundê Ebû Xenazîr ê Diyalayê kirin, gundê ku sê kes ji malbatekê lê hatine kuştin. [Wêne ji parlemantar Xeyda Kembaş hatiye wergirtin]

Berpirsên ewlekarî yên Îraqî roja 2yê Hezîranê serdana cihê kuştinekê li gundê Ebû Xenazîr ê Diyalayê kirin, gundê ku sê kes ji malbatekê lê hatine kuştin. [Wêne ji parlemantar Xeyda Kembaş hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî Şemîyê (1ê Hezîranê) lêpirsîn di kuştina sê kesan ji malbatekê li gundê Ebû Xenazîr li navçeya Ebû Saîdayê li parêzgeha Enbarê dike, peyvdarekî polîs ragihand.

Bûyer bû sedema hêrseke mezin ji alîyê berpirsên deverê û parlemantarên Îraqî, yên ku "endamên milîsên çekdar" bi berpirsyarîya ji kuştinan gunehbar kirin.

Berpirsên ewlekarîyê hewl da ku xelkê deverê paş bûyera kuştinan dilnya bikin, peyvdarê polîsê Diyalayê eqîd Xalib Atiya ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku fermandarîya polîs lêpirsîneke berfireh di bûyerê de vekir, lêpirsîna ku tîmeke pispor wê pêk tîne, bo dîtina kesên li pey tawanê û destnîşankirina kesên tê de cih girtine.

"Welatî dê di demeke nêz de ji hûrgilîyên girîng ên têkildarî vê tawanê û tawanên berê bên agahdarkirin," Atiya soz da.

Wî da zanîn ku polîsê Diyalayê û fermandarîyên operasyonan û Firqeya 5ê ya artêşê çend rêkarên têkildarî lêpirsînê dane pêş.

Di nav de guhertina yekîneyên ewlekarî yên berpirs ji parastina gund û zêdekirina hebûna serbazî li deverê, û herwiha hisabxwestin ji kesên berpirs ji xala pişkinînê ya serekî.

Li gorî raportên medyayî, şênîyên gund gotin ku çekdar di xalên pişkinînê re derbas bûne, û li êrîşî dikanên wan li bazarê kirin, û pişt re çûn, bûyî ku ew di rêya vegerê de ji alîyê xala pişkinînê ve bên rawestandin.

Gurkirina fitneya tayifgerî

Atiya got ku rewş li gund "hêmin, aram û kontrolkirî ye".

Wî got ku berî rojekê ku sê kes ji Ebû Xenazîr bên kuştin, sê kesên din, di nav de endamekî hêzên ewlekarîyên li gundê Mahûla, yê cîran hatin kuştin.

Atiya got ku alîyên pişt perdê yên ku dixwazin ku fitneya tayifgerî di nav xelkên du gundan de biçînin li pişt bûyera kuştinan in.

"Hewlên hevşêwe yên provoksyonkirina rewşê hene, bi taybetî di navbera şênîyên bajarokên Muxêsa û Kermayê de, lê ew ji ber hişyarîya xelkê û xwesteka wan a hevjîyankirinê hatin beravêtin," wî got.

Wî got ku şênîyên van deveran dixwazin ku "piştrast bibin ku parêzgeha wan dê aram bimîne", û teqez kir ku ew dê "nehêlin [komên çekdar] ziyanê bigihînin ewlehîya welatîyan û gefê li jîyana wan bikin".

Wî got ku tu kes ji Ebû Xenazîr ji ber bûyerê koçber nebûye, û gotegot û dengubasên medyaya civakî yên qala koçberîyeke mezin ji gund dikin red kirin.

"Em dîsan teqez dikin ku ev agahî bi temamî çewt in, û ji dema tawanê de û heta aniha tu koçberî çê nebûye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500